Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Gotar


 

 

 

 


Bedirxan Epozdemir
Di trajedîya gelan de

Barê herî giran li ser milên rewşenbîran e

 

 

Roja 12 Adarê 2005 li Stenbolê, li hewşa DEHAP ya Bağcilar, ji bo salvegera koç kirina duwem û yekem xelata Zimanê Kurdî ya bi navê zimanzan Feqî Huseyn, ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê  civînek li dar hate xistin. Di civînê da nêzikî dused kes bêşdar bûn. Civîn bi axaftina serokê enstîtuyê Şefik Beyaz vebû. Di civînê da xanima nemir Mamosta Feqî Huseyn, Rabia xanim û kurê wî Ferhad Sağniç jî bixêrhatin dane mêvanan û sipasîyên xwe pêşkêşî bêşdaran kirin. Hinek dost û hevalên Mamosta Feqî Huseyn li ser jîyana wî axifîn. Xelata isal, (ku cara yekemîn hate dayîn) ya Zimanê Kurdî bi navê Feqî Huseyn, şagirtê wî Zana Farqînî bi xebata xwe ya Ferhenga Kurdî-Tirkî, Ferhenga Tirkî-Kurdî ji destê Mela İsmet û Şefik Beyaz girt. Her wuha Zana Farqînî jî bi axaftina xwe sipasiyên xwe diyar kir. Divê civînê da ez jî amade bûm. Min jî vê gotara jêr pêşkêş kir.

Hêjayan,

Xwîşk û Birayên  delal,

Divêm, di serî da silaveke germ yê ji kûrayî ya dil pêşkêşê we ezîzan bikim.

Ku ez bi rastî bêjim, ji min ra  şanazîyeke pir paye bilinde ku ez îro di nav  we dost û hogirên birêz da me û di vê roja pîrozda dikarim, li gel we biaxifim. Bizanin ku ev rewş, şewq û  heyecaneke paye bilind dide min.

Heger hun bi rastî ji min pirs bikin, ez navêm li ser jiyana Mamosta Feqî Huseyn bi rengeke kilasik rawestim. Çinkî dema ku em bi renkeke kilasik li ser jîyana hêja û rewşenbîrên Kurda  rawestin, em nikarin pirs û pirsegirikên xwe çareser bikin. Sedem ku jiyan û tekoşîna  Tekoşêr û Rewşenbîrên Kurda li gor Tekoşêr û Rewşenbîrên Cîhanê elalade jîyanek nîne. Jîyana yên me kambaxîyeke pir mezine. Çinkî dîroka Kurda, dîroka trajedîyan ne. Di van trajedîyan da barê herêgiran li ser pişta wan bûye, eza û cefa yê herî giran rewşenbîr û ronakbîrên  me kişandine. Mixabin qedera hemûyan wek hev bûye; tineyî, bêkesî û belengazî...  Û di dawîyê da yan li quncikeke mala xwe, yan jî li goşeyeke nexweşxanê da, bê silav û bê xatir, di nav teneyî û bêdengîyê da koçkirine û çûne.

Tişteke taybetî heye, di dîroka gelan da, ku gelên cîhanê vî ji xwe ra xistine hîmeke sereke û tucar pêşiya vî bernedane. Pewîste Kurd jî dev ji vî hîmê sereke bernedin. Ew civata ku xwedî li rewşenbîr û nivîskarên xwe dernekeve, ew civata ku ala ronakbîrîyê tim bilind neke, ew civat nikare rojên ronahî ji welatê xwe ra jî bine. Ew civata ku hêjayên xwe bîr neynê, yan jî wan ji bîr bike, bide alîyek, ew kes yan jî ew rêxistin nikarin, civateke azad û demoqrat damezrînin.

Wêga ez baş dizanim, ku Feqî Huseyn sax bûya. Yan jî ji bo demek, ji bo pênç deqîqan serî xwe hilda û fekirîya me, wê li ser vê civînê ji te ji me ra niqteyên balakêş bi gota.;

Yekem tê bi gota; Dev ji pesin, metih û fortan berdin. Pesnên min nedin. Çinkî pêwîstîya kesên kesayet têr û tijî bi pesin û metha tune. Ew bi xebat û kirinên xwe kubar û ser bilindin.

