Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


çîrok


 

 

 

 


Hogir Berbir
Aştî bi serket

 

“Ên şerê  wan ne dijwar be

Aştiya wan jî ne dijwar e.”

-ABDULA OCALAN

 

 

-I-

Hesasiyetek li dar e. Hesasiyeta li benda mizgîna xêrê ku dê peyamek were, bi gotinek ji salan de dil ji bo wê hildavê…

Kenekî diyar û nediyar ji ser lêvan difûre. Lê belê tirs û sawek li bendê mayîn a bê wate jî xwe li ser dilan kom dike. Û afûr û kafûr e. Bi vê sosretmendiyê re dest li ser poz, li ser por, li ser rext û li ser keleşikovê bi xwe ber digere, disekine. Na! Li cihê xwe nasekine, an jî di eynî derewayiyê de namîne. Tim û tim tevgerên wê tên guherîn. Xetên li ser çavan bi peyv, lê tim kin û cuda, bi axaftin û guhdarkirinê re ne hişyar, ruh di bêdengiya ji ser hişçûyînê de ye. Pir diponije, carna tam ji xwe bi dûr dikeve, diçe cihê kesek nizane kuder e û nediyar e, lê cardin jî dawiya dawî bi ser xwe de tê.

Li rex xwe, li çavên Mem yên bi kûrahiyê de aliqiye dimeyzand. Bal dida ser kûrahiya çavên wî. Dibe kenekî din li ser çavan, çav pêre dibin besterobar. Bi rûyê bi ken fireh dibe, bi kenekî eşkere ku li ser çavan belav dibe. Mirûzên wê mîna biharek bi şînahiya xwe bigire vedibe.

-Şer û mirin, aştî û jiyan, gelo ewê li dû me bimîne? Ji xwe re got, Zînê. Çend hêstirên gilover cardin diherikin ser dêmên wê. Bêdengî her ku dihere dirêj dibe, carna xetên li ser çavan nerm dibin, ji dêvla metirsiyekê ken digire jî, di eynî kêliyê de wech cardin tê guhartin. Mîna bayekî şîrgerm, demek pir kin sî.

Zînê, mîna ku ji kurahiya tê de ye derbikeve, li derdora xwe dimêyzand. Berê xwe dida Mem û bi Mem re li cihekî dinihêrtin. Piştî demek derbas dibe, Zînê li cihê lê rûniştiye rabû ser xwe, ket rê, berê xwe da newala li rex. Bayê dihat sekinî. Bihata û nesekiniya xwe bi nav dolê digirt, mîna bablîsoka bifûriya deng berdida der û dor. Mîna defa hawara dilê mirov ku lê bikeve, geh kêm dibû, geh zêde dibû. Mîna hinek bixwazin tiştekî bibêjin. Dengê ku ta bi kurahiyê de radipelike, çiya û newalên derdor dimalêse û belavdike. Dûv re…

-Pêwîste aştiyek xweşik meriv bide mirovan ku di himbêza aştiyê de jî jiyanek bi rûmet ava bike. Ên hesreta rojên wan î pir dikişînin ji  salan û vir de hûn in, ne tu kese…

Ev deng ji Zînê re xerîb nedihat, hew axîna ku ji hunavan berdida kir bersiv ji evî dengî re. Lê evî dengî hîn xwe neguheriye, bi eynî şîrgermê, bi eynî hevokên dubarekirinê ku bi heybetekê difûriya, dixwest bi Zînê re par ve bike, mîna xwe ye.

Her ku dihere roj bilind dibe, tevî hêza xwe bera ser çiya û deviyan dide, herderê xweş ronahî dike.

Mem li pişt Zînê lê dimeyzand, texmîn kir ku dihere ku derê. Ew jî ji cihê xwe rabû ser xwe, bi dû Zînê de kete meşê.

