Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


çîrok


 

 

 

 


Perîwn Elî

Pîrkê
Me sînor derbas kirin

Wergerandin ji Elmanî : Xelat Ehmed

 

- Pîrkê ji me re çîrokekê bêje.

Neviyan ji pîrka xwe weha hêvî kirin.

- Ma we çîrokeka çawa divê ?

- Yeka ku bi rastî çêbûbe.

- De başe, de naxwe rênên û guhên xwe bidin min: Di şeveka sayî de vê çîrokê dest pêkir.

- De, de, bilezînin li Utombîlê siwar bin. bi dengekî nimiz bav got, dayikê bi destê Leylan û Hêmen girt û ew xistin utombîlê. Xalê wa - zilamekî girsî beden saxlem- bi lez û tirs û bihin teng çentên wan avêtin pişta utombîlê û ew jî bi wan re siwar bu. Zîqînî ji tekerên utombîlê hat û ajot.

Leylanê bi hestên xwe ne rehet bu, li rûyê dayika xwe dinêrî û pê dizanî ku tiştek ne sazkar heye. Rûyê dayika wê rehit û tirsiyay dixwiya, ne wek yu caran bû.

Dayika wê jêre gotibû ku ew ê herin ba mala bapîrê wan, lê Leylanê bawer nekir. Hezar pirsan xwe di serê wê de dihilavêjt: ,, çi li vir çêbûye?, em ê bi kude herin? çima tev wisa rehit in? çima dayika wê berî du roja pirtûk û kaxezên xwe tevde şewitandin?.....her wisa pirs li pey pirsê di hişê wê de vêdiket heya di xew re çû.

Di wextekê de, nêzîkî  kat 16 utombîl rawestiya, di kolaneke teng de, bihna lastîka şewitî dihat, Xalê wan peya bû, zavayê xwe himbêz kir, Hêmen bi sînga xwe ve şidandin û dûre tijê sîng û zendên xwe xatir ji xuşka xwe xwest, çaxê Leylanê da ber sînga xwe , êdî ba di sînga wê re derbas nebû, hingî wî bi destên xwe yên saxlem ew bi sînga xwe ve şidand, tijî rûyê wê yê piçûçik maç kir û ji wan dûr ket. Keçika şeş salî baş tê ne gihişt bê çi heye, lê tu tişt ne got.

Şifêrê ku pala xwe dabû utombîlê û di wê demê de ji xwe re çixarek vêxistibû pirsî: ma em vêca ne ajon ? bavê wan serê xwe bi erênî hejand.

,, De başe ,, şifêr dev li ken got. Careka din tevde siwar bûn. Leylanê di pencerê re dinêrî, ew ketibûn bajarekî ji xaniyên bilind ava bibû, pir bi qerebalix û kesên belengaz bû, bi demê re ji xeynî beyabanê û têlên telefonan nema tiştek dihat dîtin. ji herdu zarokan re wisa bê tam bû ku piştî demeke kurt herdu di xew re çûn. 

- û dûre çi çêbû pîrkê? Neviyan bi çavine mezin ji pîrka xwe pirsîn.

- Tenê dema hun bihêlin ez çîrokê bibim serî hun ê bizanibin bê çi çêbû. Pîrka wan li wan vegerand û destê xwe bi devê xwe ve anî û got:

- Leylana min de ji xew rabe. Dayika Leylanê hêdî hêdî jê re digot. Ew li derekê ji beyabanê rawestan da benzînê dagirin û xwarineka bi lez bixwin. Şeveka reşî tarî her der girtibû, babê wan çû tiştekî ji bo xwarinê bikire, di wê demê de dayika wan ew birin destavê.

- Dadê ka binêre.

Hêmen bi tiliya xwe ya piçûçik utombîleka pembehî û hîn di kîskê xwe yê toz girtî de, nîşanî dayika xwe kir.

- Min ev utombîl divê, tika dikim.

- Hêmen weleh ev ne lîstokeka başe, wê di cih de xerabibe. Dayka wî jêre da xuyakirin.

