Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Weşan


 

 

 

 

Danasîna pirtûkekê


Hêmen Kurdaxî

êş, eşq û xewnên xwe neqişandine

 

Nivîser

Hêmen Kurdaxî (Neşet Betal) sala 1973an li Gundê Qermîtliq, herêma Kurdaxê (Çiyayê Kurmênc) ji dayïk büye. Ji sala 2000-î ve li Almaniyayê dijî. Ew xwediyê
"(,Çêroka neynûkên şikestî" ye, ya ku di Sibata 2003-an de helbestvan bi me dabû naskirin.

Ev berhem

Peyv, raman, hest û nîgaş, dema ku bi giyanê mirov têne stran, hêvanê helbestê jê peyda dibe. Helbestvan li gor hunerî û şêweyê xwe wêneyan ji wî hêvanî dirêse û tabloyine taybet ava dike.

Hêmen Kurdaxî di vê berhevokê de sotin, şîn, girî, keser û xemkêşî di tabloyekê de vejandine. Herwiha êş, eşq û xewnên xwe ristine û wêneyine bêtebat neqişandine.

Di aliyên beravêtî de, di mirinê de, û di talanê de, rengan dicivîne, û li wir li dûriyê winda dimîne. Bê ziman û bê ezman, li ser sînorên dînbûnê westiyayî digrî.

Hêmen helbesteke ji nalîneke dirêj di pença xwe de hil-aniye, ji bo giriyekî din.

Ka em li neynika wî binêrin, û vêxistna wî bixwînin, ka ew bi çi kizotî dişewite, û em binasin ka çi nifir li wî hatiye kirin.

Nezir Palo

Smoren rejiyê 5

 

( ev nivîs hêja û helbestvanê kurd Nezîr Palo di pêşgotina pirtûkê de nivîsandiye, min jê baştir nedît ko wek danasîna pirtûkê belav bikim, pirtûk hêjayî xwendinê ye. Sernivîser))

Ji Helbestên pirtûkê:

              Diyarî

Min gulek heye

Ez dikanim wê diyarî te bikim.

Dilekî min heye

Ez dikanim pê ji te hez bikim.

Lê tenê min welatek heye

Bila ji bo te û min be.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002