Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Wergerandin


 

 

 

 


Mihemed Nûr Elhuseynî
Di qehwexaneya "Gerbîs" de
dilopek şerab, wekî ku dilopek xûn be

Ji min ve xuya bû
.

 

Wergerandina ji Erebî: Axîn Welat

Lêva min li ser keviya peyalê ye,

lêva min li ser êşa bilind e

wekî azariyeke,

bi hêla kişwera xaçkirinê de

bilindkirî

bi hêla "Olumpekî" ji herrî û tenekeyan

bi hêla baraneke ku"Hilêlîkê" ya li binarê riziyayî

heyirî maye

vedişêr e:

tê hilkişê siya min ya şikiyayî?!!

yan tê dakevê cem "Bavê Felek",

di goristanê de?!

dakevê "Qidûr Begê"

bi navê wî yê birîndar

û rûyê wî yê tîş tîşî.

dakevê taxa "Manok"

dema ku keçikên xiristiyanan

bi lerza zenglan 

ji bav û law û giyanê pîroz re

nimêj dikin..

û ta binaxkirinê, dilê min didin ber kêran!

dema ku me erîşên xwe yên sivik,

dibirin ser keçikên dibistana "Elqadisiyê".

bi alî taxa rojava de,

û henasên min yên bi ser te de dibarin

gerdeniya te ya,

wekî pişkeke ji newrozê

germ dikin,

û devê min yê ku

ji roja te ya ronîdar

barnake,

ji rûçikên te yên ku ne ewr li ser hene

ne mang.

bêyî "Xelîlê Leylê"

tê herê cem "Hîmo"

bi alî "Helko"

û "Zenda" de tê herî

cem xal û xaltîkan…

ji goristana "Hermî Hesen"

û binara "Berko"

ta gora "Cegerxûn"

lêva min ya tî

li ser keviya peyalê ye

lêva min ya terikî

lêva min ya birînkirî

dilopek şerab li ser e

dilopek xûn

ji devlêkirinên bêhêviyê…

lêva min li ser xewrevîna te ye

li ser şevên te ye

ji qehwexaneya "Gerbîs" de

dema ku çelxandina pêşî

ji min vexwar

û kalemêrekî dil bi şewat,

ez avêtim,

porsipî

di fergûnên bêrîkirinê de…

ta bexçeyê balafirgehê

dema wekî govê dara serdemê,

bi hinguv reşandî

min tu dît,

wekî dara hinarê

ronîdar,

û ta mirinê, dilbijok.

bi nerînan min tu kuşt

pel bi pel

min tu xwar

şax bi şax

min tu vexwar

ber bi ber

min tu bîn kir

xelk çûn û ez mam

xelk çûn xemgîniyên xwe.

min ji devê te yê zelal

vexwar, vexwar

û ez têr nebûm

xelk çûn karên xwe

û hîn giyanê min

xewirî ye…

hinek mey

ji şeva te re çêdike

û peydaxeke,

te ji sermê biparêze

û hinek nan

ji zarokên te yên wekî şeytanan re

"Marlboro" ya sexte difroşin

û bi lîstika tilîdankan

nêçîra gundiyan dikin..

nermebayekî ji sînemeya "Şehrezad" re ya havînî

lihev tîn e,

hinek gul ji evîndarên te re

di kolana "Elquwetlî" de,

û hinek mûm

ji pêgavên te yên fediyokî re.

ji deriyê dibistana "Elhemdaniyê"

ta xewgehekê li taxa "Elmehetta"

mûmek

ji bo amadebûna te ya mîrî

mûmek ji bo berzebûna min ya tal

mûmek ji bo derbasbûna min ya dawî

di tûnêla weswasan re

dil rêberê min e,

li ser te bi tirs im.

mûmek ji bo kumê min yê

her ku di ber ciwaniya te ya rewadar re derbas dibim

ji serê xwe dikim.

min mûmek li wir danî

rûyê te yê geş dibriqe

û lêdana xunavê

li ser enya te ya, ezman

û derçûna şîr ji çiçikan

û hejandina roniyê

û kulîlkên yekemîn

û porê te yî wekî ayetekê

bi ser serherfên min de,

bi ser tixûbên

xewgeha razan de

daketî..

li wir,

nêzîkî rawestgehê

rawestgeha tirênan..

li wir raweste,

heta ku tirên dereng bimîne jî

ez yê te me

tu jî ya min î...

 

- Navên di nav du kevanan de, yên kesan û hinek taxên li Qamişlo ne.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002