Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Helbest


 

 

 

 


Ronî Elî

Vexwe Yarê ...

 

(Diyarî bo nemirên Avdarê)

 

Vexwe yarê …

Ji peyalên xwîna Avdarê

pêsîra latên xormalê

Ava Decle û Ferat,

Mofrikên Avesta,

Pendên Konfoşyos û Zeradşt

Ji dîlokên Zbûr û Tewratê

Afsaneyên Incîl û Quranê …

 

Vexwe yarê …

 

Ji şkestina dilê min

Û serkeftina Holako

Ji çanda torînên Hecac

Û dengê (Elah û Ekber)

Ji nalîna zarokê mîdî,

Ku li ber deriyê zindanê,

Ji hinavên dayika xwe,

Bi gez û lez

Daket û ket …

 

Vewe yarê …

 

Ji dilopên barana reş

Ku bi qamçiyên sultanan,

Di gobega çavên min de

Sînorên bêçarî û neçariyê

Li hev hûnandin

Ji alavên (1). Sibatê,

Ku halan û dîlan

Di gewriya keça min de

Ziwa kirin ...

 

Vexwe yarê ...

 

Ji hêstirên dayika nemiran,

Ku di (12 )ê Avdarê de

Tax û kolanên şar û gondên me,

Rakirin ser piyan

Ji kesrerên ku bi girtiyên Avdarê re,

Di şevên reş û tarî de,

Berxwedan bi nav kirin

 

Vexwe yarê ...

 

Vexwe û nepirse

Ev çi talane

Vexwe û nebêje

Ev çi wêrane

Ji ber dixwazim

berî ku bimrim

Tenê

Dev li ken

Te bibînim …

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002