Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 

 


Ehmedê Huseynî
Qamişloka Xwînê
Guhdarî bike

 

Em ê kîjan dilî ji dilên vê buharê li ber lingên te yên hevrêşimîn raxînin Qamişloka xwînê?

Em ê kîjan sirûdê ji boyî jiyanê hilbijêrin û kîjan alê li bejna te rapêçin û te jî wek goristanan di xewnên xwe de mezin bikin?

Ho Qamişlokê!!!

Bûkên te di reşgirêdana serdemê de berbi lîlandinên serdemê ve diçin û zavayên xwe yên ji sorgulan ji destê qederê direvînin!!!

De sînga xwe veke û Amûda şewatan bi tîna agirê xwe himbêz bike!

De dilê xwe veke û şehîdên xwe bi rondikên Dêrika birîndar bipesinîne!

De pirtûka xwe ya ji guleyan veke û dastanên xwe bi zimanê sînoran ji Amedê re, ji Hewlêr û Mehabadê re bibêje! De kaneya hishê xwe veke û kuştarên giyanê xwe ji rex û aliyan re, Ji bax û zeviyan re, Ji deşt û geliyan re Û ji çiya û  kaniyan re, bihejmêre!

De bihejmêre Qamişlokê!!!

Gulên sor ên hinarkên xwe bihejmêre!

Kêrên reşekuj ên rûbarên xewna xwe bihejmêre! Gavên şînîgir ên rûperiyên toza xwe bihejmêre

Stêrkên kuştî yên gerdeniya Îna xwe bihejmêre!

Pirrengiya birîna xwe û darbestên evîna xwe bihejmêre!

De bihejmêre Qamişlokê!

Bi gulgenimên destê xwe velerzîna dîwarên Amûdê bihejmêre!

Bi xatîreyên sînga xwe şevçirayên henasa Dêrikê bihejmêre!

Bi gewriya xwe ya ji talanan nalînên berbanga Serêkaniyê û hawarên

Tavsorka Kobaniyê bihejmêre!

Zeytûnên Efrînê di bagera gulleyan de bi gulleyan bihejmêre!

Min û xwe û jiyana xwe bihejmêre!

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002