Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Kevnetor


 

 

 

 


Resûl Kanlû Milan

jinka qupêz û mêrkê belengaz

 

Dibêjin mêrikekî gundî hebûye, merivekî jar û belengaz û li halê xwe da bûye, belngazî nav gund li zevî û çandinî û mêrgên gundiyan da feletî dikir, xorim dikir, gorz dipêça û serê xwe û jin û zarokên xwe xayi dikir, lê jina wî xwe zaf mezin dikuşt û wek mêrê xwe li halê xwe da nibû, jinik her ku rûdinişt xwe qurre dikir û qupêz qupêz xeber dida û forsê wisan dikir kê ku neditiba yê bigota jina malmezin û yan jî mîr û began e. 

Rojekê mêrik haj pê bû jina wî lingê xwev ji berra wan zêdetir davêje û ku rûdinê mezin mezin xeber dide û ber guhê wî ketibû ku jinik wî derewda mezin dike û dibêje mêrê min hane û çane û mîr û beg û axa ye loma çaxê pişta xwe dide hevalan hemû wê dikenin û wê dikin tirrane, loma jî mêrik jina xwe ra rojekî got: Evda xwedê te çima xwe wenda kiriye û diçî nav civatê da derewda virr û derwan dikî û pesna didî xwe ma gundî me nas nakin, tu çima wisan dikî? 

Jinkê got: ma çi dikim, mîna hinekan diziyê dikim? ez rastiyê dibêjim. 

 Mêrik got: Jinik de xwedê xêra te bide, wî curyî ku tu diçî têda axirê tê serê min bide bê. 

Jinik fikirî ka çawa mêrê xwe lap bide mezin kirin û navê mezin li wî xîne.Ma rojekî pehlevan hat nav gund û gazî kir ji min ra QENÎM ji min ra QENÎM. 

Jinik nişkêva kêfxweş bû û got: Zaf başe ez ê mêrê xwe ji pehlevan ra derxînim Qenim bila jê ra goleş bike, ma çiyî wî ji pehlevana kêmtir e qirrikê?.Mêrê min gorza wisan dipêçe ha. 

jinik revî  hat mal û mêrik ra got: Mêrik rabe xwe hazir bike pehlevan hatiye nav gund belkî tu pê ra guleş bikî û wî erdê xînî, rabe ez ê ji te ra hevrîşkekê çê bikim tu bixî û pehlevan ra goleş bikî. Berê pehlevana çaxê dixestin bi hev ra goleş bikirana berê têr dixarî paşê ija goleş dikirin. 

Mêrik got: Tu çi dibêjî evda xwedê ma ez pehlevan im yan kal û bavê min pehlevan bûne?.Ez ê çawa bikarbim pelevanê Zirrame? 

Jinkê got:na tu gereku goleş bikî. 

Mêrik dîna xwe dayê jinik dest jê bernade loma Hevrîşka ku jinkê çê kiribû xar û rabû derket derva dîna xwe dayê pehlevan wê gazî dike ji min ra qenîm. 

Ewî got: Qenîmê te ez pehlevan. 

Pehlevan qerefetê wî mêze kir û got: Kuro lêkeve here tu gonehî lo. 

Mêrik got:Çima çiyî mine ma?.Tu gereku bi min ra goleş bikî. 

Pehlevan go:De baş, nika ku tu dixwezî başe. 

Çaxê ewî û pehlevan hev girtin pehllevan dest havît çingilê wî û bilidî ser serê xwe kir û çirpan erdê belengazî her şi hevrîşka ku xaribû ji dêvî ra havît û ber xwe dagot:

wey li halê wî kesî ku têkeve ber bayê jinê.  

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002