Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


keskesor


 

 

 


Selîm Berekat

Miletê di devê nîşana tivingê de

 

Vê carê, dê mirîşkên xwe, berxên xwe û dê şan û deqên xwe yên kurdiyane bavêjin ser milên xwe û ber bi Ewrupayê ve biçin. Û nijadên dîtir ên jînxweş jî; dê sedemên vê lehiya mirovî ya ko di zivistana cîhanê de dest pê dike, dê di stûyên hevûdû xînin. Û pişt re dê çi bibe? Serê xwe neêşînin, kurd in, ji ber zorbaziya leşkeran, û zorbaziya pêdiviya bo dîmenê; dîmena ko gerek paqij bimîne, direvin.

Di vî warî de tukes nikare destê xwe ji rêberiya tawanbariyê bişo, hemû hevbeşên(şirîkên) vê ji paş de xapandinê ne, ji Qumê hetanî bigihêje Xaniyê Spî yê li Waşingtonê.

Soz û peymana hevbiratiya di ayînê(dîn) de dane yê kurd lê zimanê wî riswa û bêrûmet kirine.

Soz dane yê kurd ko êdî piştî hilweşandina zorbazî û stemkariyê, dê li hemberî yasayê(qanûnê) serkeftinekê bi dest wî xînin lêbelê yê kurd di dorpêçkirina nenas de hiştine.

Soza dadperweriyê dane yê kurd; dadperweriya ko dê wî mîna hevbeşekî li çarenûsa wî ya windayî vegerîne lêbelê çek û alavên cengê bi ser dijminê wî de barandine.

Herifandina desthilata Iraqê nediket bîra -û ne jî dê têkeve bîra- pişgirên rizgarkirina Kiwêtê. Ew bi xwe hatin herêmê da Îraqê vegerînin şikeftê û dergeh jî di dest xwe de bihêlin da ko, bac li pey bacê, oqyanosa petrolê zuha bikin û bi wî samanî ji nû ve gemiya cengê û ji nû ve laşê leşkerê rojavayî durist bikin.

Kurdê ko ji xewna rizgariyê re dilîland hate xelat kirin û Îraq bi xwe jî hate xelat kirin: Yê kurd vegerandin labîrênta pevçûna di valahiyê de, û hevbeşê wî jî li Sedamî vegerandin, da ko hêviyên wan bi tevna ji birçîbûnê bêne dorpêç kirin, û perdeya tenik hêdî hêdî bi ser cîgehê veçiryayî de hate berdan.

Meydana mirovê kurd mîna baweriya wî ye: Neh rexên zemînê hene, qenebe ji rexekî, alîkariya ko hebûna wî biparêze dê bigihêje. Û bi rastî jî gihişt,

alîkariya kuştina wî gihişt.

Îrana olperest dê tevgera miletekî cîran ko rehek ji rehên giyanê wî dirêjî îranê bi xwe dibe, her û her napejirîne; dê tucarî jî bi çavên hevbiratiya li ber destê Xwedê li vê tevgera wî temaşe neke.

Dê her carê desteyekê ji rihên miftiyên ko, dizanin çawan cihêxwazan sucdar bikin, diyarî wan bike.

Tirkiye jî dê ji dergehê "himbêzkirina" valahiyê derbasî nava dîmenê bibe; valahiya ko mîna textê jinanînê, rojavayê ko terazûya(mêzêna) ´itaran hildigire, jê re amade kir.

Êrîş li pey êrîşê dê cîgeh tar û mar bike û bide pey labîrênta ko ji hinavên hebûna wê ya nediyar hatiye afirandin. Şûşeyeke rojavayî ye û zeyteke islamî di hindirê wê de ye û xwarinçêkerek wê dibe metvexa xwe ya perde girtî, û firax tarî.

Tirkiye wexta ko di meydanên gulebarandinê de giyanê mirovê kurd ji xwe re dike pêşangeh, dê xelata xwe ji rojava bixwaze, xelata xwe ya ji boyî rola pasvaniya dîwarên rojhilatê, û ji boyî serkêşiya wê ya di warê serrastkirina bûyerên ko, ji ber neguhdana rojava û tevliheviya siyasetên rojava li Kurdistana ji yasayê hatiye valakirin, derketine.

