Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar


 

 

 


Rizoyê Xerzî

Hê pelê helbesta te ya li ser
qubalê daleqandî zer nebûye

 

Duh bû dengê kenê me kolanên kerr ên Qamişlokê diçirandin.

Duh bû tu bi dîwarên oda xwe ya piçûk ve hildiperikî da tu helbestekê nû ji yara xwe re daleqînî ..

Duh bû tu mîna çûkekî beytik di newrozan de difiriya..

Duh bû te tûrkê penaberiyê avête ser milê xwe û berê xwe da qûnaxên dûr

Hê pelê helbesta te ya li ser qubalê daleqandî ye zer nebûye

Îro 50 qamçiyan li dilê min dan û ji min xwestin ku ez ji bo 50 saliya te nivîsekê binivîsim. 

Nizanim çawa dest bi nivîsê bikim û çawa biqedînim. Nizanim çi bêjim û çi veşêrim. Tenê dizanim ku duh bû ezmanekî sayî em bi tîrêja roka xwe dax didan û em ji dil dikeniyan. Bê guman ez ê nikaribim mîna rexnevanekî nêzîk bibim lê tenê ez dixwazim ku hestên xwe bînim zimên bi hêvî me ku ez bikaribim hinekî bersivê bidim pirsa we.

Di salên 1940-50ê de bayê helbesteke nûjen li welatên rojhilata navîn rabû û hêdî hêdî xatir ji helbesta klasîk hate xwestin . Gelek helbestvanan berê xwe dane vê tecrûbeya nû, bi helbest û bexşaneyên xwe hewildanên nivisandina helbesteke nûjen kirin. Helbesta kurdî ya nûjen li bakur hê di dergûşê de ye, bi ser lingan neketiye,  ji pêvî çend mînakên ku di salên piştî 90î de peydabûne. Li gorî helbestvanên ku min berhemên wan dîtine, li Bakur mînakên herî balkêş di helbesta nûjen de Rênas Jiyan, Arjen Arî û çendekên din hene lê mixabin hejmara wan li ser tiliyan tê hejmartin. Mixabin rewşa helbesta kurdî ya nûjen li rojhilatê welat ne ji aliyê min ve û texmîn nakim ku ji aliyê piraniya kesên ku li Bakur an li Rojavayê welat dijîn tê naskirin. Ne li bakur ne jî li rojava, ez tucaran rastî berhemeke helbestên nûjen a kurdên  rojhilat rast nehatime lewra nizanim helbesta nûjen li wî perçeyê welat di çi rewşê de ye.

Bê guman ev bayê nûjeniyê ku li Ewropayê dest pê kir û bandora xwe li welatên rojhilata navîn kir, di heman demê de bandora xwe li ser helbestvanên kurd jî kir ji ber ku bi zimanê wan welatên serdest perwerde dibûn û navê gelek helbestvanan berz û xuyabû. Bê guman di encamê de jî bandora helbestên erebî, tirkî û Farisî jî li ser helbestên kurdî yên nûjen hate kirin, di awayê şêwe û avakirina helbestê de. Bi taybetî li başûrê kurdistanê, li gor agahiyên min beriya perçeyên din ê welat dest pê kir. Navên mîna Goran, Şêrgo Bêkes, Abdulah pêşew, Abdurahman Mêzûrî û her hinek navên din, di meydana helbesta nûjen de bûn stêrk û çavkanî.


 

WIRTEWIRTÊ

                           Şêrko Bêkes

 

Êware bû, Hemebiçkolî bo baxçî

serî mandoy daxistibû

le soçkî gorepane gewreke da

le nawendî dilî şam da

le ser korsîye nizmekey xoy danîştibû

peyta..peyta

wekû filçey nêwan destî

destey lerrî ra ejenî

Heme biçkolî aware le ber xo we

be wirtewirt emey wit;

Ho bazirgan! qaçit danê

Ho Mamosta! qaçit danê

Ho Parêzer! qaçit danê

Efser, Serbaz, Casûs, Cellad! kurrî Paşa û

...herçî perçî

qaçtan danên

Kes ne mawe!

Her Xuwa mawe

Dilniyam ewîþ enêrê

be þwên Kurdêk da

pêlawekey bo boyax ka!

Ay.. daye giyan!

ewe ebê pêlawî Xuwa çend gewre bê?

Xuwa çend eda?

ebê çend bida?

Mixabin ji ber piraniya van helbestan bi kurdiya soranî hatibûn nivîsandin kurdên rojava nikarîbûn zû ji wan berheman sûdê bigirin. Kurdên rojava neçar diman ku wergerên erebî yên van berheman bixwînin. Li gorî başûr, bayê nûjeniyê hinekî dereng li rojava dest pê kir. Tevî ku hinek hewildanên helbestvanên kurd ên rojava mîna Seydayê Tîrêj, Yosufê Berazî, Salihê Heydo û hinek din di warê tecrûbeya guhertinê de çêbûn lê nikaribûn xwe ji bin baskên helbesta klasîk rizgar bikin û bi hemû awayî man di bin bandora zimanê helbestên Seydayê Cegerxwîn de. 

Li rojava piştî van hewildanan şerek mezin di salên 1970-80î di navbera helbesta klasîk û ya nûjen de dest pê kir. Helbestvanên ku helbesta klasîk (qafiye) diparastin navê helbestê li helbestên nûjen ne dikirin. Li gorî wan dema ku (wezin û qafiye) ji helbestê re tunebe, ew ne helbest e. Ji aliyekî din ve jî helbesta nûjen li ser guhê xelkê biyan dihat. Gelek hewildanên helbesta nûjen di wan salan de dest pê kirin. Lê tecrûbeya herî balkêş li rojava ku ez dixwazin li ser bisekinin, tecrûbeya helbestvan Ahmed Huseynî ye.

