Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Hevpeyivîn


 

 

 

 


Hevpeyvîn bi Keça Kurd re
Jînenîgarî û berhemên dî
Helîm Yûsiv

 

H. Yûsiv: Keça Kurd, çima hilbijartina vî navî ?

Keça Kurd: -Di bersiva vê pirsê de, ez neçarim hinek ji jiyana xwe û ya malbata xwe şirove bikim. Ez di hembêza bavekî xebatker(Emerê Evdile)de mezin bûm. Bavê min yek ji endamên civata xortên dimuqratên kurd li Sûriyê bû û paşê tev li partî dimuqratî kurdistan(Sûriye) bû û berpirsiyarekî herêma Aliyan bû. Bi hoya ku kurxalê min derwêşê mele Silêman yek ji damezrênerê Civata xortan bû, ya ku li sala 1952ê hatiye damezrandin û ev Civat fêrkereke zimanê kurdî e xurt bû; li bayê bezê dest bi hînkirina xortan kirin, da ku bikarin zimanê xwe bi tîpên latînî bixwênin û binivîsin.

Mala me li gundê Abirê bû xalê min li bajarê Qamişloyê bû; tevgera xortan jî ji vî bajarî dest pê kiri bû. Ez li wê demê piçûk bûm û gelek caran ez li mala xalê xwe li rex meta xwe dimam; ez û keçxala xwe Fatim di temenekî de bûn, em bi hev re dileyistin. Kurxalê min Derwêş dersên kurdî didana çend xortan, ji wan jî kurxalê min Evdile, Evdirehmanê Şernexî, Mihemed(bavê Hejar)û ..Şevekê paş ku em ketin nav cihan; bêguman em hemî di jorekî de dinivistin, min dît ku Derwêş çêroka Mem û Zînê ji wan re dixwêne. Ez jî li zarokiya xwe min gelek ji çêrokan hez dikir, vêce min guh bi ser wan de pêl dikir û min nivîn jî ji ser xwe davêt, da ku dengê Derwêş baş bibihîzim. Li bîra min tê, Xalê min çend caran bi min re xeyidî, digot çima tu nanivî?

Ji mereqa vê çîrokê, min sibehê zû ji Derwêş xwest ku min fêrî xwendina kurdiyê bike. Ez hîn bûm û min çend pirtûkên kurdî di nav buxçika pêwistiyên xwe de girêdan û mim birin gundê Abirê. Min bavê xwe hîn kir û paşê mala me bû dibistana hînkirinê, min û bavê xwe, me çend kes ji gundê abirê, ji jin û mêran hîn kirin.

Paş vê hînbûna min û xwendina helbestên Cegerxwîn ji welatperweran re, ez tim di civata bavê xwe û hevalên wî de dirûniştim. Bi vê sedemê û bi wê zarokiya xwe min navek ji xwe re çêkir û milet bi çavekî mezin li min dinêrîn.

Li sala 1963ê me bar kir, em çûna bajarê Qamişlo, vêce her ji ber wê hoya ku ez bi tenê bûm, ku min dikarî helbestên Cegerxwîn serbest di Newrozan de bixwênim; di nav rêxistinên jinan de em bi roleke baş leyistin, bêguman, ne ez bi tenê, lê hevalên min jî, yên ku di temenê diya min de bûn, wek Fatima şernexî, Gulsin, Sînem, û yên ji wan jî piçûktir, wek Siltana Neyo, wezîra pilîko û ..htd

Em bêne ser Keça Kurd, ez di wê tevgera xwe de, li malên Omeriyan, li tara Qudûrbegê li nav jinan digeriham, Vêce gelek ji wan jinan nedizanîn navê min çi ye. Ji cîranên xwe re, ji dost û hevalên xwe re digotin, keçika kurd, hati bû mala me, angu ew keçika ku li ser kurdîniyê diaxive. Vêce ev Keçika Kurd hino hino li ser zimanê miletê min cihê xwe girt. Dema pêşî ku min berhemên xwe li kovaran belav kirin, helbesteke min di kovara Pêşeng de, ya ku partiya Gel bi serperiştiya şehîd Kak Samî Evdirehman der diket, min bi navê Ronak derêxist, Lê paşê min got, ew navê ku ji min re serbilindî ye û civaka kurd li min kiriye, bila ew be.