Zînê, hinekî din meşiya pê ve, li milê rastê, berê xwe da nav darên cûr bi reng. Li kêleka dolê goristan bi cîh bû. Di şer de şervanê şehîd ketibûn li wir veşartibûn. Gava nêzî goristanê bû, gavên Zînê kêmhêdî dibe, giran giranî dimeşe. Mem him dimeşe, him jî tevgera Zînê dişopîne. Qandî navberekê Zînê disekine, serê xwe radike, li peraxê çiyê dimeyzîne mîna peykerekî, ta çav nediliviyan, diherike diçe, mîna dilêpak dihele. Dûv re çavên xwe ji çiyê dide alî, bi ewlekarî li derdora xwe dimêzîne, mîna nuh bibîne ewan derana. Mîna xerîbekî şaşwaz dibe, wenda dibe, an jî mîna yekî li xwe digere. Hinekî liderdora xwe nihêrî pê ve meşiya, nezî goristanê bû. Mem bi lezgînî xwe gihand Zînê. Zînê hatina Mem qet hîs nekir, mîna her tişt bê liv be, di nava kurahiya asoyê de roj sekinî be, xak û giyanwerên li ser xakê bêlêqîn bin, wenda bûbin, bi hesasiyetek weha re kûr çûye.

Demeke pir dirêj qet neliviya, çavên xwe yek bi yek li ser gorên li nav goristanê aliqand, mîna nûh giyanwerê wê jîn bibe, careke din ken girt ser lêvan, bi ken re çav şil dibûn, rûnişt û lêvên zûha di bin zimanê xwe de şilkir.

Çavên mijmijok li ser her gorekê pirdirêj aliqî man, hêstiran xwe berdidan ser dêmên kort, destê xwe lêxist û kir kûlm, bi hêzekê dijidand, ta dest lê ricifîn. Tevî êşan yeko yeko dihatin ber çavan, bi hêviyên ji êşên dijwar zabûne, hêstir hildikişiyan. Çi demên dijwar derbas bûbûn, çi demên xedar.Demên êşa qatekî din bi ser êşa berê û niha de dikelijîne, zêde dike, mîna ava dîcle û firatê asê û giran dibe. Yeko yeko li ber çavan derbas dibûn. Her ku derbas dibûn, êşeke din dikete dilan û dima, janeke din dikete çavên bi şewq û dima…

Di nava daran de rengekî helesorî mîna xelekê şewq dadiweribiya ser goristanê. Asîman ji şînahiyê vedikişiya, diherikî nav şevreşa ji ewrên helesorî pêk dihat ku dûvre reşxeniqî dibû. Zînê bi dem û ewran re ye. Carna jî mîna gulek bi yek carê vedibe û bi yekcarê diqûrmiçe. Kefa destên bi hêz girtî sistkir, tilî ji hev dûr xist, çend derba bîhnek kûr da û stend.Dûvre zîvirî, bi zîvirandinê re Mem dît; li kortikên çavên hev nihêrtin, lêvên xwe hejandin, kenekî girt ser lêvan.

-Gerek hûrmet bê dayîn ji yên bi azadî dizanin bimirin. Gerek hûrmet bê dayîn ji lehengan re. Heskirin ji jiyanê re û kêfa bê hempa ji me re nîşan dan, got, Zînê bi dengekî hew bê bihîstin. Li Mem meyzand û domand:

-Ên rojên xweşronî ji me   re avakirin, wa li wir in, em jî li vir in, got pêve gora li rexê nîşan da.

-“Salên tijî aştî çi dixwazim bibînim hevala Zînê, mîna di zarokatiya xwe de bêtirs birevim, bimeşim, ta bi xwestek biqêrînim,” got û hinekî sekinî, dûvre:

-“Tu ji dêvla min biqêrîne û bireve hevala Zînê,” got gava birîndar bû Memo û bi ken, bi kenekî baweriya hêzeke bêhempa Şehîd ket. Ziman hebû gava Şehîd ket, got Zînê.

Piştî qedereke rawestî ji wir veqetiyan û raste rast meşiyan cihê jê hatine.

