Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Kevnetor


 

 

 

 

 
Berevkirina: Resûl Şêxkanlû Milan
Qîza Paşê û Evdile yê rêncber
Ji kevnatorê kurdan

 

Kalek hebû kalî ji îxtiyar ketî, jin û zarokên wî hebûn û jiyan jê ra bi çetinahî derbas dibû. Kalê rojekê rabû çû cem pêximberê xwedê û halê xwe yî xirab ji peximber ra got û alîkarî jê xwest û dewa risq û rizakî kir ku pêximber jî kaxizek nivîsî da wî û got: Ev berata xwedê ye ji tera rabe here nav jin û zarokên xwe.

Kalê kaxeza pêximber da destê xwe û rabû ket rê da û çû û li rê da ket nav fikran û got: Kuro ez çûm cem pêximberê xwedê ji xwe ra rizakî, pêximber jî tu dîna xwe bidê ka çi daye destê min?

Kalê rê da rastî şivanekî hat û hat cem şivên belkî çaykê yan şîrekê û tiştekî bixwe. Şivan gava dîna xwe dayê ku kalê berbi wî tê rabû pêlgî kalê çû belkî seyên wî neçin kalê. Şivan kalê hanî hat ser kulêv da rûniştandin û jê ra qurtmancika wî jî hazir bû, qurtmancik hanî hat da orta xwe û kalê, kalê jî him birçî bû û him jî westiyayî bi şivên va qurtmancikê ba ketin.şivên ji kalê pirsî: Apo pirsa da eyib  tuneye tu ji ku têyî û tunê kuda herî?.Kalê got: wele ez xelkê filan gundî me û kalmêrekî ji îxtiyar ketî me  û îdara min û jin û zarokên min nabe ez çûm cem pêximberê xwedê ji xwe ra rizakî bînim ku pêximber jî hanî hat kaxezek nivîsî da min û got: Ev jî ji te ra riza, vêca ez mame û dibêjim ka axir ev kaxeza yê min ra bibe çi? nizanim axir nan e? av e? çi ye?ez metel mame. 

Şivan navê wî Evdile bû. Evdile got: Kanê apo ca mêze kim kanê kaxeza te çawane. Kalê dest havît berîka xwe û kaxez derxist da Evdile û Evdile çaxê kaxezê nehirî fam kir ku erzişa kaxezê çiqase. Ji kalê ra got:Apo tu vê kaxeza xwe çenda difiroşî?  

Kalê fikir kir ku Evdile henekîyan wî dike loma got: Xortê qenc serê min nekene, axir kî vê kaxezê ji meriv dikire?             

 Evdile got: apo ez kaxeza te dikirim deh peza tu didî?

 Kalê ku fikir dikir Evdile ew kiriye tirane got: tu xwedê bese desta ji min berdî, derdê min ne besî mine tu jî min neke tirrane. 

Evdile got: na weleh ez rast dibêjim. Tu eger dixwezî ez keriyê pêz bi tev bi ker û sanva bidim te û tu jê kaxezê bidî min.

Kalê dîna xwe dayê ku Evdilê hema rast rastî dixweze kaxezê  jê bikire loma jî kaxez derxist da Evdile û rabû kerî bi san û kerê va da pêşiya xwe û reket û berê xwe da mal. Zarên kalê derketin derva dîna xwe danê wa bavê wan keriyek pez daye ber xwe û tîne, zar revîn ji diya xwe ra gotin. Dê dest xweda fam kir ku kalê çi xetayek mezin kiriye loma got: Lê min xalî serê wî kirî, ez dizanim ku ewî berata ku pêximberê xwedê dabûyê firotiye.

Kalê hat lap nêzîkî malê û jinik pêlgî wî çû, berî ku kalê zimanê xwe vebike jinkê gotê: Hey min xalî serê te kiro, te berata xwedê firot? 

Kalê got de çi bikim jinik neçar bûm û hatim xapandin…... 

 

De em herin cem Evdile kanê Evdile çi halî daye û dixweze pê berata ku ji kalê standiye çi bike û kuda here.