Lê hêmen her û her lîstik dixwest heya dayikê mecbûr ew jê re kirî. Hêmen bi lîstika xwe pir bi coş bû, lê şahiya wî ne gihişt binê lingê wî, bi vekirna naylona li ser ve bû çend parçe!?

- Dadê, ji hev ket. Hêmen kelogirî got.

- Me ji te re got.

Hêmen lêva xwe hilçinî û dîsa jî bi tekerin ji hev ketî dilîst.

Hilma utombîlê tuj û germ bû ji ber wisa her demekê dirawestiya da hilma xwe bugherin, hema bêje her cara ku disekinîn dayika wan divereşiya, zarok jî dilxweş dibûn ku hema demeke kurt jî ji utombîlê derkevin û li ser lingên xwe bisekinin.

Bi tîrêjên hilata roja din re gihiştin Misrê. Hema destxwe re çentên xwe xirxirandin malekê. Li wir sê zilam li bendî wan bûn. Yek ji wan-ev yek piştî salekê ji nuh ve Leylanê fam kir-qaçaxçî bû, wî xelkên bê pasport bi reş ji sînoran derbas dikirin. Berdestiyê wî zilamekî gewrî qutik bû, wî (bilêtên) balefiran hazir dikirin û kirêkirina malan ji bo kesên ku nuh dihatin û derketina derveyî malê. Zilamê sisê yê xelkê Misrê bû ew ji bo xwarin û vexwarina kesên di malê de berpirsiyar bû, pora wî qehweyî tarî bû û  birhên wî gij bûn û awirne rehet û gerim ji çavin wî yên reş dihatin der.

Du heftan sax ew man li Misrê. Ji her tiştê derveyî wê malê qut bûn. Ji tirsa ku kesek li pasportên wan bipirse ew qet ne derketin derve. Zarok pir bihin teng dibûn. Leylanê guhê xwe dabû ku dê û bavê wê her tim li ber xwe didin ku hindek jimaran û navan ezber bikin.

Yê Misrî carekê hirçikeka qehwe rengî bi du bişkokan li dihma çavên wê ji Leylanê re bi xwe re anî. Leylanê jî wisa pê dilxweş bibû ku her tim li pey xwe li wan deran dixirxirand. Bi kêlîkan herdu zarokan  dipirsîn ku ew dikarin derkevin jiderve, her tim bersiv ,, na ,, bû. Her zarokan jî bihin tengiya xwe didan xwiya kirin,, çima no,, dê û bavê wan jî dikarîn her car mehnekê bibêjin, heya ku hêdî mehne neman. Careka tenê wan dikarîn bi bavê xwe û zilamê Misrî re derkevin bajêr ji bo kirîna xwarinê. Berî ku ji mal derkevin deh caran ji wan re hate gotin : Bi biyaniyan re ne axivin.

Weeeeeeeeeeeeeew talî karin derkevin!

bavê wan bi destên wan girt û di bexçekî re derbas bûn û dûre di pişt tabloyeka reklama ya pir mezin re. Encama vê derketinê ya herî giring ket cihê xwe dema her yek ji wan parçeka mezin ya şokolatê ket destên wan. Di vegerê de xortekî ciwan ket pêşiya wan û got:

-Tika dikim, hindek pere, keçka min di nexweşxanê de ye, gereke ew werê (emeliyat kirin) û ez nikarim perê wê bidim.

Xort wisa gazinên xwe kirin, lê bavê wan xwe da alî û hema meşa xwe berdewam kir.

- Babo, çima te hin pere nedan wî ? keça wî nexweşe û belkî ew bimre. Leylanê ji bavê xwe pirsî.

- keçka min, guhê xwe bide min, ew zilam derewan dike, ew xort û saxleme, heger rast keçka wî li ber mirnê ye dê li ber xwe daba ku karekî ji xwe re bibîne, de serê xwe pir bi wî ne êşîne.

- Lê babo......