 

-II-

Dinya digere, lê mirov nagerin, sekinîne. Her tişt bê pêjn û deng e. Hew ên di wexta xwe de tama jiyanê  bi ser zimana dixin, zarok in. Ji qêrîna wan pêve vê demhejmarê bêdengî li dar xistiye. Hew bi gera dinê re zarokên ji asîman mîna dilopên baranê dibare livbaze. Lê ne mîna her gav, ji her gav cudatir, ji mezinan bêtir di meraq û sekinandinekê de ne.

Îroj zarok in dev ji lîstikê berdane. Yextiyarên bi por û riha spî, xêzên li ser çavên wan, bendêmayîna hezarsalan didin hîskirin. Pîrekên li ber deriyan, li ber dîwaran dergûşê nahejînin û dev ji karê xwe berdane. Keç û xortan laqirdiyên evînê danîne milekî û yên bi qandî giraniya vê rojê pir ewlekar in, hişyar in, bi hêvî ne ew in û bi demê re diherikin.

Roj nû gewr dibe, bayekî nepenî pê re tê. Asîman barê vê sibehê girtiye ser xwe, bi ewrên baranê re tije dibe. Bayê ku carnan dilive, ji malan bêhna gul û sosinan belav dikeve kuçan. Bêhna gul û rihanan geh bi vî mil î û bi wî mil î de diçe, dikeve pozên mirovên qet vê bêhnê naxin zena xwe. Bêhna sekinandî, mîna çiyayên bilind û asê siya xwe li ser bajêr berdide erdê, wer giran dibe. Ev ê giraniyê jî sekinandinekê dida ser çavên wan, di kortikê çavên wan de dizivirî hêviyekê. Hêviya ku tama xwe bi kurahiya çavên wan û dilê wan de mîna roja bi şewq bi cih bûbe.

Dem ne dimeşe û  ne direve, mîna giraniya çiyayekî asê li ser pişta kîso be, dilive. Cardin jî bi leq e, hey bûye sibe, lê kîsoyê demjimêra vê sibeyê derbas bike, hîna jî giran bi giranî di rê de ye.

Hew hedan hat dayika Edûlê û bang li kurikê xwe kir:

-Tu peyamên nû tune ne Egîd?

-Na, tune ne yadê Edûl. Hîna peyamek nûh nehatiye.

Çend kêliyan Egîd li ser çavên wê nihêrt.

-Dîrokê tim û dayîm a rastîn nivisandiye ser rûpelên xwe. Li ser vê lênûskê em ê xwe binivîsînin, got, pêve berê xwe da kuçê rasterast, çû cem zarokên hevemrê xwe Egîd. Dûvre zivirî li paş xwe û bi dengekî bilind:

-Her tişt dê biqede yadê…

Li serê her sikakê, li ber her derî yî heman hêvî, heman sekinandin, heman rûyên  haydar û heman peroşî heye. Çavên wan bi xalek nediyar ve hatiye girêdan û fikrên kûr diçin û tên di hişên wan de.

 

-III-

Tariya şevê bi bayê nermik û stêrkan xweş ronî dikir. Tarî hew asîmanên bi stêrkên reng bi reng ku mîna di dilan de bişibe kozê agirê bi şewq diçirisî û têr tijî dikir. Tarî hew bi xwe re bayê hênik nedianî, tenê stêrk ronî nedikir, bêhna ax û rewayê di şevê de belav dikir , heyv jê ne dûr.

Bi tariya şevê re xirtexirta ji kozê êzingan ku agir gûr dikir, dikete guhan. Bayê ku di navê dolê de dest bi reqsê bikira jî, carinan perçayek jê vediqetiya têr bi nermî, mîna ku li pîspîskê bixe dikete guhan. Hêyv û stêrkên ku li ber ronahiya agir şerm dikirin, dişibiyan  cama ji çavên bi agirê vêketî, xûrîxûrî ronî bide. Li kêleka agirê vêketî Şervan, li ber baregehê rûniştine.

