Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Keskesor


 

 

 

 


Arşevê Oskan

Serpêhatiya 6an

 

Her ku dibistan berê zarokên min didin qanûnên xwe, ez jî bêtir wan bi misilmantiyê ve girê didim, xwendina Quranê bi wan didim zanîn, li camiyên turkan.

Wê rojê keça min çûbû dibistanê û çarik li serê wê bû, hevalên wê pê keniyabûn û jê re gotibûn tu terorista Islamê ye û doza hevaltiyê lê dikirin, ku çawa temenê wê bûye çardeh salî û hevalekî wê çênebûye, û di kêmasiyeke pir mezinde dijî, lewra vê yekê hişt ku keça min bê malê û dest bi girî kiribû, ne min û ne diya wê, me kir û ne kir nikarîbûn wê aşt bikrana, ma veya ne sosrete rehme li gora bavê we be ..??!!

Dikin bi zorê yarikekî ji keça min re bibînin, ma qey ezê Sîno jibîr bikin, ku keça wî bi yekî Efrîqî re çû û dema ku bi keça xwe re xeyidî, polisan ew dan dadgehê û serî lê kirin tara bêjingê ew gêjkirin, vêca hema bi nermî ez têm keç û xortên xwe, tevî ku pê dizanim ku, ev jî ne tu çareserî ye, ya herî serkeftî ewe ku ez wan bi dojeh û buhiştê ve girê didim, û bi e`mrê xwedan ve, bawer dikim ev ji hemû şêweyan bi hêztire, li camiyê rojî û nimêj û li malê jî, zimanê turkî, wekî piraniya kurdên me yên bakur yên ku dibêjin em bi turkî bêhtir îfada xwe didin..

Di despêkê de, ez û diya wan bi kurdî bi hev re diaxivîn, û nuha jî temenê min û diya wan nêzîkî şêst salî bûye, zarokan tenaziyên xwe bi me dikirin, dema ku me bi zimanê kurdî bi hev re xeber dida, lê ji bo ku bi ya me bikin, divê em jî bi ya wan bikin û em bi turkî bi wan re biaxivin, da ku bi misilmaniya xwe ve baş bêne girêdan .. ma ne hevpeymaneke başe gelo ..???!!!

 

arsevoskan@hotmail.com

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002