Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Helbest


 

 

 

 


Saxiya stêrka birîndar, ya li ser eniya te
Saxiya herdu çavên te yên şaşmayî

 

Saxiya stêrkeke, li ser enya te...

saxiya roka ku bi hezarê caran tu anî jînê...

xweşik û bînxweşkirî tu bi ser êvaran de hilat, û çermê xem û dilzariyê ji ser wan rakişand, ji tariyê tu hilat û bû ronî..

tu hêjayî pêkêfxweşbûn û şahiyê yî…

şahiya ku tu bi yasemîn û Endeko û hemû gulan nixumandî, ji rojhilatê Cezîrê ta

 rojavayê wê û ji çiyayê Ebdul Ezîz ta çolên Mêrdîn û girê Moza..

Saxiya serkeftin û serbilindiya mezin, ya ku tu pê ji rêwaniya xwe ya Odîsî vegeriyayî, ey kurdê zora pêlên bilind bir û bi serket..

ji Nesrîn û kulîlk û gulgenimên di hatina te de şîn hatin,

û bêtir kesk bûn re pîroz be..

Ji deşt û zeviyên bêriya te kiribûn re pîroz be...

ji dayikên dilfireh û bi aram re pîroz be,

ji dildaran re..

***

maçek û guleke bi hemû bîndariya xwe, ji her bejneke bilindmayî re,

ne xwar bû, ne şikest..

Îro Qamişlo bêtirî bûka bakur e..

û Amûdê bêtirî yara bavê Mihemed e..

Dêrikê û Serê kaniyê bêtir vedibriqin..

çi şadî bû we bi ser her malekê û taxekê de reşand?

çi serbilindî bû?

her dilekî bi rûmet jibo we lêda û kêf kir,

her giyanekî jibo we saz û stran gotin..

salekê hûn mezin bûn, na rojgarekî, û kurd bi we mezin bûn.

***

spas ji tengasiyan re, ji rojên dijwar re, me amade dikin,

spas ji lîskgehan re..!!

spas ji enya te ya birîndar û çavên te yên şaşmayî re..

spas ji vê fêraneya kûr re, fêraneya ku ji xwendin û şirovekirina wê re lêkolînvan divên, helbestvan û têkoşer divên..

hûn hemû di awazzanîna hezkirin û enîhilmiştiya bêdeng de nivîsine xweşik bûn… 

ji ber ku heta berî aniha, ax û ahîn jî bihayê wan pir giran bû.

 ***

Niha em dibêjin: wan ji dayik û jin û bêrîkirina dildaran re bihêlin..

barê wan bi hezkirina xwe giran mekin..

ne tenê saleke ji westandinê, wan qedandiye..

pir maçî wan mekin, pir hemêz mekin..

destlibakirinek bese,

gulek bese..

bihêlin ew wekî zarokên di malzaroyan de razên..

û sibe emê bêtir maçî wan bikin, bêtir hemêz bikin..

bi xatrê we ey serbilindên vegeriyayî, war bi we xweş û şa ne...

tirej.net/com

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002