- Tu zanî çi ? Heger ew wisa dilê te dişewitîne ha ji te re vê bidê. û hindek pere kir destê keçka xwe, şewq ji rûyê Leylanê derçû, bi kêf li zilam vegeriya û pere xistin destê wî, wî jî pir sipasiya wê kir û jê re got ; xwedê cihê te bike bihuşt. Dil rehet û şad bi bav û birayê xwe re vegeriya mal.

Piştî çend rojan xwe amade kirin da ji Misrê barbikin. Ma naxwe pir nemaye û ewê li Holenda deynin. Nîvê şevê, hema nêzîkî kat 12 li gemiyekê siwar hatin, gemiyeke pir mezin, belkî 50 mitran dirêj dihat. Bi pasportên xwe yên sixte û bi dilekî bi tirs derbasî gemiyê bûn. Derbasî odekê mezin û bi danîşgehin tev sor bûn, li alîkî ji odê Televizyoneka mezin li ser filmekî pêketî bû. Malbatê li rêza herî talî cihê xwe girtin. Dayika wan destên xwe hişk bi destên zarokên xwe girtibûn, ew pir ditirsiya. Nediwêrî hema serê xwe jî bugherê û her diramiya,, wê çawa be heger gemî binav bibe? Kes ji me nizne avjenînê jî ! Yan heger tu kes bi hewra wan ve newê ?!li zarokên xwe nerî da bizane ka tirs li ser rûyê wan heye? Zarokan jî bi rehetî rûniştbûn û li bendî dengê maykrifona gemiyê diman. Di vê dema derbasbûyî de Leylanê bi bawerî dizanî ku ew naçin mala papîrê wê wek ku dê û bavê wê gotibûn. Ev yek hêdî ji Hêmen re jî belî bû. Piştî demekê her kes li ser gemiyê di xew re çû, tenê dayika Leylanê û Hêmen ji tirsa ne dikarî rakeve.

- Dadê, hîn tu nikarî xew bikî, netirse heger tiştek çêbû ez ê te xelas kim. Hêmen çav li xew û deng nerim ji dayika xwe re got û rûyê wê maç kir û destê xwe yê piçûk danî ser destê wê û carek din di xew re çû. Bi derbas bûna demê re laşê dayika wa jî sist bû û xewê ew jî bir. Piştî sê katjimêran li dengekî bilind û tûj şiyar bûn, ew nîşan bû ku hindik maye ew bighên bejê. çavên xwe gemirandin, cilkên xwe rast kirin, çentên xwe dan hev û xwe hazir kirin da ku peya bibin.

Gava lingên wa ji bejê girtin bihna wan fireh bu, û ji wir pêve utombîlek ji xwe re girtin da wan bighîne balefirgehê.

Gerek balefir çend katjimêran berdewam bike ta ku bighên Holenda. çimkî pasportên wan sexte bûn gerekbû wan biqetînin û li ber ava destavgehê berdin. Yê qaçaxçî ji wan re tenê 3 cih birîbûn ji ber 4an ve. Bê çare û dil teng li cihê xwe rûniştin, qarîşên xwe girêdan û balefir bilind bû.

Rêya wan teng bû, dûre cihek li ba jineka biyanî û navser vala mabû, dayika Leylanê jêre got ku here tenişta wê rûnê. Leylanê bê deng û bê dilê xwe li ba wê rûnişt. Xwarin hate gerandin, goşt û birinc û şînahî, Leylanê li ber xwe da ku goştê li ber xwe parçe bike, lê bê sûde, ji ber ku wê heya wê gavê hîn xwarin bi çetel û kêrikan ne xwariye ! Hema hindikek mabû ew dest bi girî bike dema jina di tenişta wê de çetel û kêra wê ji dest wê girt û goştê wê jêre parçe kir. Dev li ken Leylanê lê nêrî ü sipasiya xwe jêre da nîşandan. Jinkê jî tiştek bi zimanekî biyanî got û beşirî. Piştî xwarinê xortek li nav wan gerya û çend gotin gotin, Leylanê jî tenê gotina COCA COLA fam kir û ser xwe bi erênî hejand. Wî jî didu ber ve dan. Leylanê xwest ku ew tê bighêje ku ewê tenê yekê dixwaze. Destê xwe avêt yekê û ya din ber bi wî ve vegerand. Balefira wan gerekbû li Swîsra raweste, zilamek ber bi wan ve hat û ji wan xewst ku ew ji balefirê bi wî re peya bibin. Malbat tev matmay û bi tirs li hev nêrîn, wa qet nedixwestin ku li Swîsra dakevin. Ji malbateka din jî hat xwestin ku dakevin.

