Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 

 


Rizoyê Xerzî

Li Qamişlo serhildan e
“Sirûda Amedê bo Qamişlokê”



Hê Qamişloka min a biçûk
Îşev tu yê çawa karibî
Çavên xwe li şehîdên xwe bigrî

Îşev tu yê çawa li ber dilê dayikên şehîdên xwe bidî
Wê îşev Cegerxwînê te çawa xew bike
Mihmed Şêxo wê îşev
Kîjan strana xwe ji te re hilbijêre
Wê Efrînê îşev bi çi rûyî
Xwe bi darên zeytûnan bi xemlîne

Wê Dêrikê
Çawa bi rûbarî gora Ehmedê Xanê bikeve
Îşev dê Amûd a kezeb şewitî
Çawa şehîdên xwe di xewke

Hêê Qamişloka min a biçûk
Va dayikên te
Li şûna çarikên reş
Keskesor
Li bejna xwe ü şehîdên xwe pêça ne

Va xortên te
Sînga xwe dane ber gulleyan
Û berê xwe dane keskesora ezman
Va biçûkên te lîstikên xwe avêtine
Hînî marş a ey reqîb dibin

Va Amedê sûr e li pişta te
Keziyên te dihûne
Te ji govenda azadiyê re dixemilîne
Wa hewlêrê şehîdên xwe jibîr kirine
û te dilorîne
Wa Mehabad li çarçira
Dergûşa te dihejîne

De rabe biçûka dilê min
Hêlîna xewn û xeyalên min
De rabe beçûka min
Îro çendî rengên te bedew in
Kesk û sor çiqas li bejna te tê

De rabe bûkê
Bûka Binxetê
Berdêlya Kerkûkê

De rabe bûkê
Şînî bi te nakeve bajarê Evînê

De rabe şêrîna dilê min
Îro serhildan e

Wa xortên te
Li Amûda Bavê Mihemed
Bersiv dane
Va keçên te
li Dêrika por kur
ser piyan e
rabe bûkê
ser
hil
da
ne

de rabe bûkê
pakrewanî li gerdena te pîroz be
ji dema tu bişîr vebûbû
berê te her li çiya bû
tu çiya bû li pişta hemû çiyayan
de rabe bûkê
ala rengîn îro kirasê bûkaniya te ye

dema sergêjek
li dayka te Helebça geriya
zavê te li çiya bû
hineya bûkaniya te vedistira
de rabe bûkê
hespê rehwan
bê deyax li hêviya te ye
simên hespê evîndarê te
sînoran nasnake
de rabe bûkê
ser
hil
da
ne

Amed-15-03-2004

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002