Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 

 


Ezîz Xemcivîn

Şeveke evînî

 

Li Qamişloka evînê, li ber awirên stêran, û li ber awaza pênûsên sê helbestvanan "Dildarê Aştî, Bavê Tosin û Silêmanê Azer.. em heval û hogirên hev mijûlbûn, me sîtava bîrhatinan vegirt; û bi piyalên meya evîna Melayê Cezîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran em dilxweş û sermest û aza bûn.. lê ji we dikararim veşêrim, lê ji Qamişloka kenûgirî tucarî nikarim, lewra min ev çend mîjit xweşavê ji goşiyên guvaştî ber bi pênûsa xwe de birin û li ser bihna yasemînê bi hevûdu re hûnandin…!!

 

Li bin dara giryok,

dest li ber rû me

diponijim…

dengê du-sê bilbilan

ji hawîr tête min..

belam pênûsa min goyîn e;

dikale. dinale..

qolincên bîranînên te Qamişlokê,

li hinava min

Jîjo ne;

gij in,

û bê vehêsîn in..!!

 

li ser masa sincirî,

li nêzî Lîsgeha birîndar,

û li ber hêrsa kevirên raperînê;

em û ewan kul û xeman tev de axivîn..!!??

 

pênûsê şerma xwe avêt;

da bin lingên kewên gulebarankirî..

li ber nalîna girtiyan

û li ber navtêdana

xuşk û dêyan

"mala xwe bernedin,

mal we em in,

mal namûs e;

mal jin e, mal jîn e…

malllllllllllllllllllllllllll

jîn eeeeeeeeeeeeeeeee

jîn eeeeeeeeeeeeeeeee

eeeeeeeejîn eeeeeeeee

eeeeeeeeeeeeeeeeeeee..

 

talan be,

ferman be,

û bela têkçûna jiyanê be;

serhildan e…

em oldarên baxên sînga te…

dengê nimêja serhildanê

ji Dêrika Hemo

ta bi Efrîn û Şamê…

dîlana manê û ne manê.

êdî12ê adarê

te newroz

ji xewnên şêrîn şiyarkir.

 

Kulîlkên newrozê zû pişkivîn;

zû bi zû rapirîn!!

berfa çiyê zû vê carê heliya

lîlava sor ji dilan meşiya!!

 

Rehên stûr û canpola

Ji comerdiya dilê ciwanên te

çem û kanî

derbûn..!!

 

dem hat dengê ker û lal

nema bêdeng bimîne…

dem hat kuç û kevir

êdî bi ziman bibin..

evîn li bin cilan veşartî,

çawa bimîne…

 

sîng vebîn

û pêsîrên şîrdana tekoşînê

dibin kanî û diherikin..!!

 

deh û didiwê adarê

birînên salan

dilê min ax

deng ji Mehabad gihande Hewlêrê

“kurdistan yek parçe ye..

Qamişlo Helepçe ye”

dengê dayikên Amedê

li sînoran serî hildan…

serberz û bilindin

xwîna herikî

ronî li jiyana me dida…

 

Serhildan e..

gul di destên şehîdan de

 ji destê Gîvara, ji destê Xesan

27 gul li gerdena te bûn aleke ciwan…

 

va em piyala azadiyê bilind dikin

bijî azadî

hê hê ..

zarok rabûn

li dibistana

cegerdariyê,

lehengiyê

kirin serhildan…

dema me va bi rastî hat

sala 2004an

tovê jîna tekoşînê

li deşthêviyên Osman Sebrî

gelê qehreman

bi xwîna xwe ew çand…!!

 

Qamişlo

7/2004

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002