Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 

 


Hoşeng Broka

Aliyê xwîna mezin

 

Ji aliyê xwîna dawî;

Kurdên dawî;

camiya îna dawî;

destên berberojkên

xatirxwestina dawî

û Qamişloka goristan

û hicrika

dawî re.

Ji xwîna kurt û kurmancî

û mezin re,

ku bi başûrê Xwedê bi ser ve diçe.

Ji sê milyon Qamişlo re,

ku bi adara xwîna tim li ba

tim li dar

û tim li kar,

pênc hezar hatina destên Helepçe;,

pênc hezar lisêdardana pencereyan,

kuştina keskesoran

û mirina hêlînan,

distirîn e.

 

Hêêêêêêê

Hêêê xwîna mezin,

xwîna ji bîra kewan,

pan,

dirêj

berbelav

û bersînor;

xwîna ji bîra Kurdên ne wexta xwe

û ne jî wexta Xwedê,

dirind e,

serhişk

û sergerdan;

xwîna ji bîra gulleyan,

zû,

bê westan,

bezok

û bê navber;

Xwîna ji bîra kîmyayê,

zîz,

Helepçan e

û têrnegirî,

Ku  wexta wê , ya mezin û hey mezin,

komarên ji bîra sêdarên ebedê,

 zindanên ebedê,

potînên ebedê,

peykerên tirsa

ebedê,

kabûsên ebedê,

û komarên ji bîra  “ayetên Enfalên” ebedê;

ayetên ku her wexta “Allah û ekebr”

û her wexta mala Xwedê,

kuştar û kuştar,

kaniyên ku bi Kurdî sanahiya avê, digotin,

çiyayên ku bi Kurdî, bilind dibûn

û xwîna kovî haşt dikirin,

mijên ku bi Kurdî serê minareyên

wexta aliyên xerîb,

dixwerandin,

hicrikên ku bi Kurdî, yar

di bîra keska xwe de, bi hembêza 

navên hev şa dikirin,

û destên ku bi Kurdî, çûyîna bjaran,

çûyîna goristanan,

çûyîna cejnan

û çûyîna yaran, 

distiran, 

 di bîra ximava xwe de, heldiçnandin

û pêjna wan sernişîvî

aliyê ebeda nimêja xwe dikir in.

 

Hêêêêêêê

Hêêê xwîna mezin,

xwîna derengî navê Xwedê;

derengî destên ji bîra gîhê,

avê,

beybûnan,

û derengî

serhildanên baranê;

xwîna heta hetayê xwîn î,

heta hetayê “helal”,

heta hetayê berkew,

berkemîn,

beralî

û heta

hetayê

bermayîn

û

bergulle.

 

Hêêêêêêê

Hêêê xwîna bilind

Xwîna her kêlîk,

her nimêj;

her pêjna cejnan;

her pêjna pirtûkên zirmezin,

pêxemberên zirmezin,

serokên zirmezin,

aliyên zirmezin,

û sînoooooooooorên zirmezin.

 

Hêêêêêêê

Hêêê xwîna bi kurdî  mezin û pir;

xwîna înên pir;

minareyên pir;

Xwedayên pir;

adarên pir;

birîna pir;

kîmyaya pir;

çûyîna pir

û xwîna

giriyê pir!!!

Ma ji navê te û wêdetir, hîn çend Xwedê hene,

ku em xwe yên wexta te/

û te ya çaxên kewan,

ji bîra îske-îskên wan biçin in ?

Ji pirê îna te û wêdetir, hîn çend hicrik hene,

ku em wexta wan

têr bêriya te,

bêriya hev

bêriya biserveçûna bi nermahiya êvarên

ji darbesta te,

bêriya kesera tekûz

a navbera herdu destên te,

û têr

bêriya giriyê wexta memikên

 „Bûkên Barana“ te, 

bikin?

Ji adarên wexta agirên derengî çiyan,

derengî têlan,

derengî maiynan

û derengî sînoran,

ku dihatin tewafa jana te û wêdetir;

ji kernevalên ji basa kuştina îna nimêja te û wêdetir;

û ji xwekuştina kemançeyên dîloka

çaxên sermemikan, piştî te   

û wêdetir,

hîn çend bayên mezin hene,

ku em navê te,

wexta ku digihe,

li ber bejna wan a neqam,

 bidêr in;

hîn çend navên mezin hene,

ku em çaxên rabûna wan,

çilmisandina sirûda te hilid in;

û hîn çend sirûdên mezin hene,

ku em çaxên te,

xwe, yên ku nagihin,

li bîra

gavên te

bîn in???

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002