Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 


Bêkes Reşîd

Serhildana Avdarê

 

Qedaxeya cîhanê di bin piyên desthilatê de mabû

Wê çaxê yase bi miriyan re dilîstin

Vepijilandineke qiriktal li Earopa yê bû, û …

Arpijek û şewatek li perçekî Kurdistan ê bû

Serhatîka miletê bêdaw li her deverê vebû bû

Reşmeha bextreşan li zabûn

Saxbûn û hatinê zîvirî bû

Buharê dostaniya qelaştinê nûtir kiribû

Ji diwazdeyê avdar ê destpêkiribû

Semaya gulle û pakrewanan

Li hember roja dawî ya xweda bûbû hevrik

Lîlandin û hêsirên bêjimar ji dojehên zemînê pijiqîbûn

Cendek mîna firindan ezman terikandibûn

Arava Ferat ê ji Qamişlokê herikîbû

Savayan ji bilî çêjta xwînê nekiribûn

Ji Amûdê, Dêrikê, Efrînê …

Sûlên serbilindiyê rijiyabûn

Golên hêçketinê, tevz û matbûnê

Di hemû goşeyên biyaniyê de afirîbûn

Hemû perçe lerizîbûn, derizîbûn, bi ar tewizîbûn

Al û Nûroz ê du xaleyên ji xwînê

Li kilîla kurdayetıyê xistibûn

Hêsira Helebçayê li ser Helebçaya nûjen ketibû

Lêvên pîsiyê jî mîna dijatiya xwe

Bi seranserî hinav û hundurên xwe maçdikin

Nijadperestî, xweberî û hovîtî …

Ristikên rîjêmî ne

Li ser sînga mirovatiyê kirinên xwe pîroz kirin

Lê …

Wê bi kûjan dever ê de herin?

Mane yada her kes û tiştî şîn dibe

Mane kolanên kin û tazî

Hembêzkirina dawî ya ciwanan di wan de tim dikewije

Mane şûnên wilo bi temenê xweda ne.

 

1- 3 – 2005 Istanbol

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002