Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 


Tengezarê Marînî

Qamişlo

 

Kevirên kînê derengmayîna te hişyarkir

Li xaka evînê sor sor belav bû.

Soregulên hêsirên dayîkan, lîlandina felekê guhên ezmên qulquland.

De lêxe berxê bavê mino lêxe

Dê lêxe siwarê min lêxe.

Ji çavên xezebê reşbaran dibare

U ji çavên te şevnem dibare, welatê min avdide,

Darên azadiyê bel dibin, disitrênin

“Welatê me Kurdistan e
Cih û meskenê kurdan e

Her mêrekî bi sed mêran e”

Tuxûbên tirsnakan, teng bûn, tuxûbên te berbi asoyên vekirî ve, gulzarên xwe hilokirin.

Kaniyek ji ava serhildanê bi jor jor ve hildikişe.

Tu tê pakrewanê min û bang dikî :

Va li vir im, zindî me, we zindî dikim, zindîbûnê bi xwe re radikim û we bi xwe re dispêrim zindîbûnê, li ser zindîstana evînê bi hev re dibêjin:

Ey şehîd şehîd

Şehîd tu namirî, şehîd tu namirî »

 

siwarê min, te pencer li me vekirin, şevên dirêj birrîn, bi roniya bajarê evînê, serî li Mehabad, Hewlêr, Sulêmanî û Amedê dan.

Deng hat, bilind bû bangkir:

            „Kurdistan çar parçe ye

            Qamişlo Helbeçe ye“

Kurdaxa min bi hawarê ve hat, Mizgîn der bû Mezgîn hilat, Mizgîn bûka Kurdistan,

Bisk û tembûrîkên xwe şehkirin, berdan, ji bo xatirê te Qamişlo, kirin nêrdewana evîneke nemir, çavên mêrxansan pê melhemkir sûnda xwe xwar:

            « Yan Kurdistan yan neman“

Çavkaniyên xewnên te dipeqin, dipijiqin,

serê sirûdên me dixemilênin.

Hêsira min a pêşî hingifte jêrzemîna kenê te, bendîxanên reş te ronîkirin.

Dastanên qehremaniyê ji ser girnijîna lêvên te bar nakin.

Çilmisîna te bi cegerdariyê mişt bû, reşgirêdanên dayîkan kesk vedan.

Te em hînî nexatirxwestinê kirin û bang kir :

   Min divê her tim bilind be

    ala rengîn kesk û zer”

Ewrên miştduman te belawela kirin, bi evîna xwe a ji matayînê, perengên dilê me bi kulîkan giyandarkir. Robarên me, îro zelal in, ji velerizînê, gulgenimên peyvê ji newrôzên Adiyan re amade dikin.

Hawara te, çarçirayên vemirtî vêxistin, Qele û minareyên ji hişketî saxkirin, Ameda bedenkirî bi hêrzkir, Dêrsîm li dengê Seyid Rîza zivirand, Pîran mû bi mû sipî xemiland.

Te Kobana minî delal qet ji silava xwe bêpar nehişt, rengê agir, di sînema Amûdê de, te vegerande sipî û te qîr da:

            “ Kurdistan yekparçe ye,

 Qamişlo Helebçe ye”  

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002