Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Wergerandin


 

 

 

 

 


Nîkolay Vasîlyevîç Gogol *

Palto

Wergêr:  Narîna Hajo

 

Carekê li bîroyekê li Petrogragê nivîskarek hebû, ew mirovekî hûrik bû, rengê pora wî bi sore ve bû û xwiya dikir ko dîtina çavên wî gelekî kêm e. Ew nivîskarekî ji pêpelûka nehan bû, ew weke wan kesên ko di çîrokan de bi wan tê dikenîn bû. Navê wî Akakî Akêkîvîç bû. Ti kesî nizanîbû, ka kê alîkariya wî kiribû, da ko karîbû bikevê ser vî karî de û yan jî kengî wî li vê bîroyê dest bi kar kiribû. Serkarê wî û nivîskarên din diçûn û di hatin, lê ew her dem li yek cihî bû û yek kar dikir. Ev kar jî kopîkirin bû.

Xelkê êdî behwer kiribû ko ew bi vî rengî û bi wî paltoyê xweyî kevn ve hatiye ser rûyê dinyayê. Roj derbas dibûn bêyî ko kesek guh bidiyê, ta bi deregevanê li ber derî jî guh nedidayê. Deregevan ti caran ji ber nedirabû û carnan silava wî jî nedivegerand. Serkarên wî ti caran rû nedidanê û bi quretî pê re dipeyivîn. Serekê nivîskaran ji bona nivîsandinê pelik didanê, lê bêyî ko ew li rûyê wî meyzênê, wî kar tavête ser masê, bêyî ko kesî zanî bû dide kê? Lê Akakî bêdeng dirabû û dest bi kar dikir .

Nivîskarên xort, yên li bîroyê kardikirin kenê xwe bi Akakî dikirin. Çîrok li ser çêdikirin û ji pêş ve ji hev re digotin:

- Xwediya xaniyê wî ya heftê salî lê dixê û jê re dibêjê ma emê kengî hevdû bikin. Pelik di ser serê wî re hûr dikirin, weke ko berf were xwar. Lê wî ti caran deynedîkir. Û ko wî dev ji karê xwe berdida, ti kesî kêmbûn li cihê rûniştina wî nedidît. Carnan çaxê ko hevkarên wî ew gelekî têşandin û nedihiştin ko ew karê xwe bikê, wî ji wan re digot:

- Dev ji min berdin, ma win çi ji min divin? Win çima wilo li min dikin? Dengê wî û gotinên wî dihiştin ko dilên wan pê bişewitê. Carekê xortekî nû hatibû li bîroyê kardikir, xwest ko weke herkesî pê bikenê, lê ji nişkê ve rawesta weke ko ji xewnekê şiyarbibe. Piştî hingî ew ti caran pê nedikenî û her dem ji xwe re digot:

- Çima mirov birayê xweyî mirov hevqasî têşênê? Gelekî zor e ko tu kesekî weke Akakî bibînî, ko bi tenê ji bo karê xwe bijî û jê hez bikê. Karê wî cîhana wî bû, wî cîhaneke gelekî xweş di kopîkirinê de didît. Wî kêf, xweşî û şahî di nav tîpên alfabêtê de didît. Rojekê serkarekî dilpak xwest ko Akakî bibê cihekî baştir û karekî çêtir bidiyê, lê ev tişt gelekî li Akakî nexweş hat û wî got: - Ez dixwazim vegerim karê xweyî berê, kopîkirin ji bo min gelekî baş e.

