Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar


 

 

 


ADAR JIYAN

Xetereyên Gerdûnî

 

 

Çand, bi awayekî berfireh wekî “şêwaza jiyanê” tê binavkirin û watedarkirin. Ev watedayîn, hemû nirxên takekes û civakê yên jiyana hestî,  ramanî, behreyî, hunerî, jîrayî, wêjeyî, olî… û hwd. di xwe de dihundirîne. Bi kurtayî remz û sembolên jiyana arişî û daringî hemû di vê têgînê de bicih dibin û dihêwirin. Ango pûxteya çandê jiyana takekes û civakê bi hemû awayî karakterîze dike.  Û her çand  bi xwe re nirxekî mirovahiyê diparêze û dide nimandim.

Takekes an jî civaka ku ji çand, huner, ziman û wêjeya xwe bi dûr ketibe, tu car nikare kesayetî, xwebûn û rûmeta xwe bidest bixe. Jixwe biyanîbûna çandî jî di vê radeyê de dest pê dike. Hestên xweşibandin û jixwebidûrketinê, pest û kotekên bişavtinê, êş û azarên mandelekirinê, alozî û tevlîheviyên jiyanê û gelek tiştên neyinî yên din  hemû di sînor û bergehdariya  vê biyanîbûnê de cih digirin. Biyanîbûna civakî  destpêka teribîn û xerabûna pêwendiyên mirovî ye. Xerabûna pêwendiyên mirovî dibe sedema jirêderketin, xurifîn û tewişînên  takekes û nexweşhaliyên mirovahiyê.

Mirovahiyê, bi hewldan û lebatiyên xwe yên erênî û hişmendiya xwe ya pêşketî, xwe ji jiyana xeşîm a xwezayî û liv û bizavên lawirî rizgar kiriye û xwe gihandiye radeya mirovbûnê. Belê mixabin hê jî xwe ji bin bandora pişkinanên (kontrolên) devreyê vîn û birayara xwe reha nekiriye û jiyana xwe bi destê xwe û li gora dilê xwe bi rêk û pêk nekiriye.

Çanda biyanîbûnê an jî biyanîbûna çandê, wekî xetereyeke gerdûnî xwe li ser her mirov û civakê ferz dike. Nemaze ezîtî, çavbirçîtî û xudbîniyên (egoîzmên) çilêz û heftkun(têrnexur) îro  li guhnedêriyên tiralî dageriyane. Û her wiha bi hemû  dijwariya xwe, raselitî ser serê jiyana mirovahiyê bûne. Ev ferasetên çîminjê û rijî, wekî cinawirên heftserî roj bi roj di tevîneka (bastûra) mirovahiyê de diçêrin. Hin bi hin jehra xwe ya kujende berdidin rehên jiyana wê. Takekes û civakê ji tevê hebûn û  xwebûna xwe bidûr dixin.  Hiş û mêjiyê mirov ditevizînin. Ji bo ku takekes zêde têkilî pirsgirêkên gel û civakê nebe û tenê di jiyana xwe ya teng û kesane de bifikire, riya hemû mercên bêxêr û bêkêr didin ber û  wî/wê arasteyî  liv û bizavên bêsinc û bêyom  dikin. Her gav mirov di nava guman û erêna de dedihêlin. Bi vîn û vîndariya takekes û civakê dilîzin. Hest û bestên civakê diçilvirînin (dejenere dikin). Huner, wêje û behreyên mirov ên gewzîner  qedexe dikin an ditepisînin. Afirînerî û afîrînendetiya takekes dixesînin an dikesixînin. Handan û hewesandina bêtoretî, tolazî û tolîtiyê derdixin pêş û wekî  hewcedariyeke zayendî bi kar tînin. Ev hest û helwestên bêxêr, li aliyekî mirovan birçî dihêlin û li aliyê din jî wan bi nanzikê didin xebitandin. Dizî, pêxwasî, serxweşî, tiryakêşî, kêfdêrî  û  sewtelîtiyê wekî şêwazeke jiyanê li ser hemû mirovên ciwan ferz dikin û wan dikin qeşmer û pêkenên dinê…

Ligel hemû pêçveşûnên û geşedaniyên zanistî û  alav û amrazên teknolojiyê, dîsa jî gel û civakên dinê nikarin xwe ji bin desthilatdariya hêzên dagirker û  mêtinger bidin alî û çanda xwe biparêzin. Civak û neteweyên dinê, digel alozî û tevlîheviyên navneteweyî, îro bi şayîş û xelxeleyên sawdar rû bi rû  mane. Jiyana hemû gel, civak û neteweyên dinê îro  bi diltirsî di nava  fikar û taswasên tund de didome. Nirx û hêjahiyên mirov û mirovahiyê yên hevpar bêxîretî û serberjêriyên bêyom dageriyane. Alavên zanîn û zanyariyê di riya xerabiyê de têne xerckirin û xebitandin.

Çi erênî û çi neyinî dibe, her rûdan û geşedaniyeke gerdûnî tevê mirovên dinê eleqedar dike. Bi rastî jî hevhîkariya navbera mirovên îroyîn  ji ya demên berê hêsatir û pêkantir bûye. Heke rê li ber van rûdan û neyiniyên gerdûnî neyê girtin, dibe ku ev biyanîbûna çandî jiyan û dahatûya tevê mirovahiyê bixe xetreyek mezin û çarenîn. Belê ligel hemû neyîniyan,  bi awayekî veşartîbe jî tîrêjeke nuxamtî ya qenciyê her gav  di rehên jiyana mirovahiyê de digere û rih û giyanê dide mirovên xweşbîn. Sedem û encam çi dibe bila bibe, her çend tu kes nikaribe xwe ji ber neyiniyên vê dinê bide alî û her wiha xwe ji berpirsiyariya pirsgirêkên gerdûnî bêrî bike jî, divê mirovên hestyar û pejnkar bi xweşbîniyeke mezin nêzîkî vê kêşeyê bibin û helwesteek erênî nişan bidin.

Dibe ku rojekê ev gerstêrka me ya bi navê dinê, wekî keştiyeke ku di nava omaneke bê ser û ber de winda bibe û serî lê bigere… Lialîbûn an jî  noqbûna  wê teqez dê jiyana şeş milyar mirovên dinê hemûyan bixe xetereyê. Ji bo wê bar dikeve ser milê kesên ku xwe wekî mirov dihesibînin û dibêjin “em hene”.

Wekî ku John Donne jî dibêje : “Tu kes ne li giraveke  neguhêzbar (menkul) e; her mirovek wekî parçeyekî  parzemînekê ye. Û parçeyekî tevahiyê… Heke pêleke deryayê rabe parçeyek axa Ewropayê bide ber xwe û bibe, tê wê wateyê ku parzemîna Ewropayê hinekî kêm bûye; wekî ku pozê çiyayekî kêm bibe;  wekî ku dost û hevalek an jî xanûmaneke we kêm bibe. Mirina her mirovî/ê min bê taqet dike û ji hêz dixe. Lewre ez girêdayî mirovahiyê me. Ji ber wê, ji tu kesî nepirse û nêbêje naqos (zengil) ji bo  kê lê didin; ew ji bo te lê didin.”.

Rast e; naqos ji bo me lê didin û her xetereyek, nişana hişyarkirina me ye. Û em ê wekî mirovan hemû, an  bi hev û din re hebin an jî pevre tune bibin.  Aristotelesê  nemir jî dibêje ? “Cîhan ne têheva (yekûna) mirovên jihevûdindeketî ye; ev cîhan a hemû mirovên bihevûdin vegirêdayî ye.”

adarjiyan@mynet.com

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002