Karîgeriya bayê şermok û giraniya laşê ku cemidî bi sebrek bê wate û lezînek bê hîsdar de ye. Hezar fikr û raman di mejiyan de diçe û  tê. Ta demekê tevî şervanan bi hev re dengek bihîstin li nava baragehê û guh pêlandin wir, dîtin ku Mem bi ber wan ve tê. Mem gihîşt nêzî wan, him li çavê dixuricî û diçirisî û him li rûyê dicemidî dimêzand. Destê xwe çend derban têxiste saqoyê xwe û derxist, dûvre:

-Hevalno!.. Jana ku me kişandiye ketiye  nava rûhê me, mîna bi salan em jiyan nebûne. Dizanim van kêliyan ji mirinê girantir tê. Dizanim dilînbûna serokatiyê, van salana ji me re mîna dojehê bû, got.

Cardin destê xwe têxiste berîka xwe demekê bêdeng sekinî û dûvre domand:

-Ev çend roj in kes  ji we ranazê, divê em ranezên. Çi dibe çi nabe pêwîst e em amade bin. Niha heval serbest in, ger peyamek bê ez ê we haydar bikim. Şevbaş! got pêve zivirî û çû.

Şervan ji ber agir yeko dudo rabûn, li erdeke rast rûniştin û çavên xwe li asîman, li stêrk û heyva ku xuyaye asê kirin, çekên di destê xwe de jidandin û bi vî awayî sekinandî man. Piştî kêliyekê gelek çav hatin girtin, gelek jî hîn di bêdengiya şeva bê sebir de vekirîbûn.

Heyv û stêrk hêdî hêdî xwe ji çavan vedişartin û bi tariya şevê re di kurahiya asîman de winda dibûn. Nobedarên kozikan diguherîn, serê pêtiyên çiyayên bilind, bi şewqa sibê ya nû re ronî dibûn û ji serê pêtiyan xwe bera newalan didan.

Yên mayî jî hêdî hêdî ji xew radibûn. Yên ku bi xew mabûn çep û rast dihejiyan, hinek ji wan jî di bin bandora xewgiraniya rojê de betilandî bûn, lê tu kesî xew nedixwest. Her komê ji xwe re taştê amade kir û danîn ber xwe, hinekan ji wan taştêya xwe kirin û hinek ji wan jî bi vexwarina çayekê tenê taştêya xwe kirin.

Zînê çavên xwe difirkand, li hawirdora xwe nihêrt û got:

-Roj tê û dihere, lê şopa hezkirinê bi hêza neynûka bi xwîn, li ser demê yên dane rûniştandin hîn di nava me de hene. Yên ne di nava me de ne jî, navên wan, jiyana wan, baweriya wan ji me re bûye aso.

Zînê li şervanê ku dar di dest de ye û li erdê tiştek xêz dikir nihêrî, keniya, lê tiştek negot. Ji wir rabû ser xwe meşiya nava daran. Hê çend gav neavêtibû, li cihê ku rêveberî lê bi cih e dengê teqîna çekan hat. Bi yek carê re, mîna tevî şervanan, Zînê jî ji cihê xwe werqilî û xwe gihand cem şervanên din, kom bi kom reviyan serê pêtiyan û ber bi kozikan ve çûn. Di nava peroşiyê de, kesên ku xwe dan pêtiyan, geh li asîman û geh li qada ku tu tişt lê xuya nedikir dinihêrtin. Li asîman dengê firoke û balefiran nedihatin, lê dengê  reqîna çekan dihat. Şervana serê xwe bilind dikirin û li kozikên dengê çekan jê dihat dinihêrtin. Dûv re bal diçû ser kozikên li pêşiyê û li serê pêtiyan jî dengê teqîna çekan gûr dibû. Şervana bi metirsiyek bê wate li rûwê hev dinihêrtin.Hinek jê ji kozikên xwe radibûn ser xwe, berê çekên xwe didan hewa û dest bi teqînê dikirin. Ta peyam gihîşt tevî kozikan û tevî kozikan bi vê peyamê re dest bi teqîna çekên di dest xwe de kirin.

