Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 

 


Şahînê B Soreklî

Newroz hat Qamişlokê

 

Newrozê tu bi xêr hatî Qamişlokê

Malavayê Newroz

Te meha adarê li me kiriye meha qurbanê

Pêr ber tu xwe têxî xewanê

Pênc hezar can li Helebçe bûn qurbanên jiyanê

Di adarên par de

Qelenê te dan sed caran li bakur û rojhilatê Kurdistanê

Di nod û yekê de

milyonek bûn penaber li ser çiyan

Xwe nixamtin bi berf û baranê

Îsal jî ber tu xemla xwe bi me ve bidî xewan

Lewendên binê xetê qelenê te bi xwîna xwe dan

 

Lo Zarokê ji Helebçe

Ber şanzdeh salan min helbestek bo te kiribû diyarî

Ew bo çavên te yên reş-belek dinalî

Lome dikirin li cîhaneke bêşerm û bêfedî

Lê carine hêza afirmend derdikeve li miriyan xwedî

Stemkaran di bin lingan de dike xwelî

 

Zarokê ji Helebçe

Daya te li ser te giriya û bang kir:

“Cigerim sûtandî çawekem, dayit be gorî”

Heta bi Yezdan be şerm kir ji hêstirên wê

Û ji peyv û duayên weliyan bêtir rêz dayê:

Yên tu kujtin tar û mar bûn

Pût û heykelên wan hilweşiyan

Cîhan bo wan bû dojeh û zindan

Xwe di qulikên bin erdê de veşartin wek mar û mişkan

Lê tu her pak û çak di bîra me de mayî

Îroj li vî warê dûr û li dû şanzdeh salan

Guleke bihareke kurdistanî bi vê berhemê

Pêşkêş dikim bo te û binxetiyan

 

Zarokê ji Helebçe

Sê zarokên Qamişlokê ber Newroza îsal xwe gîhandin te

Wek te bûn stêrkên xemla neteweyeke bo azadiyê evîndar

Dizanî kujerên wan kî bûn, delalo?

Seddamîperest bûn hatibûn ji aliyê qûmê

Di destên wan de wêneyên wî

Li ser zimanên wan navê wî

Ewê koşkên Bexdadê li şûn hîştî

Û li dû weqa gef û lehf bûyî mişkekî di binê erdê de veşartî

Ta ku rojekê ket dest emerikiyan gêj û birçî

 

Mirîdên wî hatibûn ji dêra zorê

Ne ku wek mêvan

Lê bi tevdêr û kevir û dabençe û xenceran

Ne li dij emerikiyan

Lê da ku tola xwe bigirin li Qamişlokê ji Kurdan

 

Newrozê

Ma em ji kerban li te bikin gazinc û lomeyan

Yan li Rustem û Ehreman

Yan li Xudayê dilovan û mehreban:

Em li kê bikin lome û gazincan?

Li qedera reşe tarî

Li feleka malşewitî

Li cîhana li hember stemê û neheqiyê raketî

Li pêxemberên ku yekî li dû yê din dest ji wan berda bi girî?

 

Newrozê

Va gela yekî mêrxas û aştîxwaz e

Bo şer û pevçûnê ne bi mirza e

Lê bo evînê bi meraq û daxwaz e

 

Qamişloka lokanê

Ji mêj ve ye min dest berdaye ji peyvên hêrîş û tolwergirtinê

Ji mêj ve ye pênûsa xwe kiriye koleya bo jiyanê, ne mirinê

Ji mêj ve ye hevokan rêz dikim ne bo nefretê lê bo evînê

Lê nehqî û nerindiya wan sînor derbas kirin

Ne tenê tu di bin xedra wan de dinalî

Gemara wan êdî cîhan kiriye genî:

Ew di şer de ne boke û ne pehlewan in

Lê bi dizî kujerên zarokan û jinan in

Di şevreşiyê de nêçîrvanên kesên şerpeze û bêtawanan in

Pesna xwe didin bi teqandina trên û firrokan

Bi kujtina kesên hatinî pîrozkirina cejnan

Bi şewitandina firoşgehan û kujtina kesên li ser taxan

Û wek te dît:  bi zîrtîniya li şûnên werzişê û yaritiyan

 

Ey Xuda!

Tu afirmendê rindiyê û behuştê yî

Wan erdê te yê pîroz kiriye dojeh

Tu rind û mebestpak î

Ew bi navê te belav dikin derewan û gemarê

Wek mişke-şêrê wan

Ku neyarê Te bû lê navê te danîbû ser alê

 

Yezdanê afirmend

Tu jî dizanî

Em jî dizanin

Çiqa şev dirêj be

Rojhilat her li pêş e

Em dizanin roj ê hilê

Ronahî bihêztir e ji tarîtiyê

 

Ey torinên Mîdîyan

Dîsa we qelenê Newrozê da

Bi mirî û brîndarên li binê xetê

Bi nalîn û êşa giyanên girtiyan

Bi têkoşîna belengaz û perîşanan

Ku bi şev û roj têdikoşin bo jiyanê

Lê hûn ji stemê qewîntir û mezintir in

Hûn xwediyên kevneşop û şanan in

Jiyan û berxwedan xûşk û bran e dizanin

 

Hûn mîna wan ne şerûd û bêwûjdan in

Wek wan naçînin li cîhanê tovên zîwanê

Evîndarên qenciyê ne nola bajarê evînê:

Azadîperestên çakmebest in bo mirovtiyê .

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002