Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Goatr


 

 

 

 


Miço Kendeş

Stranên me li xwedîyekî digerin

 

Tevî ku di gellek malperan de ev program bi sertî hate rexnekirin û ji bo ku  kesek nebêje filan kes yan bêvan kes ji MEtv hez nake û helwestên wan yên di paş gotinan de hene, min wek erkekê li ser xwe dît ku ez jî nerîn nerazemendiya xwe  bighînim birêzan berpirsiyarên MeTV.

Gava ku ez bûm mêvanê programa STRANÊN ME di MeTV de, bi rastî min ti caran li vê programê nenerîbû ji ber ku setelîta min tuneye, min ji xwe re  got : wê ew ne kêmî programên ku Barzan Şaswar yan ji ya Zekîya, yên ku ez beşdarî wan bûbûm, be.

Li vir ez ji xwe li ser kêşeyên organîzekirinê nasekinim çimkî ev dûr û dirêj bi gellek girêk in; lê ez hez dikim li ser programê bi xwe rawestim.

Bi nerîna min karê ku ne karê mirov be gereke mirov neke û ziyanê negihîne xwe û yên dora xwe!

Rojnamevanî û pêşkêşkirina programên televizyonê berpirsyarîyeke mezin e û karekî ne hêsane wek ku merov li mala xwe razaye, ne her kes dikare pê rabe: zîrekî, xwe amadekirin, naskirineke rêk û pêk ji mijarê re û rêzgirtina yê mêvan û şêweya wî; tiştin balkêşin ku rojnamevan yan pêşkêşvan nikare ti caran di ser wan  re gav bike: programên tevlihevîyê ne wek programên profesonel in, mêvan filan ne wek mêvan bêvane…

Lê mixabin di şeva ku min roja 15ê Nîsanê di MeTV de dayî û ya ku ez mêvanê wê bûm, bi ser û binê xwe ve dûrî van peresîpên ku merov nikare guh yan jî çavên xwe ji ser wan babide :

- Rêznegirtina yê mêvan û mafê wî di bersivê de: bi rastî pêşkêşvan derfet neda min ku ez ya xwe bibêjim ewî pirsên dirêj û pain dikirin, carna bê wate û bê serî û binî û dema pirsa wî bi dawî dihat digot : va telefonek heye ! Bi vî awayî pirs û bersiv her du jî ji bîr dibûn û bînerên hêja yên ku dema xwe dabûn programê seyr diman (ev li gor telefon, mesac û pêşniyazîyên ku piştî programê ji min re hatin) tevî ku birêz Taha Xelîl li ser telefonê di dema programê de xwest ku derfet bo yê mêvan bê dayîn û gotinên wî bi telefoneke me heye neyên birrîn û jihevxistin.

Ez naxwezim li vir vegerim ser tiştên hûrik di programê de, lê wek mêvan min xwe dît li pêşîya pêşkêşvanekî ku ti tiştî li ser min nizane, tevî ku min ji bo wî gellek gotarên xwe û hevpeyvînên bi min re lidarketibûn şandin, ev xuyabû di pirseke wilo da, helbet yan ku fersend nekete min ku ez xalik ne zelal bikim : çima ez ji Arif Cizrawî bi tenê re distrêm û ne ji dengbêjin navdar wek Baqî Xido û yên din- eger yê pêşkêşvan li berhmên min carekê tenê guhdarî kiribûya dê wî bizaniba ku min ji Baqî Xido, Gerapêtê Xaço, Hesenê Cizîrî û Cemîl Horo re jî strandibû.

Berî pirsa wî min straneke Baqî Xido di programê de strandibû, xuyaye ew li cîhekî din bû gava min strana xwe digot.

- Nasnekirina mijarê: yê pêşkêşvan di pir cîhan de pirsin ku yekî hema hindekî li ser muzîka kurdî zanibe, pirsên bi vî rengî nake û xwe naxe cîhê nezaniyê: bi nerîna wî ti dengbêj yan muzîkkarên kurd yên navnetewî nînin ew bi bîra xwe ya ziwa nizane ku nuha bi dehan nimûne li ber çavanin, dema min got gellek hene û min nedixwest ez wan bi nav bikim, ew bi dû min ket û ez neçar mam ku navan bibêjim: ji Kamkaran de bigere ta Dilşad…

Eger mebesta wî dengbêjên POP MUSIC be, vêcarê ew pirr bi dûrî mijar û mêvan û bînerên programê dikeve…

- Karê ne profesiyonal : min di serê xwe de pirr xalin balkêş bo bînerên hêja amade kiribûn ta ku dema ku dayî me bi sûd be û min hêvî dikir ku yê pêşkêşvan karibe « bi zîrekî » wan vede yan li wan bigere, lê mixabin careke din ew li ser mijarên li akîkê, yên ku merov li ser cadeyê ji çi kesî dipirse, yên ku çi sûd ji wan nayê girtin disekinî. Wî piştî  em telefoneke xwe bigrin pirsa xwe ji bîr dikir û dest bi pirseke din, yeke dûr û dirêj û bê wate dikir ; carne min ji xwe dipirsî : gelo ev çi dibêje ? Çi dixwaze ? Ev çima gezekê li kundir dixe û yekê li xiyar dixe ?!

Ez wek dengbêj û nivîskar bi îhaneteke mezin hest bûm û min xwe di warekî de dît divabû ku ez ne têde ba ma…

Piştî nîvê programê min nedizanî ez bi çi şêweyê diltengîya xwe veşêrim, min kir û nekir ez nurmal bimînim lê ew li ser rûyê min û di stranên min, yên dawîn, de diyar bûn.

Ev rewşê bandora xwe li ser kalîteya strana min jî kir.

Min nema dizanîbo wê çawa program bi dawî bibe û ezê ji vê (werteyê) xilas bim.

Ez ji birêzan berpirsiyarên MeTV û hemî televîzyonên kurdî tika dikim ku  kesên bilind yên rêz û hurmeta xwe û karê xwe digrin, bi rîya hindek pêşkêşvanên ne di cîhê xwe de, nizim nekin û kar û êmekê xwe yê balkêş bê sûd nehêlin.

 

17/04/2005

www.m-kendes.ch

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002