Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 


Bêkes Reşîd

 
RAWESTGEHEK

                                                 Diyarî..can û hevsera min ( Xurbet).

Çi dema hevandinê bû xwe li min pêçabû?

Çi yazûxê ne yê min bû, min guvaştbû?

Çi şaştî bû ji xweda yan derûna min ya rasteqînî bû

Wê demê ji nû beravêtî bûbû?

Ev tilî çi li ser dinivîsin?

Guhdarên pûtî çi waneyê jê hîn dibin?

Çima ew hevandin?...

 

Navenda gulokê dilê min û hevsera min e

Yek di nav yê din de

Gerdûn hemû ji wan re nabe pen

Mîna mendal in bav kuştî

Li rewanan digerin

Di çi verêzên din de

Wê lêvên wê şîna min bişopîne?

Di kîjan çola din de

Wê baweriya wê dîsan çavên min şil bihêle?

Di kîjan dergeyên dojehê de

Wê dîsan min derbas bike?

Wê çend destpêkên girîyê nû bi ken di min de veke?

Çima ew hevandin?...

 

Gazinên bûyereke virnîyî fetisî diyare

Ristikên rûreş û durûyan diçirisînin?

Rûpoşên dilbendkirî bi hoqeboq in

Bîbîlankên ji şûjinên xelkê li ser hev çirvirî

Ji hev dixeyidin

Dêbavê hinav pelqazgirtî di azara xwe de dimînin

Çima ew hevandin?...

 

Ji bo dûr bû

Dûr başûrê piçûke

Li Qamişlokê, ko mîna hevsera min tim bûke

Li wir

Ji mêj ve ranewestana girî û nalînê ye

Çavên dayikê li riya lawikê zava û bûkê ne

Hemû sîkên wê buhuştê

Bi lîlandinê re hêsiran li niyazan dikin

Çima bûbû hevandin?...

 

Wilo û weke hercar

Perçebûn dibe dawiya çend saxbûnan

Dîsan ev hinav dilerizin

Arav di wan re diherike

Ev hinav mîna çend xwedayên hevrik in

Carnan kêmdibin

Carnan jî di ser xwe ve diçin

Lê …

Ne reşiyeke tenê di can de serxweş dimîne

Ne tenê di vê rewşê de bi vîn im

Ne tenê bi wateyeke têvel im

Di canê xwe de ne tenê me

Bo xwe û vê gerdûnê – kêm hindik – têm teraştin.

 

İstanbol

5-2-2005

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002