Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar


 

 

 

 


Qado Şêrîn

Diktator ji rûxandina
peykeran şerm nakin

 

Di serhildana 12 avdarê de diyar bû ku rêjîma Sûryê tenê kuştinê dinase, tenê dikare kuştinê bike, girtiyan pir bike, birîndaran derman neke, zarok û jinan bitirsîne. Hemû rêjîmên diktator wisa ne. Ew nikarin li dengên din guhadr bikin. Ji hêleke din ve ew gora xwe bi destê xwe dikole û rûxandina xwe nêzîk dike. Ku ne wisa be, ku hun ne diktator û faşistin wer in li dengê gelê kurd guhdarî bikin, li kesên ereb yên demuqrat gudarî bikin, li dîtin û bîr û boçûnên wan guhdarî bikin, bê guman ew ji we baştir dikarin û dizanin çawa welat bi rêvebibin û rewşa welat û milet baştir bikin, hun tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî kuştin, talan, gelacî, komkujî, girtin û lêdanan dikin û dengê zarokan dixeniqînin. Diktator tenê ji demuqratiyê ditirsin, ji ber bi hatina demuqratiyê re hun tune dibin, hun nebedî dibin, hun li ber lingan dirin, hun di bin tif û sixêfan de dixeniqin, û ji ber vê yekê we gelî diktatoran konê tirsê vedaye ser serê welat tevî û her yekê li duj we serê xwe hilde bêguman yan kuştîye yan girtîye. Ma mêrantî ev e, belê mêrantî ew e ko hunli dengên her kesî guhdarî bikin. Ma hun nizanin ku we rûpela welat li tevaya cîhanê reş û tarî kiriye. Ma sistema we ya ku hemû kuştin û lêdan û talan û zinadan e baş e yan sistemên demuqrat ku her kes bighêje mafê xwe û bi kêf û aramî bijî baş e. Em we baş dinasin, hun qet nabin demuqrat û qet nikarin li me guhdarî bikin, ji ber li me guhdarî kirin ketin û rûxandina we bi xwe re tîne.  

Niha we dest bi tawanbariyan kiriye, helbet ew ji qelsbûna we ye, hun li ser zimanê girtiyan dibêjin ku destin ji derve di serhildanê de hene, çawa em ê vê yekê ji we bawer bikin û we dest bi bilindkirina wêneyê Sedamê diktator kir û we got bijî Sedam û bimrin kurd, we guleyên qedexe li me sivîl û zarok û destvalayan barandin, çilo em dê ji we bawer bikin û ew girtî di bin lêdan û eşkencê dene, çilo em ê ji we bawer bikin û hun derewîn û bêbext û telaq reş in, bê guman ew girtî ji lêdan û eşkencê ne li ser hişê xwe ne êdî çi bibêjin ne cihê bawermendiyê ye. Ku hun rast dibêjin bila Netewên Yekgirtî((UN)) wan girtiyan îfade bike. Hun tenê dizanin derewa li miletê xwe û raya giştî çi li welêt çi jî li derveyî welêt bikin û bêgunehan tawanbar bikin, ev karê hemû rêjîmên diktator e. Ma we çend kes di bin işkenceyê de kuştin?.

Ma hun ji rûxandina peykeran şerm nakin, ma hun bi nêtin hin din li şûna wan deynin da ku hin kesên din wer in û dubare  wan biherifînin, niha hun ji ber rewşa wan peykerên ketî şerm dikin da we ew bi paçên reş û spî veşartye, ma hun ê careke din û bi danîna peykerin din dest bi diziyê bikin, we çiqas melyon wereqe ji dû wan peykeran dizîye. Hun hemû diz û çete ne. Ma we ji serhildana rojavayê kurdistanê jî ders negirt, na hun nagrin, hun çavên xwe digrin da tuştekî nebînin, ji niha û pêde zanibin ku em û hun ji hevûdu cudane, em kurd in û hun diktator in, em ji azadiyê hez dikin û hun ji xwîn û zindanan hez dikin. Çi çaxî be em ê bighêjin mafê xwe. Ji bo ku ya hat serê Sedam neyê serê we, ez we bi şîret dikim hun ji welat bar kin û birevin û ji me re bihêlin çimkî em ji we baştir dikarin û dizanin birêve bibin. yan jî hun ê di bin lingan de bixeniqin.

