Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Çîrok


 

 

 

 

 


Salih Cefer
Rojname

 

Gotina diya wî hate bîrê: Lawê min ev pel wê rojekê belakê ji tere bînin, tu çi ji van pelan fêm dikî! dev jê berde lawê min, li xwendina xwe miqatebe.

Van gotinan zingînî di mejîyê wî yê westîyayî de vedan, wî jî zanîbû  wê bûyerek ji rûyê van pelan de bi serê wî de bê, lê nikarîbû xwe dûrê bixe, her ku dereng diman û di dema xwe de dernediketin, wî gilî û gazin ji hevalan dikirin û ji wan re digot: çima rojnameya me dîsa dereng ma hevalno? heval li benda wêne.

Çîrokên di warê girtina hevalan bo rojnameya partîyê de gelek bûn, wî navê gelek hevalên ku ji bo rojnameyan hatibûn girtin ezber kiribûn bêyî ku wan nas bike, yê şeş mehan di zindanê de mabû, yê ku salekê û yê du salan û her weha.

Vekirina derîyê hesin bi hêz ji nişkêve ramanên wî birrîn.

Derkeve kûçik lawê kûçikan, yê mixaberat pêde qîrî û ew da ber xwe bi pêhn û lêdanê bir û li ber maseyekê sekinand, li paş maseyê yekî zik mezin li benda wî bû, bi dengekî nerm jêre got: Rûne.

Hinekî me bi tenê bihêlin, ji yê ku ew anî re got.

Piştî xwe hinekî di kursîya xwe de rihet kir, pirsî:

De ka bêje Serdar te ev rojname ji kur anî?

Te digot qey ew Serdar ji zûde nas dike û weha seranser jê pirsî bêyî ku tu pirsên din jê bike.

Deng bi serdar neket, tu dibêjî qey wî tiştek ne bihîst.

Serdar te ev rojname ji kur anî? Kê ew da te? Li hêvîya bersiva wî nema û berdewm kir:

Binere, di ber ku tu bersiva min bidî, divê tu zanibî ku em her tiştî li ser te zanin, lê em dixwazin bi ferehî ji te bibihîzin.

Gotina em her tiştî li ser te zanin serdarê ciwan xiste bîreke kûr tijî tirs û sîwar û gelek pirsan xwe avêtin mejîyê wî.

Gelo rast her tiştî li ser min zanin?

Gelo wan ez dişopandim?

Çûn û hatinên min li cem hevalan dîbin?

Gotina yê Mixaberat ew ji pirsan rêzgar kir.

Ha Serdar te go çi?

Çi berêzim, Serdar jêre got.

Min go te ev rojname ji kur anî û kê ew da te?

Min ew li erdê dît berêzim!

Li erdêêêê, bi matmayî yê Mixaberat jêre got.

Erê li erdê.

Binêr Serdar dema min pir tuneye û karê min pire, vaye ez bi xweşî bi tere diaxifim, tu ciwanekî baş û rindî, ez naxawzim te biêşînim, bi rihetî  û xweşî ji mere bêje, ezê niha te berdim û tê herî mala xwe, lê ku tu bi vî rengî bersivan bidî min, tu zanî, û te bihîstîye ku em çi bi serê mirovan dikin, de ka ji nûde bêje.

-Çi bêjim berêzim?

-Min ji te pirsî, te ev  rojname ji ku anîye û kê daye te ?

Mine min bi Serdar ket û bersiva xwe dûbare kir.

-Binêr Serdar, ev rojname ya partîyake dizî û qedexeye, yanî li erdê naye dîtin, ka bêje te ew ji ku anî û kê da te?

Gotina hevalekî ji hevalên ku ji bo rojnameya partî hatibû girtin hate bîra wî.

Ya girîng ewe hevalno ku win gotina xwe neguherin( wî ev gotin digot wek yekî bawerbe ku ev rê li pêşiya wan hemûyane) eger yek ji we gotina xwe biguhere, dikeve şaşîyeke pir mezin û îcar ew şaşî şaşîyeke din dikişîne, divê tu her û her li ser gotina xwe bimînî, eger te ew guhert pir xerab dibe.

Min got, min ew li erdê dît, Serdar dîsa ji yê Mixaberat re dûbare kir.

Qîrînî pê ket û got: Kûçik lawê kûçikan ma ew li erdê bavê te çandîbû an li ber derîyê diya te ji tûrê yekî ketibû, ku te ew li erdê dît.

Tiliya xwe bi qehr da ser zengil, bi lêketina zengil re çar pêncek bi hevre ketin hundir. Emr bike berêzim yekî ji wan got, vî dê kûndeyî ji ber min bibin û pê bidin fêm kirin ku çawa rêza min bigire û bersivên xwe rast û dirust bide.Wek gurên har li Serdar wer hatin û ew kişkişandin derve.

Ma lêxistin mirovan gelek diêşîne hevalkî ji hevalên  ku ji zindanê derketibû pirsî? pirsa wî hevalî bi hemû hevalan nexweş hat, ne şerme hevalek dibêje ma îşkence mirovan diêşîne, ev nîşana tirsêye.

Hevalê derketî got: Na heval bes çend çoyên pêşî hinekî mirov diêşînin û pişt re mirov pêre tê.

Gotina wî hevalî di bin lêdanê de perçiqî û rastiya wê kete bin lingên işkencevanan, ji ber ku her lêdan zêde dibû êşa bêxwedî jî pêre zêde dibû.

Ax pel, dîsa tu van pelan vedişêrî lawê min, diya wî jêre got, te ev erd giş qul qulîn kiriye kurê min.