H. Yûsiv: Ji lêkolînên li ser zimên bigre hetanî bi danheva çîrokên gelêrî, hetanî bi helbest û wergerê. Çi hiştiye ku ev mijarên dûrî hev li cem we bigihijin hev ?

Keça Kurd: -Ez dibêjim ji ber ku civaka me û gelê me yê kurd pêwistî bi hemî van coran heye û xebateke gelek hindik di van mijaran de hatiye kirin, ji lewra û ji welatperweriya me, ne tenê ez, bihtiriya nivîskarên kurd bi gelemperî di hemî mişaran de xepar kirine. Li destpêkê min helbest nivîsî û di bere jî wergerandin û carcar min bawer dikir ku ez dikarim çêrokê jî binivîsim û çend kurteçêrokên min hene; hîn li çapê neketine. Lê paşê min rêyek ji xwe re helbijart, ku ew jî mijara ziman e, ez xwe di vê mijarê de ji yên dî serketîtir dibînim û hêvî dikim ku ez bikarim karekî sûdber ji gelê xwe re pêşkêş bikim.


Helîm Yûsiv

H. Yûsiv: Çi pêwîstî bi nivîsandina Êsê û Bilodo , Şengê û Pengê di dema Internet û gilobalîzmê de hebû ?

Keça Kurd: -Kultûra me a kevin serkaniya çanda me ye û bi saya van çêrok û çêvanok û stranên fulklorî zimanê me  ta niha hatiye parastin. Dema min xwest ez bi kurdî fêr bibim, min berê xwe da gotina kevin û ez bi şûn hevalên bavê xwe de digeriham û di civatên wan de dirûniştim, ji bo ez guh li serpêhatiyên wan bigirim. Û bi rastî ez ji wan civatan gelek fêr bûm.

Mirov dema çêrokên Bayezîdî dixwêne, civaka kurdî a wê serdemê nas dike, Hin bêje ji civaka koçerî fêr dibe. Vêce ji van çêrokan jî bêguman gelek xwendevanên kurdî wê hebin ku çend bêjeyan hîn bibin; hinek ji kevnê xwe jî nas bikin. Divê em nûyê xwe li ser bingehê kevnê xwe ava bikin.

H. Yûsiv: Te ev çîrokên pexşaneyî bi awayekî kêşesaz nivîsandine, di baweriya min de vê yekê hinekî zirar gihandiye herikandin û şayikbûna çîrokê ?

Keça Kurd: - Eger di tiwana min de hebana, bêguman minê bi pexşanî binivîsiya. Dema min dest bi nivîsînê kir, bi vê darêjê xwe pelû ser mejiyê min kir û min nekarî ez bi awayekî dî binivîsim û di demeke gelek kurt de, weha li pey hev hat; te digot ku ez helbesteke dirêj dinivîsim. Li hin cihan min hewl daye ku ez li pexşanê nêzîk bikim, lê dîse min bi temamî nekariye. Lê ez dîse dibêjim ku ji xwendevanî re û bi van hevokên kurt û bi paşbend, tihna pêjneke mûsîqî jê difûre,  ji pexşanê şahîktir û xweştir xwe digihîne derûnê xwendevan.

H. Yûsiv: Çîroka gelêrî divê weke ku hatiye gotin bête nivîsandin yan jî divê berhevkar hinek guhertinan têxîne metnê çîrokê da ku bêtir bête pejirandin ?

Keça Kurd: -Ez ne bi wê rayê re me ku dibêje, weke hatiye gotin, bête nivîsîn. Gelo em dikarin bizanin bê çawe hatiye gotin? Nexêr!  Çêroka kurdî, an jî hemî fulkulora me ji demeke dirêj ve, ji sedên salan ve hatiye gotin; her çêrokbêjek weke zimanê xwe, zimanê ku îro pê diaxive dibêje. Çiqas guherîn bi ser de hatiye, çiqas bêje jê ketine û hinin dî cihê wan girtine!? Çend gotin û çend riste û hevok winda bûne!?

Bi vî awayî em nikarin bizanin ka cara pêşî bi çi rengî û bi çi hûnanê, bi çi zimanî hatiye gotin.

