Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar


 

 

 

 


Mem Mîrxan
Emê çawa vê birînê bi hev
bidin nasîn û xewnê şîrove bikin?


Rojekê ji rojan, em li helbestvanekî digeriyan ji bo ku em karibin derbasî gernameya birînên kurdî û helbesta kurdî bibin. Em di bêndera peyvan de, di nav rêzikên helbestan de, di nav rûpelên kovar, rojname û pirtûkan de lê digeriyan. Digotin yekî porhinçik û porê xwe di paş de girê dide, kumê ku li serî ye tim xwar e, çavên wî wekî tariya dîroka jibîrbûyî ronî dikin, diçûrisin. Me bêjing bi bêjing peyv li dû xwe hiştin û di dawiya wê geryanê û rojek ji rojên payîza biharê de li Amedê, li ber cihê ku Şêx Seîdê kal lê hatibû daliqandin, yanî li meydana Selehedînê Eyûbî, rastî Ferhenga Helbesta Kurdî Şex Ehmedê Huseynî hatin. Berî ku bi bêje hûn çawan in got: “Heyran emê çawa vê birînê bi hev bidin nasîn û xewnê şîrove bikin?” Û êdî peyvê berê xwe da aliyekî din, aliyekî pir birîndar, aliyekî ku serê sed salî ye di bin zextên nalîn, keser û birînan de maye û ji bo jiyanê ji xwe re li rêçekê digere.

Ehmed Huseynî li pey wê xewnê ye. Li pey lerizîn û guvaştin û mirina wê xewna cegerdar e. Li pey xewna zimanê jibîrbûyî ye. Ev zimanê ku di tarî û toza dîrokê de winda bûye û li çarenûsa ku ev ziman dê çawa ji vê gemarê paqij bibe, digere. Û tim di bin gulebarana pirsan de ye: “Gelo em ji ku hatine? Em çawa dikarin bibin endamê vê gerdûna ku bi hezaran gel, çand, ziman, nav û reng tê de ne? Her wiha me jî bi xwe re dikişîne nava per û baskên pirsan: “Ma emê vî miletî wiha bihêlin û bi tenê li rehên zimên û li wateya helbestê bigerin? An emê vî miletî vebibêjin û bi alîkariya helbest û kurmanciya birîndar xewna xwe pêk bînin...

Ehmed Huseynî bi vê pirtûkê pişavtin û asîmîlasyonê, zarokatiya di bin zext û êrîşên peyv û zimanê biyanî de mayî, didarizîne. Ew zarokên ku ji tirsan solên xwe derdixînin û derbasî pola dibistanê dibin û rastî gerdûna peyvên tarî tên. Gerdûneke ku ne ew ji me fêm dike ne em ji wê fêm dikin. Gotinên diya me, navên berxê’me, zozanê me, kevçî û şorbenîska me di heman roje de bermeqlûb dibin. Hemû peyvên çavbirçî êrîşî peyv û gotinên diya me dikin. Û di wê hûtdemê de peyvên serdestan serê peyvên diya me dixwin û me ji xewna me dûr dixin. Di wê qonaxê de êdî ji me re dibêjin: “Zimanê herî şîrîn ê me ye, gulên herî xweşik li welatê me vedibin, dîroka me, ya herî mirovane ye, em ne dizanin xelkê bikujin û ne jî dizanin daristanan bişewitînin.” Dibêjin; “Dar û devî, havîngeh û seyrangeh, zozan û spehîbûna xwezayê bi giştî li ba me ne.” Em jî zarok in. Em jî dibêjin, nexwe divê em ji van mirovan û ji zimanê wan hez bikin.

Piştre li cihekî, li qonaxeke dîtir, li ber têlên rêsayî yên welatê mayînan, li welatê goristana bê navnîşan, em li zimanê xwe yê jibîrbûyî û li dîroka xwe ya jibîrbûyî dilikumin û em ji hev re dibêjin: “Ew çîrokên ku ji divê me re digotin, giş derew in.”

