Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Qilçix


 

 

 

 


Qilçixa: Qado Şêrîn

Nivîskarê Nercisî wek gumgumoka hezar rûyî

 

Berî demekê helbestvanekî di televizyona MEZtv, di bernameya Gava Sêyemîn de got: “ez Cegerxwîn naxwînim da ko nekevim bin bandora wî”. De were fîl di qula derziyê re derbas bike û serê xwe li tehta nexîne û kirasê xwe neçirîne, kuro ma ko tu Cegerxwîn nexwînî tê kê bixwîn te serê min xwaroooo.

Nivîskarin hene li me û li çanda kurdî bûne bela, îca em çi ji wan bikin û çilo wan ji nav xwe biqeşitînin, ez tenê zanim çilo û çawa, dibe ko hun; gelî xwendevanan, her yek ji we bi şêweyê xwe karibe yekî biqeşitîne, lê ez bi tenha xwe nikarim tiştekî bikim, divê bi min re hin kesên din piştgir bin. Hin kes li çanda kurdî bûne bela û hin nivîskarên ji eynî malbatê serî li wan dikin def ta ko dighên wê baweriye ko birastî nivîskarin, serê wan bi paçikan mezin dikin. Lê ew ne nivîskarin. Ma ez wan bi nav bikim, yahoooooo ko ez wan bi nav bikim dibe ko ew min bikujin, jixwe berî demekê min ji ne nivîskarekî re got : tu ne nivîskare, tu ne tiştekî, rabû û kêra kebas ji ber xwe derxist û li min kişand û da ser qirika min û got : ko tu li ser min ne nivîsîne û pesnê min wek nivîskarekî navdar nede ezê serê te jêkim, di cîde Zerqawî hate bîra min û nîvê rihê min ji laşê min derket û min kir qîr û hawar, ez veciniqîm, min rabû peyalek av vexwar û sed lanet li Zerqawî û bavê wî anî.

Gelî xwendevanan hun bi bihayê jiyana xwe kin bi rastî bêjin, ez qurbana weme ji min re bi rastî bêjin; nerîna we di wî nivîskarê nercisî de çiye ?, ew ê ko tenê ji xwe hez dike û ji bo xwe û wêneyê xwe dinivîsîne ?. jixwe hin nivîskarên me hene li cîhanê bûne bela, em hetikandine, em cerisandine, serê me xistine bin lingê pênûsa xwe. Jixwe ev nivîskarên ne nivîskar zimanê wan ji terya çêlekan jî dirêjtire, ji bavê xwe şerm nakin û destdirêjiyan dikin. Nimûne gelekin, îca ez kê bi nav bikim û kê bi nav nekim.

Nivîskarin hene ko tu rexneyekê ji bo wî lê dike, silava xwedê nema li te dike û dest bi şerekî kor û dijwar û bê sûde li dujî te dike.

Hin jî ji bo tevlihevî û gelaciyan dijîn. Nan û ava wan gelacî û bêbextiye.

Hin jî hene tu çi malpera kurdî veke tê eynî wêne bi eynî nivîsê têde bibîne. Tenê sê kesan ezê bi nav bikim, ên din hun bi nav bikin ko hun mêr bin, Konê Reş, Kakşar û Salihê Kevirbirî.

Gelî xwendevanan hun dizanin kî ji bo wêneyê xwe dinivîsîne, dema tu kîjan malpera kurdî veke û tu wêneyê wî nivîskarî û bi eynî nivîsê têde bibîne, ma ev tê çi wateyê ?, eynî nivîsê bi eynî wêneyî re di hemû malperên dinyayê de. Yahooooo de şerm bikin ha, bila du kes we di malpereke pîroz de bixwînin baştire ko kes we ne xwîne û hun di hemû malperên dinyayê de belav kirîbin, maşele hun bûne mij û dûman û li cîhana Internet belav dibin. Ev nivîskar wek gumgumokan e, bi hezar rûyîne.

Ez ji we re dibêjim: hun merovin nexweşin, hun ji xwe û ji wêneyê xwe hez dikin. Ji we weyê ko hun dikarin bihêlin ko emê bi darê zorê we bixwînin, lê mexabin hun şaşin em we bi vî şêweyî naxwînin û dest û lingên xwe bixin nav ava sarogermo de. Gerek rêza we ji xwendevanan re hebe, lê hun rêza xwe nagrin.

Nivîskarin hene ji piştî 229 salan re dinivîsin, ew ji xwe fam nake û jina wî ji wî fam nake, jixwe ew ji xwe fam nake, îca tu ji kêre dinivîsîne layê xwedê ez nizanim, ma tê bi darê zorê xwe bike feylesuf, mane tu berê li ser serê jina xwe feylesûfe. Ko jina te ji te fam kir tu çi dixwaze, ew serkeftina te ye, serkeftina me ye û serkeftina kurda ye. Ma hindike ko jina merov ji merov fam bike, jixwe we hemiyan jinên xwe pişt guh kirine, me tenê ew ji bo helbesta ko li ser textê razanê tê nivîsandin, aniye. Derewan li xwe neke helbestvanoooooo, tu dikarî derewan li me hemiyan bike lê gerek tu li xwe neke hey ne helbestvanê nexweş.

Hin jî hene hatine dinyê tenê ji bo ko xerabiyan bikin, da ko li ser taybetmendiya merov binivîsin. Kuro ma te çi ji min e ez çilo bi jina xwe re bijîm, çi bixwim, çi vexwim, çi cilan li xwe bikim û çi palgehê bikim bin serî yan nav lingên xwe. Ew ên wisa tiliya xwe dikin her qulê de, maf didin xwe ko rexneyan li her kesî bikin lê maf nadin kesî ko jêre bêje siya te xware.

Hin dengbêj jî wisa hene, nexweş û nercisîne, tenê li xwe guhdarî dikin, ev tê wê wateyê ko dengbêj ji wî pêve nînin û tenê xwe hunermend dibîne di dema ko jina wî wî hunermend nabîne, heyla we serê min xwarî, ma hun ne bela û pirsgirêkin di civak û çanda me de.

Li dawî tiştekî nabêjim ji bilî vê hevokê : Xwedê we bi dilovaniya xwe şa bike..

29/03/2005

Holenda

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002