Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 

 


Rizoyê Xerzî

Qolinc bi qolinc dilê min li ber serê tebû

 

Ji dema xwîn-tewrandina damarên kurdîtiya te

Ji dema ku tu bi min qolincî dibû

Zordestan gef li me dixwarin

Ji dema ku piştiyê qamişê li ser milê tebû

Min xwe bi kirasê te digirt, bi dû te de dibezdiyam

Yek carnan di nava av a zilan de

Min nêçîra xwe ji nava têlên sînor hildida

Ji leşkerên sînor ne ditirsiyam

 

Ji roja te bi zorê ez bişîrvekirim

Min digot: tu hêz nikare min ji himbêza te qutbike

Lê ji roja ku mayîn ketin navbera min û te

Qolinc bi qolinc

Xwêdana eniya te ji çavên min diherikî

Her ku bi sûrên Amedê ve hildikişyam

Tu li ser kulînka min bû

Min li ser bircên sûrê ji 12 şaristaniyan re behsa te dikir

Min hemû helbestên xwe ji tere bi çemê dicleyê ve berdan

Cara pêşî ku qolincên 12 Adarê hatin te

Min dengê gulleya pêşî bihîst û bi destmalka dilê xwe

Min xwîdana te paqij dikir

 

Ev zayîna te pir cudabû

Ne mîna hemû zayînên tebû

Xwîn pirtir bû

Qolinc dijwartirbûn

Lê bi dengê gulleya dawî re

Bi tilîliya dayikên şehîdan re

Mizgîniya zayîna te giha min

Te navê pêçeka xwe kir serhildan

Zarokên te tev

Bi hewara te ve qoriyan

Netirse dayê, “êdî em mezin bûne”

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002