Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Keskesor


 

 

 

 


Arşevê Oskan

Dunya li serê min bû wek tara bêjingê
Serpêhatiya (5)

 

Birya ez bêm Almaniya, min û Eyşê pir ji hev hez dikirin, min û wê bi destê hev girt, da ku jiyaneke xweş li Ewrupayê bibûrînin, mîna kurê Xelo û Ferho herdu gundiyên me, ku li Almaniya miriyên xwe jibîr kiribûn, ku her yek li erebeya xwe siwar dihat û kolan li xwe badidan, yaho te digot qey ew ne xelkê çortano ne û ji bav û kalên xwe de Ewrupî ne, pênc zarokên me hebûn, hîna ne gihiştibûn deh salan, zarokên me mezin dibin li nav zarokên Almanan, ez jî hêdî hêdî hînî ziman bûm, lê dema ez ketin nav gelê Alman û min gelek ji wan naskirin, Eyşa jina min li ber çavê min bûbû mîna marekî reS û her diçû reştir dibû, ew biskên wê yên reş min digot qey li situyê min tên badan, ev bûye bîst salên wê hîna gotineke Almanî fêr nebûye, ma ev jî insane yaooo ...

Dunya li serê min bû wek tara bêjingê, carna deh roj derbasdibûn, min mala xwe ne didît, min ne dizanî ku çawa rojên min derbas dibin... kur hevaleke por zerî Alman ji xwe re dît, ne zane ez heme yan tune me, û ne dizane ku ji zikê Eyşo derketiye, guharek bi guhê xwe ve daliqand û rîka xwe zirav wek teriya mişk, li ruyê xwe kişand û porê xwe ber bi jor ve pel kir, her roj li diskotêkan serxweş bi xwe de dimîst û bi destê sibehê re bi ser me de tê .

Keçik jî... ku bû şazdeh salî, hevalekî Efrîqî ji xwe re dît û pê ve bû benîştê dara, ne kes dikare jê re bibêje ev çi kare û ne kes dikare zîq li çavên wê binêre, wek moza sor hêrîşî nav çavê mirov dike, lê dema ku min bi situyê wê girt û ew da ber şeqaman, yeqîn telefona polîs ku nemre li cem wê hebû, telefon kir û ez dam dadgehê, yeqîn nemra polisan li dibistanan didin wan û ji wan re dibêjin heger bav û diya we, destê xwe li we bilind kirin gazî polisan bikin, lewma wê jî eynî wisa kir .

Keçik ji me qetandin û xanîkî serbixwe danê û her roj lawikê Efrîqî li cem radizê, û di tirên û basan de, zimanê hev dadilêsin, li hember hemû rêwiyan, yahoo wanî ku di tirênê de rûniştibûn, tu dibêje qey korbûn û wan nedidîtin, tew li wan jî ne dinêrîn, çi bênamûsbûn yaooo !!! .

Ez dizanim, ku ez sebebê wî karî bûm ji despêkê de, qey ku min tolazî nekiribana, zarokên min jî ne diketin vê rewşê, hema bi kêmanî ezê li wan xwedî derketibama û hinek ji kultura bav û kalên xwe, ji wan re zelal kiriba, lê mixabin ez berî wan bûn Ewropî û li kolanan ji hiş xwe çûm, û her ku Eyşoka reben gazinek ji min dikir, min mirîkî wê di goran de ne dihişt, xwedê poşmaniyê neke para kesî, ez poşman bûme lê pişçi ......??!! .

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002