Paşayê wê mahalê navê wî silêman beg bû ku dilê qîza silêman begê ketibû kurê wezîr lê nedidanê loma qîzkê û kurik ya xwe kiribûn yek ku destê hev bigirin û ji wî welatî birevin û herin cikî dinê da bi mirazê dilê xwe şa bin. Navê kurê wezîr jî Evdile bû. Evdile û qîza paşê biryar dabûn hev ku şev birevin herin welatekî dinê,biryar ew bû ku Evdile şev here li nav merzela da xwe veşêre ku qîza paşê jî du hespan û xurcên zêr û zîvan va here cem Evdile û her du hespan siyar bin û berê xwe bidin best û beyaran herin.     

Evdilê kurê wezîr dirame û dîna xwe didê xêra vê alvêrê tuneye, çimkî eger ew qîza paşa birevîne paşê paşayê lêxe serê dê û bavê wî jê bike loma jî poşman dibe û naçe ser sozê xwe.

Em bizanbin ka Evdilê şivan çi dike? Evdile jî berata xwe ku ji kalê distîne tê nav merzelê gund da ew merzelê ku qîza paşê û kurê wezîr ser soz danîbûn tête wir û dikeve xewê da. 

Qîza paşê karê xwe dike û hespa xwe siyar dibe û xurcên zêr û zîvan davêje ser û hespan ji Evdile ra jî pey xwe devgem dike û tê ser sozê xwe û kurê wezîr û gazî dike Evdile rabe em rêkevin. Evdile çav li xewê da û hajî serê xwe tunîne radibe paşopî li hespê siyar dibe.

Qîza paşê heyirî dimîne lê dibêje tişt nake belengazî tirsa xwe şaş kiriye yan jî belkî ji eşqa min xwe wenda kiriye. Her du rê dikevin û heta sibê rê diçin, sibe wan zelal dibe qîza paşê heyirî dimîne û dîna xwe didê ku ev ne kurê wezîr e, dîna xwe didê yekî wisayî reşî elewate ku xwedê  nîşan nede. Keçik xwe ker dike û tiştekî nabêje, herdu êdî ji welatê bavê keçikê dûr ketine û gihiştine welatekî dinê. 

Qîza paşê êdî çara wê tuneye û dilê xwe da dibêje çi bikim belkî qedera xwedê û qismetê min ev bûye loma ne ew tiştekî ji Evdile dipirse û ne jî Evdile ji wê ra dibêje tu kî yî? 

Qîzik tîne Evdile bicerbîne loma derdixe çend zêra didê û dibêje here ji şeher ji mera  xwarinê bistîne û li fikira xwe da dibêje ew î eger çû xwarinek kirrî da ser milê xulamekî hanî bizanbim yê bibe tiştekî , na ku da ser milê xwe hanî êdî bizanbe ne tu tişte û ez ê jî êdî ji vê derê va bizivirim mala bavê xwe. Evdile diçe şeher xarekê dikire û dide ser milê xulamekê û tîne. Qîzik dûrva mêze dike êpêcey dilê wê germ dibe û dibêje walle dibê qey başe û xwedê bextekî rind rastî min haniye.her du xarina xwe dixun û radibin diçin şeher û ji xwe ra odekî kirê dikin û têda dimînin.Qîzik radibe çen zêrên dinê jî dide Evdile û dibêje here serşokê û xwe bişo û destek kincên baş jî ji xwe ra bikire. Evdile diçe nav şeher himam dike û destek kincê lapî baş jî li xwe dike û dizivirte tê cem hevala xwe. Qîza paşê çaxê çavê wê li Evdie û bejin û bala wî dikeve hiş û aqil ji serî diçe û bi dilekî na bi hezar dilî li Evdile va tê girêdan û bawer nake ku rastî jî ev zilamê tîtal heman ew şivana ye ku paşopî li hespê siyar bibû. 

Keçik ji Evdile ra dibeje Evdile şeriet şermê  naxweze, ez qîz im û tu jî mêrî belkî xwedê qismetê min û te hev haniye rabe here mele binare bila mehra min û te bibire.

Evdile dest û piyên xwe wenda dike û şabûna bawer nake û radibe diçe mele tîne û mele mehra her duyan dibirre û her du digihijin miraz û qismetê xwe. Sibê Evdile û jina xwe çaxê derdikevin nav şeher, şahê wê derê jî bi wezîr û wekîlên xwe va hatibûne gerê, loma çavê şah ku jina Evdile dikeve hiş ji serî  diçe û dilê wî dikeve wê. paşa zû ji gerrê dizivire û ji wezîrê xwe ra dibêje: Wezîr ji min ra tedbîra wê jinka bûkîn ku li ber filan malê sekinîbû dil ji min bir hun gereku zûka ji min ra çarekê bikin. 