“Ji bo aştiyê hevdîtin hatiye dest pê kirin!”

Her yek bû mîna zarokekî, bang dikirin, diqêriyan, digiriyan, dikeniyan û bi çavên têr tijî û matmayî li çiyan, daran, asîman û li hev û din dinihêrîn. Mîna stêrkên ku bi her hêla şevê de xweşxwerû diçirisîn, di çavên wan de tevlî hêsirên wan dixuricîn û li ser qermiçokên dêmên wan digindirîn û bi tîna rûyê wan ziwa dibûn.

Barê dîrokê, ew dîroka ku bi zincîrên zengarî li ser piştan giraniya xwe winda kir û sivik bû. Hêviyên ku winda bûne, paşeroja ku nehatiye jiyandin, kêfa veşartî, êşa dadiwerivî şevên asê, hesreta perçayek bê bêhnmayina ji asîman re bûbû mecal, di dilan de şîn dibû, şax dida û mezin dibû. Hêviyên mîna topek nûr difûriya û diçû, yek bi yek dihatin ser hev. Paşerojê dê di şînê de bimîne. Bayê bihulmile li serê çiyê, mîna barana xunavî bibare pir dibe, dikeve ser hev kêfxweşî û li her derê nîşan dide.

Dilên ku bi hesreta peyivînê têr tijî bûne, mîna baraneke ku ji devê cêr vala dibe, xwe li çiyê û li pelan û heta xwe li latên kevzgirtî digirtin.

Hêdî hêdî dengên çekan qut dibû. Hemû çav ji birikandinê dişewitîn û bûbûn mîna pizotên êgir. Hinek jê dema ku nûçeyek dibihîstin, bi sosretmayinekê û bi peroşiyeke mezin li serê guftûgo dikirin û sawa rihcemidandina rihê bê hêvî, bi rûyekî dilgeş dianîn zimên. Hinek jê jî, şewqa bi salan ku nayê hilanîn û di çavên wan de asêkirî, li benda hêviya ku di dil de li ber westandinê bû ji ser rûyê xwe didan der. Mîna zarokan hev û din hembêz dikirin, hêstirên ser çavên hev paqij dikirin, por û serê xwe bi destan dimijmijandin.

Bi demeke kin re li rex Mem sê heb şervan xwe gihandin cem şervanên din. Mîna xortên ku bihara xwe ji nû ve vejîn in, bi koma şervanan re dimeşiyan. Porê Mem ê spî bûyî, mîna ku reş bûye, êşa bi rûwê ji salan de li ser eniya qetqetî dikişîne winda dibû. Bi serdemekê re êşa kulîlkekê heye li ser rûyê wî… hat cem şervanan sekinî, hemû çav li ser wî bûn. Çavên ji girî tijî bûbûn, bi şewtek ji salan ve bi cih bû, yeko yeko li pêşî hate meyizandin. Dûvre xwest biaxive û ji dêlva hêstiran, gotin bên der. Lê dikir nedikir nizanibû bi çi awayî dest bi gotinê bike. Bêhna Mem diçikiya, hilmek kişand nava xwe. Lêvê hişk şil kir û got:

-Hevalno!.. Ji bê hêvîbûnê hêvî hate avakirin. Ji bêçaretiyê çare derket holê. Ji jiyana bêrûmet re got ‘bes e’ Mirovê Mezin. Û ji bona gelê kurd û mirovatiyê êşa ku li holê bû, zilma li dar bû, şoreşa jê têr bûye bi ser ket. Zarokên gelê kurd, dilîntiya pir dijwar ku li holê bû, cardin jî bi zanebûn ji gelê xwe re jiyanek nû afirandin. Em deyndarên dayikên ku bi pîrozî zarokên xwe anîne dinê, ku ji zarokên xwe re digotin; ‘ez biêşim’ pê re hêstirên xwe diherikandin. Bi salane tiştê ku em jiyan dikin ji bo bibe ders, got pêve sekinî. Li rex û li pêş wî pêjna tiştekî nedihat. Çav nedilîstin, mijank nediliviyan di nava tîrbûna van hestan de. Hew dengê rihê bi milyonan pev kelijîbû hebû; li çiyê, li şervanan û li tîrêjên rojê meyizand Mem, dûvre got:

