Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 


Gulîstan Dêrikî

çar Demsal im

Ji gulistana dilê xwe

destek hezkirin

Ji  Te re Dihêlim

Û

Ji vî bajarî diherim

çar demsal im

 

ZIVISTAN IM

Li derve berf û baran e

Diperpite Evîn, diqefil e

 

HAVÎN IM

Di dil de

Dil dibehece ji germa

Rehê Evînê  hişk dibe

 

BUHAR IM

Di Xewnê de

Tovên Evînê dipercive

Wek Gulekê vedibe

ji vê çîrokê derdikevim

 

PAYÎZ IM

Di çîrokê de

dibim wek  Daristanekê

Hest zer dibe Evîn diweşe

Nema xwe davêjim Bextê Qederê

ji vê çîrokê derdikevim

ne xema Nivîskare

Dinivîse….

Dirêj û dirêj dike çîrokê

Wek Jiyana Ehmedê Huseynî

çîrok dirêj  dibe

Salek,

Du  sal,

Sê sal,

çar sal,

pênc sal,

Pêncî  sal….

 

29.01.05

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002