Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Ergerandin


 

 

 


Mona Kerîm
Stiranên kurmênc
Wergerandina ji Erebî: Axîn welat

 

1
Her tim ji deverekê diçe devereke din.
deng ketî,
wekî erdê, dema ku tofanê lêstikên wê belawela kirin.
li dengê xwe guhdarî dike:
gelekî bilind û yax bûye,
gelekî fireh bûye,
têra cîhanê gişî dike..
Kurdistan têra wî dike…

2
hêstira xwe ya mezin datîne ser gerdenwazeya jina xwe
(welatek li ser welatekî)
baş amadeye ji bo firandinê:
dev li kaxetên fermî dikir, qirika fermanvan ceriband
û ba tevde xiste nav gumlekê xwe…

3
xudê heyirî li ber wî maye:
ev yê ku gelek vejîn bi dest wî de ne,
û giyanekî bê wênedêm,
giyanek ji bo hemû dêman,
giyanekî mîna fanêlla zarokekî,
bi şêraniya şînê lekedar…

  4
Xudayê ku keskesorekê
û şeveke kevnar,
û (ezmanê heştan)
di dilê xwe de vedişêr e,
li ber wî heyirî maye.

Heyv


Wa heyvê,
ezê te bibim da ku pîrka min te bibîne
dengê min tê te?
û ji şaxên kîrazê, kumekî ji mêrkê havênê re çêdikim
û ji baweşînka min, bagerek wê rabe
wa heyvê,
li ser kursiya min rûne,
bihêle ez mûzîka xwe ya pirteqalî bijenînim,
ezê qeşayê li ser masa xwe bişkînim
heyvê,
findên xwe vêxim..
deftera min ya rûçelmisî bibe
heyvê,
teneyên tirî, li ser biguvêşe.
wa heyvê,
piskilêta min çêbike
û were em di beravên pêlê de melevaniyê bikin
pênivîsa min bibe,
sola min,
rastkêşa min,
çermê min, xûna min, dilê min..
tiştine ku tê wenda nekê,
heyvê.

Yadê

Ji teyrikan pêve, kes zimanê bê fêmnake.
da ku em hêviyên xwe ji agirê şewatê biparêzin,
em radiperin.
birînên me, hîn hene,
her zarokek ji me êdî bi stiran dunyayê nifirîn dike.
gangilîlk axivîn: zimanê dilan pûç bû,
gir bi mûzîkê dijîn, û bapîr vedigere,
da ku wenda bibe,
ma ev giş ne besî we ye?
heskirina dîn jî, me da jehrê,
û di êvaran de em roniyê belav dikin,
bihêlin em di gerrîneka serdema kevin de noq bibin,
bi temiyên Mesîh me newestînin
hemû xewnên me bi bê re
dûûûûûûûûûr firiyan,
firiyan cem wî bapîrê dilovan.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002