-Me rûmeta xwe li van çiyayan parast. Li ser her latî, li ber her kevirî xwîn û can me da. Di binê koka darên ji nû ve  şax didan, xwîna şehîdên me hene. Van darên ku bi xwînê hatine avdan, êdî bi azadî kulîlkan veke. Mirovê pîroz; “Azadî dê biserkeve” gotibû û jê pêve azadî bi ser ket.

Piştî van gotinan dirûşmeyên ku dihatin avêtin, li newal, gelî û deviyan olan didan. Cardin deng bi Keleşankovan ket, bêdengiya asîmanan çirandin. Tevan bi çavên mijmojik û tijî hêvî, hev û din hembêz kirin.

 

-IV-

Li seranserê kuçên bajêr, li asîmanê zenûn, rûyê bi ken bi bayî re difûriya. Bayê ku li her derî dibalivî, ne hênikahiyek diafirand û ne jî germahiyek çêdikir. Sikakên bajêr, bi rêk û pêkî hatibûn nexişandin. Rûyên kevirên dîrokî dibişirîn. Li kêleka bircên kevnar, deryaya ku ji mirovan avabûbû, mîna sikakên bajarê dîrokî yên reş dirêj dibû û dawiya lehiya mirovan nedixuya. Bi dengê tilîlî û dirûşmeyan, awazeke bêhempa derketibû holê. Kalekî bi riyê xwe yê spî û bi tevgera xwe, moraleke mezin dida girseyê. Zarok jî bi al û wêneyên di destên xwe de lehiya mirovan dixemilandin.

Zînê xwe ji nava gilûrê  da alî ber bi hêla jinan ve çû. Yên ku ew didîtin, ew hembêz dikirin û bi çavên şil rûyê wê şil dikirin… Zînê jî;

-Dayê mirovatî bi ser ket; yên dizanibûn ji mirovan hez bikin, ji bona mirovên bi rûmet jiyaneke azad bijîn, li ser vê xaka pîroz canê xwe dan û îro jî bi ser ketine.

Gilûr bi cihekî de, bi demekê re û bi rûhekî ve rasterast dimeşiya.  Zarok, kalepîr, ciwan û dayik tev bi hev re dimeşiyan. Ji taxan û ji kolanan mirov mîna barana bi derametî bê xwarê, ber bi qadê diherikîn. Qad ji dûrî ve mîna cihokên avê dixuya. Û gav bi gav lehî mezintir dibû.Lehî dibû mîna derya ya bi kêf. Destên jiyan dixwestin digihîştin hev û din, ji eşq û kêfa bê payan re ne tiştek, ne jî dirûvek li dare, mîna  çûkên nû bi firê bikevin…

Dayîka Edûlê, mîna dîroka qirêj paqijdikir, dimeşiya. Mîna xweşkahiya hezar salan stêrk hilgirtibe nava dilê xwe û ji ser çavê xwe bide der dimeşiya. Berî ku  têkeve nava gilûrê sekinî, li gilûrê mêzand û got:

-Nijada mirovên di kurahiya dîrokê de bi rûmet e, lê dilê wan tim bi êş û keder e, bi xwîn

e, zarokên vî neteweyî ne…piştî evqas êş pê ve, agirê azadiyê di dest zarokên vî neteweyî de ye û bi tama serkeftinê dimeşin, ber bi aştiyê, ber bi yekitiyê…

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002