Wezîr ser destûra Şah pirs pirsyar kir û pê hisya ku ew jina yekî xerîb e ku revandiye û ji tirsa bavê wê ku ew jî paşa ye haniye li vî welatî da sitar bûye, loma jî ji paşê xwe ra got: Paşa ew jina yekî xerîb e, ku revandiye û hatiye qeza te da sitar bibe, vêca ne cayize ku tu çavê nebaş lê mêze bikî.Wezîr çiqasî got û negot şah serwext nebû loma wezîr got: Wekî wisane paşayê min tu were em mêrik biceribînin, heger ku cerba me da derda em ê bêjin tu maliya xwe gereku pêşkêşî şah bikî lê ger ku bir êdî karê te gereku lê neketibe. şah gotina wezîrê xwe qebûl kir û şandin pey Evdile û Evdile hat dîwana şah dîna xwe dayê ku wezîr û wekîlên wî hemû rûniştine. Evdile derbasbû û silav da wan û rûnişt û wezîr jê ra got: Evdile şah Gûza Hindê û şîrê Şêr li iyarê Şêr de dixweze tu ger ku peyda bikî, ger ku nikarbî him gerku maliya xwe bidî şah û him jî ji welatê şah derkevî.

Evdile neçar ma û qebûl kir û rabû çû ji jina xwe ra şêwirî û ji ber ku berata xwedê li cem hebû melaketên xwedê şev hatin cem û gotin: Evdile  tu çi dixwezî û derdê te çiye?.Evdile çi ku orta wî û şah da derbas bibû ji wan ra got û melakê got: Evdile here filan derê Dêwek heye ku çen salin lingê wî axim girtiye û tijî nêm û kêm bûye û nikare rêva here ,tu here derziyê çaxê ku xewê daye bedena vî ra ke û bireve xwe dûr weşêre, nêm û kêma lingê wî ku kişiya û ew hêsayî bû yê gazî te bike û bêje: Ey beşerê xwedê tu kî yî û çi dixwezî?. Tu her çi ku jê bixwezî yê ji te ra hazir bike. 

Evdile radibe ser fermana melaketên xwedê diçe û dewsa Dêw peyda dike û xwe wedişêre ta ku Dêw raza û tê derziyê lingê Dêw ra dike û nêm û kêma ku çend sal bûn lingê Dêw da bûn dide der û Evdile jî tirsa direve diçe dûr xwe xwe diveşêre. Lingê dêw hêsayî dibe û hiş li serî da tê û dibêje: Ey beşerê xwedê tu kî yî û çi dixwezî?

Evdile bi tirs hat pêş û got: Ez beşerê xwedê me û karê min ketiye te, tu gereku ji min ra Gûza Hindê û şîrê Şêr li îyarê şêr da peyda bikî çimkî şahê zalim çav berdaye namûsa min û mehniyan digire, her çawa ku bûye tu ji min ra gereku hazir bikî. Dêw orriya û got: Mala te neketo xazila{xwezî} heft salên dinê jî axima lingê min têda bima, lê te ev yek ji min nexwesta, lê çi bikim ji ber ku navê namûsê û şerefê hat neçar im evî karî bikim. Tu vê derê bisekine û bi hêviya min be ez têm. Dêw çû xeyb bû qasekê şûnda hat, şîrê şêr li îyarê şêr û Gûza hindê li dêstî û da destê Evdile û got: De here têjikê Adem û li pişt xwe va jî mêze neke. 

Evdile Gûza hindê û şîrê şêr hilda û hat ber dîwana şahê zalim û destûr ji dergevanan stand û derbasî hundirê dîwanê bû û Gûza hindê û şîrê şêr da ber şah belkî şah bixwe û pê bibe xort. Lê berda kurrider buyî. Giregir û cimaeta hazirî hemû heyirî man û lêvên xwe gez kirin û şah jî êdî pêşiya mihanên wî hat girêdan lê zalimî dîsan jî terk nekir û sibetirê ku ji ber xwerina Gûza hindê û şîrê şêr bibû mîna xortan dîsan jî dewa jina Evdile ji wezîr kir û wezîrê baqil gotê: Paşayê min ha nabe were carek din jî wî bicerbîne, lê vê carê em cerbek mezin û nemumkûn bikin çimkî ew î ji te ra qencî kiriye û Gûza hindê û şîrê şêr ji te ra haniye.