Dema ku ev çêrok ji min re hatine gotin, tenê naveroka wan, min wergirt û paşê min bi zimanê xwe, lê zimanekî kurdî î rast nivîsî. Çêroka Êsê û Bilodo xanima Leylê ji min re û bi zimanê xwe guhest. Leylê ji diya xwe bihîsti bû. Min diya Leylê jî dîti bû; ew bi koçerî diaxivî, lê, Leylê bi zimanekî îroyî diaxivî; bêguman wê nedikarî gotin û hevokên weke diya wê goti bûn ji min re bêje.

Eger li dema Cizîrî û Xanî; baştir jî ku ji beriya wan, mirovine dilşewatên gel hebana û ji nav devê xelkên kurdistanê kom bikirana, wê çaxê divî bû weke dihate gotin binivîsiyane. Li wê demê ew mirovê çiyayî, hîn têkilî bi gelên Tirk, ereb û faris re nekiri bû û bi zimanê kevnar î kurmancî diaxivî.

H. Yûsiv: Nivîsandina wêjeya devkî ya kurmancî di çi astê de ye gelo ?. Heta niha dema kalek yan pîrek dimre bi xwe re çend çîrok û serpêhatiyan dibe gorê ?

Keça Kurd: -Fulkulora me bi giştî û ji demeke dirêj ve, ketiye ber şapa talankirin û linavbirinê. Ne îro, lê ji beriya sedên salan  divî bû me wêjeya xwe a devikî kom bikira; sed mixabin ku dilsozine weha hêja di nav me de derneketin ku bi vî karê pîroz rabin. Ev ji rexekî, ji rexekî dî ve û ev sedema herî giring e; bêdewletiya me û me tu dezgehên taybet bi vî karî nebûn, hem jî qedexekirina zimanê me û çapemeniya bi vî zimanî, hemî ji me re asteng bûne. Wêjeya me ji laşî guh nemaye. Û her kalekî ku dimire, bêguman gelek çêrok, serpêhatî û stran bi xwe re dibe gorê.

Di dema îro de rêbiwarên jiyanê û têkilî asan bûne, bêsînor û bê astengî ne. Li her gundekî, li kuncika her şikevtekê, di bin kumê her şivan û gavanekî de, çend stran û çêrok hene. Niha jî Eger dilxwazê vî karî hebin, dikarin xebateke sûdber bikin; ji beriya ku kal û rîsipiyên me ên ku ta îro bi temenekî dirêj dijîn , pişta xwe bidine me û di tûrikê derûnê xwe de gelek berhemên hêja bi xwe re bingor bikin.

H. Yûsiv: Têkiliya te bi çîrokê re , geh danheve ( Êsê û bilodo..) geh jî wergere ,( çîrokên Ezîz nesin ) Çima ev têkilî di sînorên werger û danhevê de maye û derbasî afirandinê nabe ?

Keça Kurd: -Min berê jî gotiye, li destpêkê min wa dizanî ku her tiştê ji min bê gereke ez bikim; ji ber ku hemî di çemê welatparêzî de, diherikin. Weke palevanekî jêhatî min çend berê zadî dane ber xwe û min dasa xwe avêt, gurzek ji vir û yek ji wir min diçinî. Berhemên min  hemereng bûn; daneheva fulkulor, nivîsîna helbestê, ferheng û wergerandin û li gel wan jî min çend kurteçêrok jî nivîsîn. Yek ji wan ku QELEMÊT RENGÎN E, min di kovara Pênûsê de, hejmara12ê belav jî kiriye.

H. Yûsiv: Di ( Pela dawî ) de hejmarek ji helbestên nûjen hene bêyî ku bandora kêşsaziyê xuyabike. Gelo te çima qonaxê helbesta kêşsaz li paş xwe hiştiye ?

Keça Kurd: -Wa diyare ku we berhemên min hemî nexwendine! Li sala 1996ê bi arîkariya nivîskarê kurd Evdilbaqî Huseynî du gurze helbest li ser kembiyoterê nivîsîn û belav kirin. Di wan du gurzan de hin helbest hebûn ku kêşesazî bûn.