Dê Tirkiye bizanibe ko helwesta rojava ya bi mebest û plankirî ya li dijî serbixwebûna kurdan, piştî valakirina Kurdistanê ji Sedamî, ko ev bi xwe diyariyeke ne eşkere ye bo wê. Lewra dê hewl bide ko vê diyariyê bi awayê têkçûnê ronî bike: pêwist e ko ez vê tevliheviya bê ser û ber rawestînim û valahiya yasayê himbêz bikim.

Dê Tirkiye li ser rewşa xwe ya eşkere wisa bibêje.

iyarî jî bi lêmiqatebûneke dijwar sextekirî ye. Digel ko rojava bi mebest guh neda ezmûneya (tecrube) kurdan û ne jî hewl da ko vê ezmûneyê bi alîkariya aborî, îdarî û bi pend û şîretên plan û projeyan, dolmend bike, di gel vê em dibînin ko stûnên hêza hevbeşa Natoyê ji çekên Elmanyayê ava dibe, û Emerîkayê jî çavên xwe li mavên mirovan û şaxên wê yên serberdayî û bêhiş yên ko di bin çengê keça wê ya delalî de diqewimin, digire, û wê ber bi Israîlê ve dikişîne da ko çareyekê ji nasnameya wê ya ko di rojhilata tarî de hatiye derizandin, bibîne.

Li vir eger fikir li biranên(burhanên)zelaltir bigere, em dê bibînin ko xwarina herî paqij a ko laşê rêxistinê pê tekûz dibe li dijrawestana Yekîtiya Ewrupayê bo endametiya Tirkiyê ye. Li vir her ko Tirkiye, di guftûgoyên demsalane yên endametiya rêxistina xwe de, ber bi koşeyeke dûr ve dehf didin, Tirkiya jî radibe ser piyan û dest bi gazinan dike û li ser neheqiya ko lê dibe dipeyive, general û kolanên wê yên nixumandî di van gazinan de hevbeş in. Lewra berê xwe dide tolgirtinê; û tola xwe ji miletê kurd ê ko, jînnameya xwe bi zimanê xwe dixwaze, distîne; çinkî hê di bin siya qanûnê de nasnameya Ewrupayê wernegirtiye, newergirtina vê nasnameyê jî kuştinê berfirehtir dike.

Himbêzkirin, ev peyva ko mîna agahdariya ji keşeya tolgirtinê bo semta cîhan hatiye pêşkêş kirin, wexta ko pirs bibe pirsa mirovê ko nasnameya wî têt riswakirin, û mirovatiya wî jî têt bêrûmetkirin, wê çaxê çareseriyek ji taybetmendiyên wê re têt dîtin.

Zorbazî nayê himbêzkirin.

Zorbazî rexne dibe, rexneyeke ko piçekî wijdanê xwe pê haş dikin, lêbelê himbêz nabe.

Yekîtiya Ewrupayê dikare Tirkiyê, bi awayê ko wê di rêxistina xwe de himbêz bike, ji astenga wê ya qederiyane birevîne.

Wê wextê dê laşê Tirkiyayê hînî xwîna çavdêriya dijwar a dezgehên Yekîtiya Ewrupayê bibe, herwiha dê reh û damarên wê jî xwe li gor daxwazên hevbeşiya peymana rêxistinê, biguncînin. Lêbelê hewldana avêtina barê bişûndexistina revandina Tirikiyê ser milên diroka Yewnanê ya ko di gel bîrûbaweriya ji destçûna Kostantînpola wendayî li hev nake, ev hewldan ji alî tevn û ristina xwe ve pir lawaz e.

Helmut Kol dê ji bo ronîkirina vê astengê nîvê rastiyê dibêje: Tirkiye mislman e. Ji bo serrastkirina wateya vê hevokê dê şêwirmendê Ewrupayê Den Brock şiyaneke exlaqî terxan bike û bibêje: Li Ewrupayê yanzdeh milyon misilman hene. Nîvê mayî yê rastiyê jî di navbera pişgiriya Kol yan a Brok de dabeş dibe..

Îca roja yê kurd jî di vê koraniya bêrûmet de hiltê; mîna piştiyên pûş li ser serê keçên bêhêviyê û dayikên wan hilgirtî, hiltê. Dayikên ko di pevçûna "mayîn ji bo yê çêtir e" li ser xaka ko bi valahiya hêrayî wêranbûyî ye, talana berfireh û dolmend, dizên.

Di vê bawîbûna exlaqî de hemî wekî hev in, tu kesê mafdar nîne, yan jî tu kes nikare hinek rastî û maf çêbike. Lê nîvê gazinan dê ji partiyên pevçûyî yên kurdistanê bê kirin, ev jî rast e, heq e, lê rastiyeke lawaz û ji hevketî ye.