Şah got: Em vê carê çi cerbê jê bikin wezîr?

Wezîr go:evê carê jê ra bêje: Tu gereku li ser behrê ji min ra koşkekê çê bikî, ger ku nikarbî ez şert ji te dibim.Şah got: gelekê başe û sibê şandin pey Evdile û şertê şah teze jê ra gotin û mecal heta sibê danê ku wê qesrê ew çê bike û Evdile jî zaf ber xwe ket û melûl û bê hevsele çû mal û hal û hîkayet ji jina xwe ra got û jinik jî ber dilê wî da hat, şev hat û Evdile dîsan ket nav fikaran.Jina wî dîsan ber dilê wî da hat û got: Evdile xwedê kerîm e û berê da gotine: Hoste necar razê mîna xwe hercar, xwedê yek e û dergeh hezar. Nîvê şevê bû, Evdile nav ramanan da bû melaketê xwedê dîsan hat û got:Evdile tu dîsan çima ketî nav fikiran?. 

Evdile got: Vî zalimî vê carê ji min xwestiye ku jê ra ser behrê gerku koşkekê wisan çê bikim ku ew bi hemû esker û leşkerên xwe têda bi cî bin, de ez belengazê xwedê ez ê ça bikarbim vî karî bikim, bixwe jî tenê heta sibê wextê min heye. Melaketê got: Tiştek nake Evdile ez ê serast bikim.Melaketa xwedê perrê xwe lihev xist û herçi melaket bûn komî wê derê bûn. 

Gotin: Xûşikê tu çi dixwezî?.Em dunyayê xirab kin yan ava bikin?        

Xûşika wan got: Ne dunyayê xirab bikin; ne jî ava bikin, hûn her yek gereku perrek ji qanatê{bask} xwe jê bikin û pê wan liser behrê koşik û qesirek wisan çê bikin ku hezar esker û leşker têda bibin.Xûşkan xebera melaketê kirin û heta berî berbangê qesirek wisan çê kirin ku şewq û şemala wê da her derî û dunya kire sibe. 

Şahê zalim ku ji ber şewata nefisê xewa wî nedihat dîna xwe dayê ku bûye sibe loma deng li wezîr û xulam û xizmetkaran kir û got: Kurro rabin bûye sibe lê Evdile qesir çê nekiriye, herin wî bînin ku ez ê serê wî bidim lêxistin. 

Wezîr dîna xwe dayê na hê şev e û virda û wê da mêze kir û dîna xwe dayê ku şemal ji behrê diteyise loma ji paşa ra got: Paşayê min ev ne şemala royê ye ev şemala wê qesirê ye ku Evdile çê kiriye. 

Şah rabû bi wezîr û wekîl û esker û leşkerên xwe va çû ber behrê dîna xwe dayê raste, Evdile wa qesir çê kiriye û hazir e. Qesirek wisan delal ku şemala wê dunya kiriye ronahî. 

Şah matmayî ma û got Evdile: Te ev qesira çawa hindeleyî zû çê kir? 

Evdilê delal got: Paşa xweş be, ser fermana te. Ca derbasî hundir be ka çawane? .ger ku rind nebû û hemû esker û leşker û wezîrê te têda nebûn  tu dikarî serê min jê bikî. 

Şah gote Evdile: Na tu derbas be.

Evdile got: Paşa yê min ferman fermana te ye, berê tu bi leşker û eskerên xwe va gereku derbas bî, ger ku hemû têda cî bûn wê çaxê  ez ê jî werim hundir û xelat û baxşişa xwe ji te bistînim. 

Şah bi wezîr û wekîl û esker û leşkerên xwe va derbasî hundirê koşkê bûn, melaketa xwedê ferman da xûşkên xwe her yekê perrê xwe hilda û koşk xeyb bû , şahê zalim bi wezîr û wekîl û esker û leşkerê xwe va ketin binê behrê xeniqîn û Evdile jî bû xudanê text û tacê, ew û maliya xwe bi mirazê hev şa bûn. 

 

{min ji devê Xeca Sido 56 salî ye,  li gundê Qerecaliya Makû yê"kurdistana Îran" girt 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002