Ez li temenê duzde sêzde salî fêrî xwendina kurdî bûme. Ta demeke dirêj, bihtir ji pazde salan min şev û roj helbestên Cegerxwîn dixwendin û wan helbestan karekî xurt li derûnê min kiri bûn. Dîwanên Hêja Namî çapkirî nebûn, lê helbestên wî kit kita diketin destên min û min ew jî jiber dikirin. Herweha helbestên Hezîn(Mela Beşîr) min dixwendin. Vêce ku min dest bi nivîsîna helbestê kir, bêguman weha bi hesanî min ne dikarî ez xwe ji qewareya kartêkirina helbestên cegerxwîn û yên Hezîn rizgar bikim. Hin caran ez diketime gumanê ku min malikin ji yên Cegerxwîn di nav helbesta xwe de nivîsîbe. Û taradeyekê helbestên Namî jî li min kar kiribûn.Wek vê helbesta min û çend malikên wê:

Tu hînî ziman be, bixwêne jinê

Nemîne nezan û li jorê tenê

Bibîne li nexşên welat û gela

Bi xame bihûne li nav rûpela

Helbesta Cegerxwîn:

Ey keçê rabe bixwîne da tu serbest her bijî,

zû ji xew tû ser hilîne bes bimîne bê mejî

Çend malik ji helbesteke Namî:

Birayên delal hun werin xortino

Buhuşt e welat dem herin merdino

Eger hun newin vane keç em meşîn

Besin koletî serfiraz em bijîn.

Çend malik ji helbesteke min:

Werin xortino em herin bo şere

Bi hêz û bi dengê keçan rapere

Bi rast û diristî tû çek hilgire

Biçin gaziya gundî û karker e

H. Yûsiv: Di lêkolînên xwe de te berê xwe bêtir daye Xanî û Cezîrî, lê di helbestê de heta dawî tu dûrî şêwaza wan çûyî ?

Keça Kurd: -Min di pirsa berê de bersiva vê pirsê daye. Lê dîse ezê mînakekê ji helbesteke xwe bidim we ku li helbestên Cizîrî ve nêzîke:

Xuncegule, serê dil e

Tam hingive tev kakil e

Şêrîn meş e, xeber xweş e

Gula min e, her dem geş e

H. Yûsiv: Mijara Qamişlo, weke bajarê te, her di helbestên te de du-bare dibe, ev yek çarçova mijara helbestên te teng nake gelo ?

Keça Kurd: -Eger min hej Qamişlo nekira, bêguman min nedikarî ji welatê xwe jî hez bikim; ew axa ku mirov li ser mezin dibe ewende bi mirovî şêrîn dibe, êdî tev li xwîna wî dibe, ku tu car nikare bi cihine dî biguhere û ew hejêkirin dibe haveynê hejêkirineke mezintir, di qewareya welatî de û kûrtir dibe. Lê mirov hest bi wê hejêkirinê nake, ta ku jê dûr nekeve. Eger ez ji Qamişlo dûr neketibama, dibe ku min li ser Qamişlo ne nivîsîba; ev jî ji êşa biyaniyê ye. Û corek ji wêjeya biyaniyê û tehliya wê ye, Helbesteke min bi navê Qamişlo heye, yek bi navê bajarê min û yek jî tarika min; bêguman ji bajarê min, tarika min û Qamişloka min welatê min pêk hatiye.

Dema ku ez dibêjim:

 Qamişlokê

Li ser çengê balindeyê vê dûriyê dilerizim

Li pêsîra bîranînan dipûnijim

Ji henasa xwe dikêşim wî şîrikê zilgenim î

Çolheşîna rojgarên te

Li xûsiya  çi dûriyê

Naqerise hingivînê balkêşiya evîna te

Û li yeke dî dibêjim:

Kolana min!

Bi laşê xwe

Gelek ji te ku ez dûrim

Hemî av û bejna zevî

Bi wî benê xembariya xwe dipîvim

Hewl û koşeş

Bo dîtina civatên te, dixwazim ku

Ber bi te ve her bibezim

 Di van malikan de bihna diltengî û nexweşiya biyanîyê jê difûre.

