Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


çîrok


 

 

 

 


Amed Ç Jiyan

Çentê zer

 

Rûgeş, ji bo ku rewşa çentê xwe yê ku beriya du rojan, dema ji rêwîtiyekê hatibû, bi awayekî nediyar winda bûbû, hîn bibe, di deriyê hesin î şîn de ket hundirê nivîsgehê. Ava li ser sîwana xwe, li ber derî daweşand û sîwan danî ber derî. Di nivîsgehê de du zilam hebûn; yê qelew li ser kursiyê li ber masê rûniştibû, yê bejindirêj li hemberî wî, li ber masê bû. Yê qelew ku berzika wî wekî meşkeke qerase bû, di bin çavan re li Rûgeş nihêrt û dû re dîsa berê xwe da yê li ber masê, xwe tûj kir û got:

“Ev çi telîs melîs in li vê, ma ev der kargo ye? Kekê, tenê emanetên kesên ku bi dolmîşên me rêwîtî dikin bigirin... wekî din amanetên tu kesî negirin. Ma dibe ku bi karcivên din rêwîtî bikin û emanetên xwe bi me bidin şandin? Ji îro pê ve, kê emanet anî, bi zimanekî xweş jê re wisa bibêjin.”

Dema gihîşt ber masê, zilêm axaftina xwe qut kir, desteya bilêtan ji çavika masê derxist danî ser masê, rabû ser piyan û jê pirs kir:

“Bixêr hatin, hûn ê bi ku derê ve herin?”

“Ser çavan, ez naçim tu derê.” Bi vê gotina wî, zilêm mahdê xwe tirş kir, bilêt xistin çavika masê û li ciyê xwe rûnişt. Rûgeş, bi dengekî ku nerazîbûna xwe ya li hemberî nêzîkbûna zilêm diyar bike, domand, “Çenteyek hebû?”

Zilamê qelew xwe lê nekir xwedî, tenê ji yê li ber masê re got:

“Hele binêre ka çentê wî li vir e an na?” dû re, dema ku rûpelên deftera li ber xwe dizîvirand, di ber xwe re, bi dengekî nizim domand, “Erê bavo xweşkar e. Ev der bû kargo. Li kargoyan şandina qutîkeke biçûk tenê ji heqê riya rêwîyekî buhatir e. Nexwe em jî vê derê bikin kargo... Erê bi navê Xwedê heke em vê derê bikin kargo wê ji bo me çêtir ‘be”

Zilamê li ber masê ji Rûgeş re got:

“Çenteyekî çawa?” Lê Rûgeş, wekî ku dengê wî nekiribe, li zilamê qelew nihêrî û jê re got:

“Ev gotinên te ji min re ne?”

Zilamê qelew tu bersiv neda, dîsa di ber xwe re, tenê got:

“Sibhanella?”

Rûgeş:

“Ev pifepifa te ji min re ye?”

“Na, ne ji te re ye, de ka rahije çentê xwe û here...”

Zilamê bejindirêj careke din jê pirs kir:

“Çentê we çenteyeke çawa bû?”

Rûgeş sil bû û peyvên xwe li ser hev siwar kirin:

“Çenteyekî zer bû.”

Di wê kêliyê de, zilamê qelew çente ji binê masê derxist, rabû ser piyan, çente danî ser masê û wekî ku ew ne zilamê berî gava din be, bi zimanekî xweş got:

“Gelo çente ev e?”

Rûgeş, li hemberî vê rewşa zilêm behetî ma û got:

“Belê.”

Zilamê qelew, li masê zîvirî, çente da Rûgeşî û got:

“Li me biborin, rêwiyekî me çenta we anî... Dema li ser rê daketiye... jê werî ku çentê wî ye. Li me biborin.” Bi heman peroşiyê li zilamê bejindirêj nihêrî û dom kir, “Hela ji heval re çayekê bixwaze.”

Dema zilamê bejindirêj ji bo çayekê bixwaze ber bi dêrî ve çû, Rûgeş got:

“Na, spas. Çay venaxwim.”

“Nexwe bila qehweyekê bixwaze?”

“Na, tu tişt venaxwim.” Û berê xwe da derî. Zilamê bejindirêj, bi bez derî vekir û wekî ku slavê bidê xwe tewand. Rûgeş jî wekî wî xwe tewand, rahişt sîwana xwe ya li ber derî û derket. Qasekê li ber nivîsgehê rawestiya, li dora xwe nihêrî û ji nivîsgehê bi dûr ket. Piştî ku nivîsgeh ji çavan winda kir. Ji ber tevgerên zilamên li nivîsgehê, ji vebûna çentê bêguman, çente vekir. Poşeta ku kovar tê de bûn hatibû vekirin û bi awayekî din hatibû girêdan. Ji bo ku kovarên di nêv de bihejmêre poşet vekir. Bêyî ku kovaran jê derîne, bi awayê ku berga pêş a kovarê ku wêneyê gerîlayekê li ser bû, di nava poşetê de bimîne, kovar hejmartin. Dû re ku dît kovar ne kêm in, kovar xistin nava çentê, careke din li dora xwe nihêrî û xwe bera sikakeke teng da.

 

2005/Elezîz

amedcj@hotmail.com  

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002