Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar


 

 

 


Receb Dildar

Amed
, Ehmed Huseynî Û Jana Seyda

Ameda derd û kulan, hêviya belengaz û stîxwaran di dawiya meha gulanê de ji bo mîhrîcanê ji hunermendan re bû xwedîmal. Her çiqas bajar ji hev dûrbin, welat bi tixûban hatibin nîşankirin û çûyin û hatin bi êş û elem bin jî, bi wesîleya mîhrîcanê du helbestvanên kurd yên hêja bûn mêvanê Amedê û bi ristên xwe yên giranbuha di nav dilên keç û xortên amedî de cîhên xwe girtin. Bi rastî ji bo mîhrîcanê gelek hunermend hatibûn Amedê, lê belê hatina herdu helbestvanan ji bo edebiyata kurdî biserketineke mezin bû. Yek ji wan Ehmed Huseynî bû, ji Swedê hatibû, kesên ku ristan lêdikirin û bi xwendina helbestê têkildar bûn, wî baş dinasin. Ya din jî Jana Seyda bû, ji Helebê hatibû û ji bo helbesta kurdî hêviyek nû bû. 

Ehmed Huseynî êş û jana welat gelek kişandibû, dilê xwe, bi zimanê dayikê têr û tije mijandibû, çand û dîroka kurdî di nav heş û mêjûyê xwe de bi mîrkutan kutabû û berê xwe dabû Swedê. Pirtûkên wî berê li Ewrûpa çap bûn, em rebenê Xwedê bibûn nêçirvan û di nav malperên înternetê de bi dû helbestên wî ketibûn. Mala Weşanxaneya Avesta avabe ku pirtukên wî di sala 2002’yan de bi navê Dîwan çapkir û me ji gelek derdan xelas kir. Di helbestên Ehmed Huseynî de nalîna welatek heye. Kerba neteweyeke bindest rijiyaye nava ristên wî û evîn dilop dilop nuqutiye ser rûpelên pirtûkê...

Her pênc rexên hebûna te

Her sêzdeh mehên sala te

Her heyşt rojên heftiya te

Her pênc demsalên çavên te

Têra min nakin

Stirana qonaxa şewitî

Bi dûmanê şa nakin

Wekî li jor jî hatibû gotin, Ehmed Huseynî zimanê mileta xwe wekî şîrê dayika xwe têr û tije vexwariye û her kite, her bêje yek bi yek di nav mêjû de hatine daliqandin. Ji bo kîja ristê kîjan peyv hewcebin wan digre û bikartîne. Helbestên wî wekî kaniyeke ji bin zinarekî bilind biteqe, bi dengekî xweş, bi coş û bi rengekî zelal bi ser welat de diherikin.

Kuça Hunerê ya Amed di mîhrîcanê de tije keç û xort bûn yên kurdî dişopandin bi taybetî jî yên helbest lêdikirin bi Ehmed Huseynî xenî bûn. Ciwan li dora hunermendê bi rî, bi berçavk û bi şoqe diciviyan û ristên helbestan rê nedidan hev. Kurdên digotin “kurdî di edebiyatê de ne dewlemend e, em nikarin xwe pê îfade bikin” dema hunermendê hêja guhdarî dikirin, didîtin ku edebiyata kurdî gihîştiye kîja qadê û serên xwe bera nav şeqên xwe didan.

Ehmed Huseynî bi mêjûyekî zelal û bêguman dîrokê şîrove dikir, çîroka me li ber çavên me radixist. Bang li ciwanên kurd dikir, digot ji bo biryarê hûn dereng nemane, biryar bidin û ji bo zimanê xwe karbikin. Bibin endamê heskirê zimanê kurdî.

Û keçek ji Başûr, jana welatekî rist bi rist bi evîna dilê xwe honabû, bibû endamê heskirê zimanê neteweyeke bindest, xewnên xwe bi zimanekî şêrîn li ber me radixist û hêviyên xwe bi keçan re, bi jinan re parve dikir. Brînên bê derman di nav dilê wê de jan didan û dayika xwe dikir şirîkên janên xwe...

Dayê

Bêhna şewatê

Ji lorînên te dihatin

Û Amûd

Weke pêteke agir

Di payîzeke bêbext de

Diçirisî

Helbestên Jana Seyda jî di sala 2000’î de ji aliyê weşanxaneya Avestayê bi navê Şeva Dawî hat çapkirin.Werê xwanê ye ku gelek berhemên xurt rêya Jana Seyda dipên. Dîsa dixuye ku ew ê gelek keç û jin yên hîna derneketine holê dê di edebiyata kurdî de roleke mezin bileyizin.

Ez li ser navê bajarê qedîm, Ameda şewitî ji Ehmed Huseynî û Jana Seyda re, ji bo wan rojên xweş gelek spas dikim û bi hêviya hevdîtineke din... 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002