Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Helbest


 

 

 

 


Bêkes Reşîd

EZ DİZANİM

Ji bo her du yazaran;
 ( Xalid Mihemmed  Û Ehmed ismaîl ).

Ez nemam

Ne çûm û ne rawestiyam

Wek gelekan xwest nebûm

Tenikbûna min veziliya ta çirvirî

Qatên min ji hev hatin dizîn

Rûnivîsa dawî dayikê hilanî

Dike ji ber xweda bixwe jî wida bibe

Jiyanê di van guhan de ev raz gotibû

“ Yê herî giranbuha temen kine “

kesek nabîne ..

herkes di rênin têvel re winda dibin

lê ez ...

Di vê riyê de tenê me

Baweriyên min nehatin pejirandin

Kesekî bi saxî ez nedîtim

Eger ez mirim

Min bi qasî hêsirên dayikê perçe bikin

Bi qasî mûyên pora hevsera min perçe bikin

Bi qasî kûrbûna kulên min

Min di bin xakê de kûr veşêrin

Eger ez mirim

Jiyanê wek min nebînin

Guhên xwe jê bigirin

Zanibin hemû arezoyên min di ciwaniya xwe de

Serên wan li dîwarên bayê diketin

Yek bi yek diperçiqîn ... û

Bi hişkî ev hinav kêm dikirin

Gelo hûnê çilo pêşwaziya kulên min bikin?

Ezê bi çi riwî bim?

Hûnê min nas bikin?

Ezê di lavlava hêsirên dayik û hevsera xwe de bim

Menal tenê hêwa hezkirinê, dîwarên hest û

Razekî fire, dirêj û kûr

Tiştên din hemû bêlan û aran

Eger we min nas kir, min ji bîra nekin

Xwe jî li min bihêlin.

 

2 .. 7 .. 2005 Istanbol.

*    *    *

ÇI MAYE?

                                                                       Ji bo; Van hinavên ko ti aramî nedîtine.

 

Bawer dikim ko di valayiyê de diramînim

Di wir de jî Bêkes im

Ev derûn pirsgirêkên nû ji saykolociyetê re tîne

Çi di min de dibe?

Mijtin … qurpandin … guvaştin … tevzandin …?

Sedemên cîhanê hemû di wir de ne

Dizin … bi qîjin

Bi ar in min dibrêjin

Mirin li wir niye!!

Ev serî divê xwe hil bike

Her vedipijile dîsan xwe bi xeman didrû

Ta mijgûlên dêbavaye

Derzî ev zimane ko di hundur de jê re dirêj dibe

Nizani çima wilo li min dibe?

Belkî ez im û belkî na!!

Tî me … birçî me … kêm xew im

Dikelim … diqufilim

Bêrîkirin min dixwe

Belkî hertişt li hêviya gorê ye!!

Aya çima?

Li hember guzarişê mat radiwestim

Ne li ser kêfa xwe gavê li paş didim

Bi ser neyînê de diçim

Pêşeng im di van hêlan de

Berxwedan dijî wateya xwe tê

Hezkirin dest bi cûtina xwe dike

Madam guhertin di aliyekî tenê deye

Birastî tiştek nema hêjaye dîtinê

Ez jî hew … hew

Ez jî nema … nema

8 – 5 – 2005

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002