Leylanê û Hêmen xwe bi destên dayika xwe ya ku dilerizî girtin û tevde di (Tunelekê ) re meşiyan.çaxê wan ( Tunel ) xelas kirin 4 leşker li pêş wan rawestiyan, yek ji wan pora wî reş bû û rengê wî tarî bû û çavin wek qeşayê li ser wî bûn. Her du zarokan hîn bêhtir xwe nêzîkî dayika xwe dikirin. Leşkerê por tarî bi erebî bi wan re axivî û got :

- Ana me hun girtin, bi pasportin sixte, ma we bi rastî bawer kir ku hun ê ji me derbas bibin, ana hun ê vegerin wir dera ku hun jê hatin, û di zindanan de rûnên hhhhhhhhhhhhh! û bilind bilind keniya......

beşê 2 an

 - û dûre çi bi wan hat pîrkê?

Neviyê wê yê herî piçûk jê pirsî.

- De de, ji me re bêje dûre çawa çêbû? Neviyên wê tevan bê sebir digotin.

- De başe. pîrka wan li wan vegerand û dîsa dest bi gotinê kir.

,, Deh katjimê derbas bûn ji çaxê ku herdu malbat ji balefirê peya bûbûn û di eywaneka pir mezin de rûniştin, bê xwarin, bê xew, û bi dêmên ji girî şil.

Zarok wisa giriyabûn wek ku tu caran di jiyana xwe de ne girîbûn û xwe ji dayka xwe ne divekirin. Dayika wan jî ji hêl ketibû û bê tevger xwe li erdê dirêj kirbû. Ji tirsa ku hinek zarokên wê jê veqetînin destê herduwan ne diberda. Bavê wan her dikir hewar û bi dengekî bilind dijî vegerandina wan bi leşkeran re diaxivî. Serê xwe bi xurt li dîwarê balefirgehê yên cam xist, û her dijun û lehnet li kesna dibarandin, carekê ji bêhn tengiya xwe û ji bê çaretî wisa xurt xwe li dîwar xist ku leşkeran ew girtin û yekî ji wan zendê wî bada pişt wî û ew li erdê devdevkî hişk girt, heya salekê şunve hîn zendê wî û cihê kaba yê leşker di pişta wî de hîn tûj têşa. Bavê wan amade bû her tiştî bike û qebûl bike tenê ji bona ku ew ne vegerin welatê ku tev malbata xwe jê reviya bûn, welatê dojehan, welatê ku merov têde wek parçek gemar tên dîtin.

Piştî demeka dirêj ji Gufûgoya leşkerên biyan biryar dan ku wan bi balefira pey re ne şînin. Dê hîn li rewşa wan binêrin. Lê malbat yek bi yek ji bilî tazî kirinê ü mîna kuştaran li her der û cilê wan û li tiştên qaçax digeriyan. Nêzîkî hilata roja din bi rastî hêl di kesî ji wan de nema bû, zilamekî dikarî bi zimanê wan biaxive ji wan re da xwiya kirin ku ew nayên vegerandin, lê dema leşkerekî bi milê bavê wan girt û xwest wî bi xwe re bibe, dayika wan di rêya wî de sekinî û wê jî hişk bi destê yê leşker girt. Ew ditirsa ku zilamê wê bi tenê vegerînin, yan wî têxin zindanê. Zilamê ku bi zimanê wan dizanî jêre da xwiya kirin ,,Ew tenê dixwazin nav û halê we bizanibin,, û bi wî re çû.