Piştî wê yekê êdî ti kesî nema lê pirsî û ew bi tenê ji kopîkirinê re hiştin. Akakî ti caran guh nedida cilan, paltoyê wî dirêj, kevn û gemar bû. Çaxê ew bi rê de diçû jî guh nedida titiştî û hay ji titiştî nedima. Ko toz û gemar ji penceran bi ser serê wî de hatibûna xwar, yan jî ko hespekî serê xweyî westayî danîbûna ser milê wî, dîse wî guh nedidayê û wî bi riya xwe de diçûbûna. Dawî ko ew digeha mala xwe dirabû bi lez cilên xwe diguhartin û xwarina xwe dixwar. Akakî ti caran guh nedida xwarinê jî, rengê wê çilo be, xweş be ya ne xweş be, wî lê nedişkand. Carna mêş û gemar pê re dixwarin bêyî ko pê zanibe. Paşê ew diçû, pelikên ko bi xwe re ji bîroyê anîbûn didanîne ber xwe û ew kopî dikirin. Heke ti kar nebûna wî ji xwe re ji kû bûna karek derxist, lê divabû ko ew roja xwe bi kopîkirinê bibihûrênê. Wî nizanîbû ti mijûlayiyên din ji kopîkirinê pêve bike. Kesekî ew ti caran li şahiyekê nedidît. Lê dawiyê ew diçû nav livîna xwe û bi dilxweşî li hêviya sibe dima, ka bê wê xwedê ji bo kopîkirinê çi jê re bişiyênê.
Ev bû jiyan Akakî. Ew kesê ko sala karê wî dikire çar sed rûbil, lê dîse jî ew pê qayil bû. Belkî jî ko jiyana wî mabûna ta dawiyê, lê zor û zehmetiyên jiyanê li pêşiya wî bûn. Li Petrogradê dijminekî dijwar yê her kesê ko sala karê wî ji çar sed rûbilî nebêhtir bû hebû. Ew dijmin ne ti kes bû ji serma bakur pêve. Her sibeh ji seet heşt ta seet neh rê ji karker û xwedî karan têne dagirtin. Serma di vî çaxî de bêhvilên nivîskarên belangaz dişewitênê û ew nizanin bêhvilên xwe di kû xin. Ew bi tenê karin xwe di nav paltoyên xwe de bipêçin û bi lez bazdine bîroyên xwe. Akakî pê dihesta, ko sermake zor didê navmilên wî û li pişta û wî dixê, lê wî jî xwe dipirsî:

- Ka ev tişt ji ber çi ye? Carekê paltoyê xwe danî ber xwe û baş lê meyzand, wî dît ko çend qul tê de çêbûne û ba bi serbestî di wan re diçe û tê. Êdî zanî bû bê çima pişta wî wan sibehan dişewitê. Paşê wî biryar da, ko paltoyê xwe bibe ba Pêtrovîç, ew terziyê zeyîfî bi yekçav, yê hê karîbû cilên belengzan bidrûyê û pînekê. Akakî çû mala Pêtrovîç. Bi rê de ji xwe re digot:

- Gelo ewê dora çiqasî ji min bistênê? Xwedê bike ko ew serxweş bê, da ko gelek peran ji min nestênê? Hêviya Akakî ne di cihê xwe de bû. Pêtrovîç neserxweş bû, lê ew gelekî ji xwe ne razî bû ji ber ko wî nikarî bû ta bi derziyê ve bikê. Akakî silav lê kir:

- Roj baş!

- Roj baş! Pêtrovîç silava wî vegerand û bi çavê xweyî yekane li tiştê di destê Akakî de meyzand. Akakî nema zanî bû çi bêjê, lê got:

- Pêtrovîç, ez hatime. . . meyz. . . ev. Pêtrovîç zanî bû çi divê. Wî rahişte, palto vekir û lê meyzand. Pêtrovîç serê xwe hejand û got:

- Ev nema çêdibê; nema hêja ye ez pêre biwestim. Dilê Akakî ji cih xwar berda xwar û got:

- Çima Pêtrovîç? Meyzê, bi tenê nav milan qul bûye. . .Lê Pêtrovîç rê nedayê û gotiyê, ko ew nikarê palto çêbikê, û divê ew yekî xweyî nû bidrûyê. Çaxê Akakî ev tişt bihîst cîhan li dora serê wî zîvirî. Lê ji Pêtrovîç pirsî, ka wê paltokî nû bi çiqasî çêbê? Pêtrovîç got:

- Bi sed û pêncih rûbulan wê paltokî gelekî baş çêbibê. Akakî dederkete derve, lê weke ko di xew bê, ew diçû û diçû lê nizanî bû diçê kû? Bi xwe re di peyivî û di got:

- Sed û pêncih. . . Ezê ji kû bênim? . . . Lê çima. . . Ti cara palto ne hêja ye sed û pêncih rûblan. Û wî wilo ji xwe re got û got. Dawî geha biryara ko paltoyekî xweyî nû bidirûyê. Lê ma wê peran ji kû bênê? Ev li ser bextê wî dimênê. Ko serekê bîroyê çil rûblî bidiyê wê gelekî baş bê, ji ber ko çil rûbilên wî jî hene. Akakî di xwest gelek tiştan bi van peran bike, lê ji bo palto dive ko hemû planên xwe ji bîr bikê. Piştî vaqas salên kar Akakî çil rûbil bi tenê dabûne hev. Vir de, wê de. . . dawî nêhta xwe lê anî, ko palto bikirê. Lê ji vê rojê pêve divê ti peran xerc nekê. Divê xwarina xwe kêm bikê. Çaya êvaran nevexwê û mûmê bi şev pênexê, û wî wilo jî kir. Rojekê ew çû cem Pêtrovîç, piştî bazareke dûr û dirêj li ser heştê rûbilî li hev hatin lê divabû, ko Akakî pêşî peran bênê, da ew dest bi dirûtinê bikê. Akakî ji wê rojê ve dihate malê ji dêla ko şîvê bixwê xwe dirêj dikir û wî tanî ber çavên xwe çawa ew paltoyê xwe tênê û li xwe dikê. Li hêviya paltoyê xwe bû weke ko li hêviya hevalekî xweyî delal bê. Roj li pey rojê di çû û hê perê peyde nekiribûn. Lê rojekê serkar ji ber ko karê wî her dem qenc bû şêst rûbil danê. Akakî bi şahiyek mezin vegera malê. Piştre yekrast çû ba Pêtrovîç û pere danê. Sibehekê Pêtrovîç palto anî mala wî. Akakî hew dizanîbû êdî çi bikê? Ew roj ji hemû rojên jiyana wî bi geştir û xweştir bû. Akakî palto li xwe kir û bi serbilindî çû bîroya xwe. Herkesî di zanîbû ko Akakî paltoyekî nû li xwe kiriye. Pîrozî danê de û gotinê de ko divê ew vexwarinekê bidê wan. Akakî nema zanîbû çi bikê û çi bêjê, lê serekê nivîskaran gote wan:

- Baş e, win hemû îşev li ba min in. Emê ji bo paltoyê Akakî şahiyekê bikin. Akakî bi dilşahî vegera malê, palto ji xwe kir, yê kevn anî ber û ji xwe re kenî. Li paltoyê xwe dimeyzand. Ew roj roja pêşî bû ko titişt kopî nekiribû. Êvarê Akakî rabû, paltoyê xwe li xwe kir û derket, da herê mala serekê nivîskaran. Bi rê de Akakî li dora xwe dimeyzand û pişta xwe rast kir û bi riya xwe de çû. Dawî geha xaniyê serkar, ko li tarikeke xweş bû. Xaniyekî xweş û mezin bû. Qelebalix ji oda rûniştinê dihat. Derî jê re vekirin. Paltoyê xwe jêkir û danî. Nema zanîbû çi bikê, lê wan zû ew dît û hatine pêşiya wî, lê belê wan ew zû jî ji bîr kir û çûn bi pelikan leyistin. Akakî nêzîkî wan rûnişt û li wan di meyzand. Piştî kêlîkekê ew westa û xwest herê malê xwe. Wan nehişt û şampanya jê re anîn. Piştî vexwarinê Akakî dilxweş bû, lê dîse bê deng ji cem wan derket, da herê malê. Akakî bi dilxweşî diçû. Li jinên xweşik dinerî û ji xwe re dikenî, ta geha tarika xweyî belengaz. Rê vala bûn, kesek li wan deran xuya nedikir. Çend çiran rehnik didane wê ferehiya di nav xaniyan de. Berf li ser rê bû û dinya gelekî sar bû. Ji nişka ve kêf û şahiya wî çû. Li dora xwe meyzand ji berfê û xaniyê tarî pêve titişt nedît. Çavên xwe girtin, da wan hew bibînê, lê dîse xwest ko çavên xwe veke, da meyzênê ka hê xaniyê wî çiqasî dûr e. Wextê çavên xwe vekirin, du kesên bi simbêl û dirêj li pêşiya xwe dîtin. Wî baş nedidît, lê hema pê hisa ko kulmek li sînga wî ket. Kir ko bikê hewar, lê kulmeke din li devê wî ket. Kulma sisiyan li ûrê wî dan. Ew li ser pişta xwe li ser berfê dirêj bû û bêhiş ket. Kêlîkek tê ve çû bi hişê xwe hat, li dora xwe meyzand ji berfê pêve nedidît. Li xwe nerî dît ko paltoyê wî hetiye dizîn. Bazda, hewar kire nobedaran. Kesekî lê nevegerand. Çû ba polîsan lê bîroya wan girtî bû. Çû mal, lê nikarî bû raze. Roja din ew neçû karê xwe. Ew cara pêşî bû ko neçûbû kar. Dîse ew çû ba polîsan, lê wan guh nedanê. Akakî pê hisiya ko ti alîkariyê nadinê de. Roja din çû karê xwe. Hemû gelekî xeyidîn û her yekî şîretek lê kir. Lê yekî gotiyê:

- Başktir ji her tiştî ew e, ko tu çîroka xwe ji mirovekî bi qîmet û xwedî nav û deng re bêjî. Akakî jî bi şîreta wan kir û çû cem mirovekî wilo. Ew nû zengîn bûbû û ew gelekî ketibû darî çavên xwe de. Ji wilo jî çaxê Akakîyê belengaz kete bîroya wî de bi dengekî tûj û bilind pêre peyivî. Hişt ko ew di cihê xwe de bi mênê û bilerizê. Akakî nema zanîbû êdî çi bikê, yan jî çi bêjê? Lê wî naskir ko ew êdî tiştekî jê re nakê. Bi kul û keser ji cem derket; nema hay ji dora xwe ma. Dibin baranê de di sikakan ve diçû. Wê şevê xew nekete çavên Akakî de. Tayeke giran ew girt û piştî du rojan ew mir. Xwediya xênî ew bir veşart. Li Petrogragê jiyan digera weke ko tiştek nebûbê û weke ko Akakî ti caran nebû. Mirovek mir, yekî ko kesekî ti caran guh nedabûyê. Ti xweşî û şahî nedîbûn. Paltoyê nû her tişt bû di jiyana wî de. Palto şahî xiste jiyana wî de, lê ew şahî gelekî kurt bû. Bakî zer hat û her tişt bi xwe re bir. Nivîskarekî din hatibû bîroyê cihê Akakî girt. Ew ji Akakî dirêjtir bû, lêbelê karê wî ne weke, yê berê rind bû. Akakî mir, lê ne ev e dawiya çîrokê, jiber ko têbayê wî piştî mirina wî hê çend rojan dijiya. Divabû, ko Akakî bê deng ji vê dinyayê neçê. Çîrokin li nav Petrogragê digeran digotin, ko têbayek bi şev li ser pira Kalînkî digerê. Ew têba wek nivîskarekî hûrik e û li paltokî digerê. Paltoyên xelkê ji wan dikê, êdî nema kes diwêrê diza bigrê ji tirsa, ko ew têba bin. Carekê karkerekî bi herdû çavên xwe dît û naskir, ko ew Akakî bû, lê jê tirsa û bazda. Têbayê wî li Petrogragê digera û tirs dikire nav dilê xelkê de. Piştî wê ew mirovê binavûdeng, ko berdabû Akakî pir poşman bûbû û rûyê rebenê Akakî jiber çavan nediçû. Wî şiyande pey Akakî, lê Akakî hingî miribû. Çaxê wî bihîst, ko ew reben miriye, weke, ko bakî zor lê bidê û bêhna wî biçikînê lê hat. Da ew vê çîrokê ji bîr bikê, ew rabû çû şevbuwêrkekê li cehkî şahiyê.bikê Gelek kes li wir hebûn hemû zengîn û navdar bûn, şampanya vexwar û şev bi xweşî biwart. Dawî li paytona xwe siwarbû, gote paytonçî, da wî bibê mala hevalê wî. Ew şeva xweş tanî bîra xwe, lê ji nişkê ve mirovekî ew ji pişt ve girt. Lê nerî, dît mirovekî hûrikî bi paltokî dirêj e. Ew Akakî bi xwe bû. Rûyê wî weke cawekî spî bû û dêhnê têba lê diket. Têba gotiyê, ko tu ketî nav destê min de. Te alîkariya min nekir, da ez paltoyê xwe bibînim. Te dengê xwe li min bilind kir, ez jî ezê paltoyê te bibim. Wî kir ko ji tirsan bimirê û ji hingî pêde wî hew deng li kesekî bilin kir û wek berê negot:

- Tu dizanî tu bi kê re dipeyivî, tu dizanî ez kî me? Hê jî xelkê behwer dikir, ko têba li tarikên Petrogragê bi şev digerê. Lê vê carê ew têba ne hûrik bû, ew dirêj bû û simbêlên wî hebûn. Wî bazdida û di reşa şevê de winda dibû.

______________________________

· Nîkolay Vasîlyevîç Gogol

Gogol Nîkolay Vasîlyevîç (1809-1852) nivîskarekî rûsî bi nav û deng e. Gogol gelek çîrok nivîsandine. Ji wan: Çîrokên petrogradî, Vladîmîrê pêpelûka sisiyan, Revîzor, Canên mirî, Palto û yên din. Çîrokên wî ji rengê kenê di nav hêstiran de ne. Di temenê çil salî de bîr û behweriyên kevneperest lê xwiyakirin, wek di çîroka Cihên bijartî de û di nameyên wî de, yên ji dost û hevalên wî re diyardibe. Komeke nivîskarên rûs yên bi nav û deng, yên rexnevanên reyalîst li pey şopa Gogol çûn. Ew li Rûsya bi navê Dibistana xweristî hatibûn binavkirin.

Ji kovara DUGIR 1, Hezîrana 1995an

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002