Ma qey ji kurdê ko ji hevbeşiya hebûn û amadeyîyê bêpar hiştine, bendemana çi dikirin?

Û bi kîjan cegerdariyê ji kurdê talanbûyî dixwazin ko bibe nimûneya herî zelal a nijinandina bayê kurdistana perçebûyî?

Tovên "Ezmûneya kurd" di zemîna ji kevir de ko nayê çinîn, bi lawazî geş dibûn.

Ji bo yê kurd jî pangavek ji lêewlebûna pêwist peyda nebû da ko tê de bi cî bibe û şarezayiya xwe ya di warên rêxistinî û peywendiyan de hilbijêre, damezirîne.

Xewneke xwexapîn bû; di hilatina bi lez ya hêviya têkçûna Sedamî de ji dayik bû.

Asêgehine bê dergeh xwe spartin sozên rojava yên parastinê; parastina ko pişt re dê bigihêje û dê "Pasvanên Komara xwînrêj" vegerin " Xaka Azad".

Parastina di çarçewa gotinê de,

Parastina ko bi mayîna Sultanê tirsnak re lihevhatî ye. Parastina bêyî ko rojava rê bide kurdan da derfeta rehdaçikandinê û xweparastinê bi dest xînin, bêyî ko hokerên jiyanê ji wan re peyda bikin û stûnên sînaeta biçûk xurttir bikin, û "Parêzgehê" ji abloqeyê bi dûr xînin; abloqeya ko qezencên qulên baca (gumrika) wê dê bibin çrîskên şiyarbûna ji xewnê.

Herwiha "Parêzgeh" bi xwe jî, bi xwespartina çewtiya rehdaçikyayî ya parastinê û wateya wê ko li ser têlên cilşûştina leşkerî li Încîrlikê raxistîne, qulên wê pirtir bûn û di wan qulan re qasidên cîranan dest bi serdan û hatinên xwe kirin, û sozên wan jî hergav sozên "piştî bi dawîhatina rewşa ewarte" bûn.

Îran, desthilata Bexdê, û Tirkiye jî, li ser hilweşandina

avabûna laşekî nû bi hev re û bi mijûliyeke bêwestan hatin bişaftin; laşê ko belkî pêvajoyekê ji xwe re bibîne û taybetmendiya Kurdistanê bi xweşiya mafê mirovî di hebûneke dadmend de û dûrî zorbazî û stemkariya dorhêlê, biafirîne.

Zorbazên ko bi dilreqî destên wan dirêjî wî alî deryayên cîhanê dibin da ko cihêxwaz û azadîxwazan bikujin.

Ji bo hilweşandin û çewisandina daxwazên avakirina laşekî kurdî sedem wek tiriyê çiriya paşîn baş stewiya ne.

Di şûna wan de jî daxwazên parastina regez serî hildidin. Tirkiye, bivê nevê, bi amadebûneke ewrupiyane, li derveyî çavdêriyê ye.

Îran jî bi hemî berjewendiyên xwe di rolên herêmê de xwedî cî ye.

Û sibê jî dê Pasvanên Komarê (leşkerên taybetî yên Sedam in) li parêzgehê vegerin.

Îca yê kurd dê çi bike ji vê rastiyê; rastiya ko di çolistana rût de ya ji bayê hesinî, wek serçavka Aliksander Domas a hesinî, serê wî dorpêç kiriye?

Û ji dema ko hebûna vî miletî bûye peyama dilxwaziyên tirk û ereb û eceman , her beş, reh, êl, binemal, tîr, xwe davêje parastina ewliyakî derewîn da ko talanan ji aqilê yasayê ji dayik bike.

Ji vir revyayî ye. Ji wir revyayî ye.

Ji Bexdê ber bi Tehranê ve direve.

Ji Tehranê ber bi Bexdê ve direve.

Ji Enqerê ber bi Şamê ve direve.

Sêkoşeyeke leşkerî ye, her desthilatek wê ji bo tirsandina yê din bi kar tîne.

Û ji bo yê kurd jî, eger serî hilda, tu çare nîne, ji bilî ko li kelekekê siwar bibe û berê xwe bide oqyanosa avê.

Têbînî: ev nivîs ji Kovara DUGIR 8 Zivistana 1998an hatiye girtin. Navê wergêr ne diyar e(sernivîser).

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002