Şik tune bî wê me gotarvanan û we guhdaran jî rexne bikra. Wê bi gota; te vê bêjeyê şaş bı kar anî, vê gotinê xelet go, pêwîst bû te wuha-wuha bi gotî ya. Lewra çawa hun jî dizanin Feqî Huseyn di warê zimanda pir hesas bû.


zimanzan Zana Farqînî xelata nemir Feqî Huseyn werdigre

Wê niqteyeke dî jî bi got. Çawa dema dî em jî bûne govan. Ev jî mesela teknîkî ye. Ewî di got, ku meseleyên teknîkî hal bibin, wê gelek tiştên din jî hal bibin.

 Û bêguman tim her tim tişteke gelek giring jî di got; Ku Kurd bikarbin, bi hevra dan û sitandineke xweş bikin, di nav xweşî û başîyê da bin, ji hev hiz bikin, dubendî û dijîyatî ya hev nekin, wê demê tê ber bi dewlet bûnê va here.

Ku hun kerem nişan bidin  min wek birayeke xwe bipejrînin, min pêwîst dît ez ji we ra van xalên jor bêjim. Dîsa bi icaze we divêm  çend gotinên din jî bêjim;

Eger ku hun ji hêjayên Kurd  ji Mamosta Feqî Huseyn hez dikin, yan jî wan divên, ji derveyê gotinan di rêça wan da bimeşin, armanca wan ya pîroz bipejrînin û jîyana wan ji xwe ra û ji malbata xwe ra bixine sembol. Xelata herê mezin ev ji wan ra.

Dema em qedir û qîmet bidine zimanê xwe, ku em nasnama xwe ji bîr nekin, ku em hêza xwe xurt bikin, milên xwe bidin hev, em bi çi rengî, bi çi dengî dibin bila bibin, bi hesteke netewî em yekîtîya Kurd da bixwazin û vê yekîtîyê silav bikin; wê demê wê Mamê Feqî û gelek Mamê Feqî yên di gora xwe bi aramî razên. Wê demê hestîyên wan jan nadin. Wê demê heqê me jî heye ku em bi wan serbilind bin û wan bi gurgur silav bikin.

Biborin, ez navêm dema we zêde hildim. Lê ji bo min meseleyeke dî jî heye, ku li cem min pir giringe. Îro li vir axaftvanên din li gor min êdî azadin. Şaş neyê fêm kirin, lê Mamê Feqî hinek azadîyin ji min sitandî ye. Wek hun jî dizanin, Feqî Huseyn xezurê min bû. Li civata me ji xezurtî û zawatîyê zêdetir me wek du dost û hogiran nas dikir. Du rêwengîyê rîya dûr û dirêj bûn em ji hevra.

Ku meriv ji malbatek bî, yan jî, ji dor û alîyek bî û meriv di civateke başvemayî da bîjî, di gelek mijarada azad kise kirin hêsa nîne. Belkî meriv şaş bê fêm kirin. Lê ez divêm iro piêk azad kise bikim. Yanî xezurtîyê deynime alîyek, çend gotinan bêjim.

Min ji Mamosta Feqî çi fêm kir, ew kî bû ?

Ku meriv bêjê, Feqî di filan tarîxî da, li filan cîh hate dinê, wuha kir, dûr û dirêj  bi rengeke kilasîk jiyana wî şirove bike , meriv nikarê bigêhje hinek encaman.

Feqî Huseyn, numuneyeke pir balkêşe di dîroka rewşenbîrî ya Kurda da.

Ew bûye pirek di navbeyna medresê û dibistanê da.

Mamosta Feqî Huseyn, doh anîye bi îro va girêda ye.

Ku çawa tê zanîn, rola medresêyîyan di dîroka Kurd û Kurdistanê da bi taybetî di warê çand, ziman û wêjeyê da pir-pir giranbûha ye. Pêwîste Kurd vî jî jibîr nekin. Lê ez divêm bi vê bûyînê li vir ez tiştêk vekirî bejim. Ev eynî wext wek dibîstanîyek xwe rexnekirina mine jî. Me qedir û qîmeta  rewşenbîrên xwe yên medresî nizanîye. Ew îdyolojîya teng û hişk  bi salan me di nava serhişkîyê da gevzandî ye. Sedem vî jî me rûmeta van hêjayan nizanî ye. Ev kêmasîyek bûye ji me ra.


