Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 


Bahoz BARAN

"Bo dara helbestan, Ehmed Huseynî"

 

Ey Darê Dar...

darek

him  bilûrê distrîne

him jî

çîroka vî welatî dixwîne

di dengê bilûra wî de

dengên herikîna çemên vî welatî

dengê pelên darên gûzan

dengê kewan

dengê bayê

û

ê hewarê...

bêhna nanê tenûrê

bêhna axa baran lêkirî jê tê...

bilûr jî brîndar e

bilûr jî brînhar e êdî...

darek xwe dişewitîne

û bi tîna germahiya wî

xwe germ dikin zarokên vî welatî

darek xwe dike hezar pênûs

xwe dike milyon lênûs

û xwe belav dike

li çar perçên welatê xwe..

û carna jî xwe dar de dike....

dar dibe derya

ji zarokên deryanedîtî re

dar dibe evîn

û dikeve dilê Zîn

dar dibe dem

û ji nû ve vedijîne Mem

dar dibe barana helbestê

û

dibare

dibare

dibare....

dar dibe dibistan

dar ji Kurdên xwe yê çar parçan re

dibe Kurdistan.....

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002