De îcar gerek em wan hestên ku serdestan di gîyana me de çikandine, gaveke zûtir bikişînin û bikaribin riyekê li ber hestên xwe, xewn û xeyalên xwe yên birîndar vekin. Ku hewara me karibe pê de biçe. Divê em ji zimanê xwe hez bikin. Çawa tê gotin ku “mirovekî ji sergînekê hez kiriye û çil salî di ber sînga xwe de newandiya,” divê em jî hewara xwe hembêz bikin.

Û em digihên qonaxeke nû. Êdî em pir hindik hînî kurdî bûne heta pê helbestan û çîrokan dinivîsînin. Ehmed Huseynî di vê qonaxê de dîsa ji me dipirse: “Baş e tu bûyî nivîskar û dawî? Ku dê yê wek axaftina gel binivîsînî, hewce nake tu binivîsînî. Divê tu asoyên dîtir li ber vî zimanî vekî da ku karibe di nav esmanê zimanê dinê de wek zimanekî edebî bikaribe pîkolan bide xwe. Ji bo wê jî divê tu serdestî zimanê xwe bî.”

Dîsa ji bo helbest û helbestvanan gotinên zêrîn dibêje: “Helbest û helbestvan giyanê neteweyekê ne. Hemû peyvên di zimên de tên bikaranîn; raman, bîr, kesayetî, dîrok, felsefe, rewişt û gerdîş, sinc û gewil, rabûn û rûniştina neteweyê, bi zimanê wê neteweyê ne û helbest jî spehîtiya bikaranîna wî zimanî ye.” Wekî me li jor jî got, Ehmed Huseynî ne li pey peyvên ji rêzê ye. Tim û tim kertek û radeyek bilintir li ber xwe dihêle. Ji ber wê ye ku gelek kes dibêjin zimanê wî giran e. Lê ku mirov lê dinihêre di zimanê wî de: Stêrkên birîndar li bin guhê hev dikevin/Helbestên barana tirsokî, /Çend êvarên bi tirs,/Çend çavên bi pirs li ser şaxên xwîna me têr dibin./Dema Cûdî diponije, /Zarok navên xwe, rojçêbûnên xwe diçirînin. /Li Hekarê yezdanê pak û dilzarokî/ Xwedanê not û neh navên fediyokî dikeve serê dîlanê./Ji bo Zekiye Alkan şev şînan şîn dikin./Û welat şehîdan di tava rojê de rêz dike. Û gurz bi gurz çîçek û sorgulan didin ber pozê jiyanê./Û welat di reşikên çavên Diyarbekirê de dibe gelawêj. /Bi tîrêjên berbangê re /Welat dibe çar parçe,/Nîvê axîna me li bin xetê dimîne/Em bar dikin…… Xwedan stûxwar dibe/Em bar dikin…… Aras xembar dibe/Em bardikin……Gerdûn gemar dibe/Em bar dikin…… Jiyan tamsar dibe. Û rêwî tên /Teyrê berate yê ku roj li nîvro fêrî goştê me bûye/Kon vedigire li dor birînên me/Em dibin ardûyê şoreşê./Û êdî dengê me birîndar e wek welatê birînan/Li welatê goristanên bênavnîşan/Em tiliyên xwe bi kezerê hine dikin./Helbestên me têra giriyê me,/Û sînga me têra hembêzkirina êşên me nake Û/Em wekî pezkoviyan li deşta dîrokê diçêrin/Û robarên Mezopotamya mîna pelên payîzê/ji dara xewnên me diweşin./Û em ji Ferhenga Helbesta Kurdî/peyvên jiyanê bêjing dikin.

Nişe: Ev nivîs ji bo pêşgotina pirtûka Ehmed Huseynî ya bi navê “Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî” ku wê serê salê ji Weşanên Aram derkeve hatiye nivîsandin.

mmirxan@hotmail.com 
Ji Azadiya Welat
Wêne ji .pen-kurd.org

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002