H. Yûsiv: Piraniya helbestên te girêdayî mijarên welêt yên siyasî ne. Ev jî pirsekê tîne holê, gelo ji derveyî vê pirsgirêkê helbest nikare ji xwe re naverokekê bibîne ?

Keça Kurd: -Eger ez bi xebata welatê xwe ve nehatibama girêdan û ez di êşa kêr û komkujiya gelê xwe de neşewitîbama, ez nedibûme helbestevan û ezê niha ji jineke normal jî kêmtir bama. Bêje, çima! Sedema ku dê û bavê min mirovine gundî û nexwendevan bûne. Lê ji welatperweriya bavê min bû ku ez serbest kirim û ez rêkirime Kurdistana başûr da ez li zanîngeha Silêmaniyê, beşê ziman û toreya kurdî bixwênim.

Beşê dî ji bersiva we; raste ku bihtiriya naveroka helbestên min siyasî û welatperwerî ne, lê digel wê jî min helbestine dûrî vê mijarê jî nivîsîne. Min helbestin ji bo zarokan jî nivîsîne, wek:

Wa dayika min! ev navê şêrîn

Dilopek hingiv li nav zarê min

Li hembêza te germa dayînî

Ku hingivî min, rengê jîndarî,

Xunavek digre rûkê gula min

Li yeke dî jî ez basa xalxalokê dikim:

Demek li wê bûme xwedî

Li nêçîran bûme kedî

Li hestekî ez hilçenîm

Bi dîtina wê ez kenîm

Dema ku kurê min Dilêr ji min dûr ket û çû poloniya bixwêne, du helbest ji bo wî min nivîsîn û di vê ya ha de, dibêjim:

Ji bo kurê xwe çi helbijêrim?

Baştirîn gotin ji cergê daykê

Ji kehniya dil

Xweştirîn awaz ji devê bilbil,

mistek ji avih ji nav rûyê gul

ji rojê perav

ji berfê lêlav

Li bayê welat, li asmanê(Wûç)

Li rû stêra te a çirîsok

Xweşî bidêrim

Silavên daykê, perda parêzî

Bo te dinêrim.

H. Yûsiv: Diyare kesên ku lêkolînan li ser zimên dikin ji her kesî bêtir tevliheviyan di zimên de çêdikin. Weke mînak, te di pirtûka xwe de hevaltî şaş dîtiye û di pirtûka dî de di rûpelê yekem de vê peyvê bikartînî ?

Keça Kurd: -Ez ne bi vê raya wer e me. Tevlihevî bê lêkolînên zimanzanan her heye. Ez raya xwe bibêjim, an jî nebêjim tevlihevî heye; kes ji mîrnişîna xwe nayête xwar û her yek weke zimanê diya xwe dinivîse. Lê ji bo hevalî, an jî hevaltî, hevalî a rast e. Û eva ha li gora hin bendên zimanî ne, wek: hevalî, giranî, arzanî û biratî, paşatî, cihûtî. Kengê tîpa dawî ji bêjeyê dengdêr hat wê demê paşpitika(tî) distîne. Lê çima min jî şaş nivîsiye; evaha vedigere wê yekê ku şaşiyan cihê xwe di nav can û mejiyê me de çêkiriye; êdî bi hesanî em nikarin xwe jê rizgar bikin. Ev ji rexekî, ji rexê dî, eger hun berhemên min ên berê weke wergerandina çêrokên Ezîz Nisîn û helbestên min yên ku di kovarên Gelawêj, Zanîn, Aso,..de bixwênin, bêguman gelek şaşî berçav dikevin; ji ber ku ez jî weke gelek ji nivîskaran, nivîskar bûm, ji beriya  ku ez bendên zimanê xwe fêr bibim.

H. Yûsiv: Piştî Cegerxwîn helbesta kurmancî nikare dakeve nav xelkên me û bibe zimanê êş, derd û kul û hesret û daxwazên wan, çima ?

Keça Kurd: -Neku helbesta kurdî nikare dakeve nav milet; di roja îro de, milet gerekê wê helbesta firmêskrijêner nîne; gelê me ew qunaxa navlêdan û hestên nazik derbas kiriye. Cegerxwîn di demekê de hat ku helbesta wî zengilê di guhê  xeweke giran de bû. Pêwistiya wê qunaxê bi yekî weke Cegerxwîn hebû; bi zimanekî sade, bi zimanê civakê biaxive û wan bi sirûdên niştimanî sergerm bike.

