Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 


Azer Osî

Dilsoz
î

 

Ji bilî dilê min?

Bayê evîna dara min?

Ma çi?

tê bibe, wê cîhana din.?

Dilê ku di xewn û xewa min de!

Pêjna gavên te dikir.

Li ser milan te radikir.

Li gel te, jiyan dikir.

Û li şevan…….

rengê riwê te dida.

 

Te ji xwe dipirsî?

bê ez.....

ji te bêhtir,

bi êşa te zivêr dibim.

Û bi yek pirsê?

ji te re amade dibim.

 

Bi êşa te!

jana ez têde,

 ji bîr diçe

û bi pirsa tere,

ew diçe.

 

Te ji xwe dipirsî?

bê wê kî?....

li ber mûma şevê

û di demên westayîna te de

rûpelên dilê te bixwîne,

û di hewara işqa te de bê. 

 

Te ji xwe dipirsî?

bê tê dilekî wekî dilê min

li ku bibîne.

 

Xwezka min karîba

xwesteka te pêkbaniya

ta xweş ji xwe re

te dilsoziya min bidîta

û nas bikira.

6. 8. 2003

Beyrût.

 

           Zor

Dera ku têde

bayê evîna te,

zora min dibir.

Û te min.......

bêlêpirsîn?

dîlê şopa xwe dihişt

jê û pêde!

bendewarî para min dima.

 

16. 8. 2003

Beyrût.

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002