Ahmed Huseynî tevî hemû bandorên li ser helbesta kurdî ya nûjen ku me di serî de dan destnîşan kirin, dûrî rihê helbesta kurdî neket. Ahmedê Huseynî hemû perwerdeya xwe bi zimanê erebî kir ta ku li zanîngeha Şamê beşa felsefeyê qedand lê vê yekê nikaribû wî dûrî rihê kurdîtiya wî bixîne. Heskirina Huseynî ji zimanê dayikê re û girêdana wî ya bi deriya Melayê Cizîrî re hişt ku keleka wî ya helbesta nûjen di nav pêlên deriyaya helbestên zimanê serdest de li ber xwe bide. Pêlên zimanê serdestan nikarîbû bi keleka Huseyniyê melevan.

Rok kumek hirîbû

Ji porê xwedê birîbû

Welatekî di çil de dihûna

Taybetiya helbesta Huseynî ew e ku mirov bi xwe re dixe nava deryayekê ji hest û weyneyên bi hev ve girêdayî û mirov bi werîsên weyneyên helbestî dadhêje deryayên herî kûr ên hestên bi gotinên hevirmêşê hûnandî.

kî li kê dibane Amed

û van bîhokan di nexşeya sînga xwe de biteqîne,

vê birînê di êvara biskên xwe de bi xunava xatirxwestinê binimîne.

Û van stêrkên sergerdan û şeyda di esmanê xeftanê xwe de nîgar bike,

van gavên giyankuj ên qederê di henasa xwe de hişyar bike,

û vê mededa tûj û rizyayî di ferhenga dînên xwe de har bike,

û bibêje:

Ez wargeha govendgerê  derengmayî yê ji mija Serhed im!

ez  xelwetgeha Huseyniyê Ehmed im!

Bibêje Ez

Meded im, mededa Xewsê Amed im!

Şîniya ku Huseynî di helbestên xwe radixe bi bedewiya hest û weyneyên helbestî ve girê dide ta ku mirov bê hayê xwe ji şîniyê hez dike. Şînî di hemû helbestên Huseynî de mêvanine xwîngerm in. Mirov dikare di helbestên Huseynî yê evînî de jî wê şîniya kûr hest bike.

Bi kurtasî ez dikarim bêjim ku Ahmed Huseynî ji salên 80î û vir ve di nava kurdên rojava de bi şêweyê xwe yê taybet û hestên xwe yên cuda pêşingiya helbesta kurdî ya nûjen dike.

Ez dixwazim bi çend malikên helbesteke Huseynî xatirê xwe ji we bixwazim û we vexwendî şanoya berdildan û haşkirina di navbera helbestvan û bajarekî kurdan de dikim.

 

Na Amedê Na!
lêvên xwe yên zuha û nifirên dayika xwe pêşkêşî serhişkiya qederê neke
û pênûsa xwe ya ji cegerdariya Xalê min bi hîverona sînoran nepesinîne!
Û çîrokbêjên xwe yên ji mayinên xatirxwestina nenas bi xwêdana tirsê nefetisîne!
Rolên mirinê, morên mirinê li min
û xwe û li bêhûdeyiya rojçêbûna baskên xwe dabeş bike
û li ber tîna baweşînkên vê çîrokê,
li ber bîna serberdayî  ya berbiskên vê bîhokê,
Li ber kîna teşîrêsên bejn û bala vê dîrokê
Li xwe û li  Eyşe şana gula xwe mikur were
û govenda mirina xwe bispêre dastanbêjên  sermest
 ên ji toza xwekuştin û ji derengmayîna gavên seferê.
Na Amedê na!
Ne rimbazê êvara şkestî yê deriyên Bedena  te bûm,
Ne jî bi barana  ebrûyên te yên tîrweşîn şil dibûm..
Ne li cem te û ne jî li cem gulvedana kenê te bûm.
Bi tenê Amedê herişîn û kêferata agirdanka laşê te bûm.

Rolan dabeş bike û henasa çiyayên xewnkuj,
di sînga min de, ji keskesora zimanê xwe dawerivîne,
û bi halan were
bagerên hawara min û xwe bispêre qublenameya bêbîr!
Li  nêzî peravên qedexe yên jiyanê,
şevçiraxên paytextan li min û xwe raperîne
û avjîna poşmaniyê bi ser rûpelên gernameya xwe
û çemên zikê xwe de bireşîne.

Em li kêleka  awazên xemgîn ên kêlên karwanên te
û li ser dêmên rengvedayî yên birîna te rûdiniştin
lê rîhana şevê di bin çengê te de şîn dihat Amed!!
De mirinê û gerdena xwe, li min û xwe
û li qederê dabeş bike
û rîhana lêvên xwe bi ser darbesta min de bibarîne!
De xwe li newqa vê sirûdê bialîne!
De min bi rê ke û
De li ser textê xwe bimîne...
De ji Hîrodots re
Ji Kiznîvon re bifîkîne
U ji Dînê Botanê re bibêje:
Ez Amed im!
Ez wargeha govendgerê  derengmayî yê ji mija serhed im!
Ez  xelwetgeha Huseyniyê Ehmed im!
Ez Meded im, mededa Xewsê Amed im!

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002