Feqî Huseyn

Îro Kurdayetî gelek tişt deyîndarê medresê ye. Medresîyan, hestên netewî dane pişta xwe, xwe bi ziman, çand, edebîyat û tekoşîna me bar kirine, bê westan vî barê giran anîne gihîştandine dibistanîyên me. Dibistanîyên me jî van taybetîyên me yên netewî bi zanistî hevîr kirine û anîne danîne ber me, ku em jî ji wan xwarineke xweş çêkin. Veca li ser me vacibe ku em vê xwarina xweş neşawtînin, agirê wê baş eyar bikin û temêkê xweş jê hilînin. Û malavayî bidine her du alîyan jî.

Dema me van pêk anî, kêfa me ji pir dengî û pir rengîyê ra hat, me tebata hev kir, qet şik û gumana min tune, wê demê wê Kurd azad bibin, bigehjine civateke wekhev û demoqrat. Ez divê bawerîyê da me, tê wê demê Kurd şad û bextîyar bin.

Qasî ku min ji zimanzan Feqî Huseyn fêmkir, keseyeta wî têr û tijî bû. Kêfa wî qet ji “ simsar”ra nedihat û derdê wî yê xwe nîşandan û pesindanê tine bû.

Carna binavê rexneyê hinek ku ji wan ra jî cuwamêr tê gotin, lê reş dikirin. Lê di umura wî da nebû, tenezûlê bersivê ji ne dikir. Çinkî gihişti bû wê encamê ku rexne, metih kirin î reş kirin nîne. Sed mixabin ku hêja jî wek dezgeh di nav Kurdan da rexne û rexnegirî,bi rengeke zanistî rûneniştî ye. Şik tuneye ku êş û azarên me jî hinek ji vê valeyî yê tê.

İro çî di warê sîyasî da, çî di warê edebî da tişten ku bi navê rexneyê têne kirin sosreteke mezine û eleqa wî bi rexnê wa tune ye. Rexne gerek xwedan pêşnîyar û proje bî. Ku tu rabî pesnê yekî bidî, yan jî lê reş bikî, bê pêşnîyar û proje bî navê wî nabî rexne.

Divêm di dawîyê da tişteke dîn jî ji we ra bejim. Ji kerema xwe ra hêjayên me yên ku ji nav netewa gelê Kurd derketine, ji bo rizgari û azadî ya gelê me heya dawîya temena xwe ji tu fedekarîye başva nemanê,yên wek Feqî Huseyn û gelekên dîn, bi pesin û methan neynine serziman û bîr neynin. Wan bi rengeke kilasîk nenirxînin. Ji bîr û bawerîyên wan, ji evînîyên wan, ji delalîyên wan, ji fedekarîyên wan nûmunan hildin, wek xelet bidine zarokên xwe, bidine malbata xwe. Ku hun hêvarê çone mala xwe we ji zarokên xwe ra nego “kapi kapatmişke”, di şuna wî da we zimane me yê delal û zelal bi kar anî, we go “derî bigre” baş bizanin ku wê wê mamê Feqî di gora xwe da rehet razê.

Ku hun li çanda xwe, li zimanê xwe, li nasnama xwe xwedî derketin wê demê tê ruhê wî şad bî. Herê rêzgirtin û xelata mezin ev ji Mamosta Feqî Huseyn ra.

 Pêwîste em van ji xwe ra bixne mîna peyman, wek sond, wek qewil. Bidine xuya kirin ku em di rê û rêbaza wan da dimeşin.

Çinkî ew rûmeta me ne.

Çinkî ew serbilindîya me ne.

Baş bizanin ku di ser rûyê cîhanê da tu neteweyek, bê rewşenbîr, bê nivîskarên xwe gavên xweş û delal navêtî ye.

Ez ji miletê me bawerim. Wê mitleqa ama mitleqa qedir û qîmet bidine hêjayên xwe û tê wan di kûrayî ya dilê xwe da bikolin û cîyê ku layiqin di dirokêda wê wan li cîhê wan da bidine rûniştandin.

Wek her neteweyek, wê netewa me jî bigehêje merheleyên pîroz. Wê welateke azad û demoqrat awa bikin, rûhê hêjayên me jî şad bikin.

Bi van mabestan, bi van daxwazan ez careke din we ji dil û can silav dikim.

Tim şad û serketî bin.

(Ev axaftin, roja 12 adarê 2005 an li Stenbol, di civîna salvegera koç kirina duwem û

yekem xelata zimanê Kurdî ya bi navê Feqî Huseyn ku ji alîyê enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li salona DEHAP ya Bağcilar  li dar hati bû xistin, hate kirin.).

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002