Berî niha me digot Sedam Diktator e ji ber ku wî wisa û wisa kir, lê diyare gelek Sedam û diktator di herêmê de hene, yek ji wan Zabitê ((Ahid Hemûd)) ku kurdekî leşker((Xêrî Berces Çeto)) di bin lêdan û eşkenceyê de kuşt, ji ber ku kurd bû, bêguman gelekên din weke wî we kuştin, li dawî we di 28/02/2005an de Ezîza Yezîdî, diya çend zarokan kuşt, ma çi guneh kiribû, lê hun xwe bi kuştarên wisa xwe eşkere dikin bê hun kîne û hun tenê kuştinê dinasin. Gelo cezayê wî zabitî çiye?, kî dê wî ceza bike, helbet kesek tune ji ber hun hemû weke wî ne, ev yek xerabî û bêbaweriyê dixîne nav leşkerên Sûryê, leşkeriya ku bi dujminê fermî nikare êdî berê tivinga xwe dide miletê xwe, wek metelokeke kurdî dibêje: nikare bi kerê dire kurtên. Yan kurdan nebin leşkeriyê yan jî ku we birin bila weke we bin. Bi tawanbariya ku tirsê li ser welat çêdikin hun wan ji xwendin û enistûtuwan diqewitînin û roja din wan  dibin leşkeriyê, ma hov jî vê yekê dikin, lê ji her kesî re diyar e ku hun xêra welatê xwe naxwazin, belê bêhtir berê wî didin ber bi rûxandinê de. Diyare we ders ji Iraqê negirtiye. We şûna Sedam baş dagirtiye û ji ber vê yekê pir kes dibêjin ku  Sedam in din hene û pêdivî pê heye ku herêm ji wan û ji zulm û zordariyan wan rihet bibe.

Di salvegera yekemîn de û li gel ku serokê we B. Esed diyar kir ku netewa kurd beşekî bingehîne ji tevna civaka Sûryayê, lê tiştek nehat guhertin, diyare hun tenê dikarin ji tirsta Emerîka re vira bikin û gotinan ji xwe berdin. Tiştek nehatiye guhertin, zulm ew zulm e, kuştin, girtin, lêdan û tawanbarî berdewame.

Em û her kesê ku ji azadî, kêfxweşî, jiyan û demuqratiyê hez dikin dibêjin ku we dest bi şer û destdirêjiyan kir da ku hun bibêjin ku destên derve di vê yekê de hene. Ne dûre ku we û Tirkên faşist bi hevûdu re ev yek kiribe da ku hun ji Emerîka re diyar bikin ku we kurd li me sor kirin e. Ya din niha Sûryê û Turkyê diyar dikin ji Emerîka û hevalbendan re ku hun şaşin mafê kurdan bidin wan, ji ber ku hun li Başûrê kurdistanê mafê wan bidin wan êdî wê li Sûryê û Turkyê û Iranê jî mafê xwe bixwazin û rabin ser piya. Dîsa dibêjin ku serhildana li rojavayê kurdistanê yek ji wan sedeman e. ku hun ne diktator û faşistin wer in em hemû bi hev re bijîn, her yek bila bi serbest û azad bijî, bê kuştin, bê lêdan, bê girtîgeh, lê hun ji azadiyê hez nakin û ji ber vê yekê rûxandina we li ser destê me ye em kesên ji azadî û demuqratiyê hez dikin û ji ber ku em ji we pirtirin em ê zora we bibin û pişta we deynin û pêl dewla zikê we kin.

Di salvegera yekemîn de bang li tevgera kurdî li rojavayî kurdistanê dikim û ji wan re dibêjim; ger hun li gor berpirsyariya xwe ya dîrokî bin, yan hun ê ji bilî dîrokê ve şermezar bibin, çimkî pêşeroja me di destê we deye. Merov carekê dijî û bila wê carê jî bi rûmet bijî.

 

                                                                                                      07.03.2005

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002