Leylanê serê xwe ber bi dayika xwe ve bilind kir û jê pirsî:

- Dadê ma wê bavê min bi kude bibin ?

- Wê here destavgehê û vegerê.

Leşkereke xort ew bir odeka piçûk, çar textên yek nefis têde raday bûn. çend katjimêr derbas bûn û hîn bavê wan nehatî, hêdî hêdî dayika wan bêhn teng dibû,bi vir ve bi wir ve dimeşiya, hezar pirs di serê wê de li hev diketin, ka ma li kur?Kengî wê werê? Ma tiştek jê kirine? û heya ramanên herî zehmet çavên wê reş tarî dikirn. Ma wehaye ku qet vegerê ?

- Dadê ez birçî me.

Hêmen got. Dayika wî lê nevegerand. Pêre pêre derî vebû, bê aram û bi tirs çavên wan man lê, ka kî wê derbasî hundir bibe? Dilê wan rehet bû dema ku bavê wan bû. Her du zarok bazdan rex wî û destên xwe di stuyê wî re anîn hev. Hilmeka bêhinfirehiyê dayika wan kişand. Hindek kaxet di destê bavê wan de hebûn.

- Wan ev kaxet dane min û gotin em dikarin bi wan xwarinê ji xwe re bînin.

Di rojên pey re pir caran leşker ew dibirin hevpeyivînê, muhra tilyên wan girtin. Her roj wan eynî xwarinê dixwarin, her tişt ji malbata wan re li vir nuh bû û ev celebên xwarinan nas nedikirin.

 Bi demê re xwe hînî her tiştî kirin. Zarok bi rewşa xwe ne qayil bîn, ev bû çend hefte ew li balefirgehê ne û ne derketine derve û wan bêhna bayê xwedê nekirine.

êvarekê malbata din bi leşkeran re çûn û nema kesî xeber ji wan hilanî. Kesî nizanî ka ew vegerandin yan jî derbasî bajêr bûn ?

televizyon nebû ku zarok lê binêrin û ne jî kes hebû bi wan re bilîze, tenê wan dikarî aniya xwe deynin ser camê û li balefiran binêrin çawa bilind dibin yan çawa dideynin. Di êvareka zivistanê a sar de ji wan hate xwestin ku tiştên xwe berhev bikin. Kaxetek kirin destê wan ku navnîşanek li ser nivîsandibû û ji wan re gotin herin wir. Leşkerek ket pêşiya wan û ew ji balefirgehê deranîn û ji wan re got hun dikarin ana herin.

 Leylanê serê xwe ber bi esmana ve hilda! esman bi ewrine tarî vegirtî bû, lê dîsa jî kêlîka herî xweş bû ji çend heftan ve. Dikarî li banî bibîne çawa refek ji teyrikan ber bi başûr ve diçe, tu caran wan bi hestên xwe hewqas xwe nêzîkî teyrikan ne dîtine, ana ew jî wek wan diramin,, em serbestin,,.

 - û dûre çawa çêbû pîrkê? çi ji Leylanê û malbata wê hat?

Neviyan bi coş ji pîrka xwe pirsîn.

- De vêca hun bi xwe ji Leylanê bipirsin!

- Lê ma ne em wê qet nas nakin pîrkê!?

- Belê belê hun wê pir baş nas dikin, ji Leylana tenik ü nazdar û dilzîz jineka xurtî jêhatî û bi qasî xwe derket, mîna dayika we.

Pîrka wan pişt rast kir û got.

- Mebesta te dayika me..........

Pîrka wan serê xwe bi erênî hejand û tilya xwe danî ser lêvên xwe hisssssssssssssssssssssss hêdîka ji wan re got.

 

Têpînî : Ez bi vê çîrokê sipasiya dê û bavê xwe dikim, yên ku ez anîm vêderê û her tişt û jiyana xwe ji me re kirin qurban da pêşeroja me ji ya wan xweştir û berketîtir be.(Perwîn)

Adara 2005 ê.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002