H. Yûsiv: Beşdarbûna jina kurd di edebiyat û toreya kurmancî de di çi astê de ye ? Li gor daxwazê ye gelo ?

Keça Kurd: -Mebesta we toreya bi kurmanciya bakur e, mixabin ku hevpişkiya jinê di vê barê de, ez dikarim bêjim ku gelek lawaz e; li gora ku em dibêjin bihtir ji 20 milyon kurd bi vî zaravî diaxivin, gelo navê çend jinên wêjevan û torenivîs hene!? Di baweriya min de, ev jî vedigere ser rewşa gelê me; hindik ji keçan hene ku xwendina xwe dibine serî û hejmareke bê pîvan ji jinê nexwendevan e. Û ya xwendevan jî paş ku mêr dike, tenê wa têdigehe ku karê wê çêştxane û zarokanîne; li gelek waran mirov jina xwendevan û a nexwendevan ji hev cihê nake.

Jina kurd ne li gor daxwaza vê qunaxê ye; mebesta min ji jinê li bakur û rojavayê Kurdistanê ye. Bi rastî ez nikarim bi temamî li ser jina kurd li başûrê Kurdistanê biaxivim. Û kurdistana rojhelat jî, ez dibînim ku jin bi carekê bêdeng e; xwezîka me bikariya pêjnek jî jê bikira; heme çiqas nivz û kêm jî ba, xem nedikir.

H. Yûsiv: Dengê jina afirêner hîn qelstire, di vê derbarê de, hûn ti cudayiyê di navbera berhemên jin û mêr de dibînin, ango taybetiyên nivîsandina jinê hene yan na ?

Keça Kurd: -Ez ti cêbûn û newekheviyê li navbera berhemên jinê û yên mêr de nabînim. Toreya gelê me bi têkrayî, naverokeke niştîmanî û siyasî ye. Xema wêjevanê kurd kêşa gelê wî ye; kêşa jinê li beramberî Enfal û Helebçe, gelek piçîke û vê jî hiştiye ku em mijarên çînayetî û mijara jinê û mafên wê ji bîr bikin. Bi qasî Ceqerxwîn bas li kêşa jinê û mafên wê  kiriye, tu jinên torevan bas lê nekiriye; ji ber ku rojekê ji rojan baweriya Cegerxwîn bi rêbaza komonîstan dihat. Angu ez dibêjim, me torevaneke jin nedîtiye ku toreya xwe di xizmeta mijareke taybet de, bi mijara jinê  û mafên wê, an jî li ser zor û sitema li jinê tê kirin terxan bike; me ew jin nedîtiye, ya ku weke(Newal Sadawî)weha aşkere bergirî li mafên jinê bike. Ji berku me hê kirasê tirsê li ber xwe nedirandiye. Dibe ku gelek tişt di serê min de hebûn û îro jî hene; lê min ew degelî û bistehî nîne ku ez kula dilê xwe verêjim.

............................................. qediya……………………......

Berhemên Keça Kurd yên çapkirî :

1-                 Qesara min – Helbest – Beyrût 1996.

2-                 Kopê Qurbanî – Helbest – Beyrût 1996 .

3-                 Zayenda mê û nêr – Lêkolînek di giramera zimanê kurdî de -2001.Berlîn, ji wesanên Havîbûn.

4-                 Pela dawî – Helbest – 2002.Berlîn-Havîbûn.

5-                 Êsê û Bilodo – çîrokên zarokan – 2003.Berlîn – Evra.

6-                 Paşpirtûka ( Zayenda mê û nêr ). 2004. Berlîn – Havîbûn.

..... Herweha çend berhem ji erebî wergerandine kurdî, ji wan :

1-                 çîrokên hilbijartî, ji çîrokên Ezêz Nesîn.- Beyrût 1990.

2-                 Mihemed Mele Ehmed, Xoybûn, civata serxwebûna kurdî ( 1927-1946 ) şam 1993.

3-                 Mihemed Mele Ehmed, Peywendiyên kurd û Ermeniyan- 1994.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002