Piştî lê nerî bê ew çawa pelên xwe vedişêre jêre got:

Tu vedişêrî û vedişêrî, balo baş veşêre, têxe nav torekî naylonî û pişt re têxe bin axê, di van paçan de nabê lawê min, wê şil û xerab bibin.

Diya wî jêre tûrekî naylonî dianî û pelên wî ji dest digirtin û jêre vedişartin.

Rojekê ji rojan bavê wî ji nişkêve bi ser wan de hat û dî ku diya wî jê re vedişêre, çûkên serê wî firiyan û jêre got:

Keçê bi xwedê xerabûna vî lawikî giş ji teye, keçê li şûna ku tu pêde bi xeyidî, tu alî wî dikî, başe çima tu jî nabî hevala wan û karê partiyê nakî û narî û nayê civînan? Bi qerf jêre got.

Bila ez li ser xwe bûma ka min dikir an ne dikir, lê çi bikim, ev bersiva diya wî bû, Serdar dikete xeyalan ku diya wî biba hevala wan û rojname pêre bihatana girtin û bi dest van faşistan keta, na na başe ku diya wî nebû hevala wan, lê rast eger rojekê hevaleke meye jin bête girtin wê çi bi serê wê bikin, wî ev pirs ji xwe kir.

Gelekî zehmete, divê partî hevalên jin qebûl neke, mêr tenê besin, bira jin bes dostaniya partîyê bikin, gava ez derkevim ezê vê pêşniyazê bikim.

Ji her alî de bêhn û lêdan û dar û sixêf bi ser canê wî yê tazî de bariyan, laşê wî di nav destên wan de bibû wek laşekî mirî.

Her civîn hevalê berpirsyar yê komîtê ji wan re digot:

Ji bîr nekin gelî hevalan ku tiştên xwe baş veşêrin, eger we rojnameya xwe  xwend piştî xwendina wê yekser dîsa bibin veşêrin, carna hevalek ji we bi derengîya şevê dixwîne û hîle nake derkeve derve ku rojnama xwe veşêre, hema dike bin doşeka xwe, lê ku Mixaberat bi destê sibê re bigirin ser, wê çi bibe? li çavên hevalan dinerî û bersiva xwe dida, wê yekser wî bibin û pê bidin fêm kirin ku çawa careke din tiştên xwe baş veşêre, lê piştî çi!

Piştî ahengeke lêdanê serdar wek laşekî avêtin odeyeke biçûk, ew bi xwe ne ode bû, qasî bejina şexsekîbû, ronahî têde tunebû, piştî demekê hêdî hêdî tîrêjin ronahiyê xwe berdidan hidirê wê tirba biçûk. Janên îşkenceyê dest xistibûn qirika delalîyê ber dilê diya xwe.

Axxx niha diya min çi dike? çi halê wêye? çi bi serê xwe dike? Gelo girî sekinandiye an na? Ev pirsan zora êşê dibirin lê êşa serê wî zêde dikir.

Lawê min dev ji vî karî berde, ku rojekê tiştek bi serê te de bê ezê bimirim, diya wî jêre digot.

Ax diya delal ez nizanim çi bibêjim, erê ez zanim bê çiqas bi te zehmete, lê çi bikim divê ez vê riyê berdewam bikim, eger ez nekim û her kurdek neke, ma wê çawa kurd mafê xwe bistînin.

Bê buha kes nikare mafê xwe bistîne gelî hevalan, eger em xwe nekin qurban bo gelê xwe tu carî em nikarin mafê xwe bistînin, berpirsyarê komîta wan digot.

Raste vaye ez bûme qurban, ez bûme wek qurbanekê di nav destê wan de, ew wek dixwazin li min dikin, ax çima min weha kir, ma ne gotinên hevalê me yê berpirsyar giş rastbûn, çima ezê baş veneşêrim û çima wê li min weha bibe! di heqê min deye, divê li min wiha bibe ku ez fêrbibim, na xwe çima min bi ya hevalê xwe nekir.

Rojnameeeeee, rojnameee, ev çeka weye gelî hevalan, eger win lê ne miqatebin wê bi we de biteqe,

Win zanin ew çawa dige me? bi çi zor û zehmetîyê em wê tînin.

Tevî êşa zêde dîsa Serdar mijûl bû ku wê ji Mixaberatê berpirsyar re çi bêje, divê ew dîsa bêje ku min ew li erdê dît, ji ber çênabe ku ew gotina xwe biguhere,

Eger ez weha bêjim wê ew hîn dîn bibe û dîsa min têxe nav destên van bêbavan , divê ez tiştekî din bêjim, çima ez nabêjim min ew ji pirtûkxaneyekê kirî, na na ma va  rojnama rojnameyeke fermîye ku ez wê ji pirtûkxanan bikirim. Başe çima ez nabêjim yekî da min û gote min bixwîne û dîsa li min vegerîne, na na , wê ji min bipirse ka navê yê da te çiye? Ma ezê navê kê bidim ku herin wî jî bînin, ya çêtir ez bêjim berpirsyrê min ew da min, dibêjin yên navdar nayên girtin, lê ku ji min bipirse,

tu wî di kure nas dikî? tu kengî bûyî hevalê partîyê ? hevalê te kîne ? na na, ev jî nabe, lê ez çi bêjim!

Ji nişkêve matmayî ma û bi xwe re axifî: Çima min rojekê ji berpirsyarê xwe ne pirsî: 

Eger rojekê rojname bi min re werin girtin, divê ez çi bêjim heval?

 

21.04.2005

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002