Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Lêkolîn


 

 

 


Xalis Misewer
Çima serê çiyayê Cûdî xwar bûye?.

Ji folklorê Kurdî

 

Di vê babetê de, efsane dibêjê: Mêrik bi jina xwe bigûman bibû, ku di pişt wî re finasên nebaş dikê, û bi ser guşeguşa ketibû, ku jinik bi yarike, dilê wê di xortekî ji gund de heye. Evarê piştî ew û jinik li hev vehewyan, Mêrik doz li jinikê kir û got: Jina delal, ez tevgera te vê demê nebaş dibînim, û te bi rastî divê, ez li te ewle nabim, û bala min dikişîne, ku tu di pişt min re bi namûsa min dilîzê! Îro ez vî tiştî nema ji te dipejirînim û qebûldikim . Lê jinikê ev tiştê ha li xwe da mandellê, û bi xurtayî inkar kir, û mêrikê min û te, li derewê diqelliband û digot: Mêrko tu bêbextiya li min dikê, û tucarî ez vî tiştî li ser xwe  qebûlnakim, tiştên tu dibêjî  hemû bêbextî û derewin!, ango tu eşkere derewa dixê hustê min. Mêrik lê vegerand û got: Nexeme bavo! ez derew û bêbextiya li te dikim, dêmeke wiloye, tê înaniya min bîne, û ji min re sûnd buxwe, ku ji vî tiştî tu bêgunehî, û evtişt li te neraste. Tê Anha rabe, xwe karbike, ezê te bibim hêla Çiyayê Cûdî, ziyartê, tê bi tirba wî weliyê xwedê ji min re sûnd buxwe, û bêjê: Bi vê tirba tahir û şerîf, û bi vî ûcax û weliyê xwedê, min tu pîsitî bi dûv tede nekirine, û ez ne bi yarikim, û ev tiştê tu dibêjê, li min derewe û neraste. Wê çaxê emê bêne mala xwe, nemedît û nemebîna. Jinikê  got: Nexeme, ezê ji tere sûnd buxum, lê heyran, ez wilo bi tere nayêm ziyaretê, ku şahidekî jibo xwedê, di navbera mede tunebe, jibo şahdebûnê li pêş te, ji min re bidê, ta dûvra tu li min nequlipê, û bêbextîne din li min neke. Mêrik got: Nexeme jina delal, tiştê heq...heqe, de here tu kê ji gund ji xwe re hildibijirîne (dineqîne) mîna şahid bi xwe re bîne û were, (mani- i) li cem min nîne. Hema jinikê yek nekir dido, daw û devlingê xwe hingavtin, û berê xwe da mala yarikê xwe, bi xwe re anî, şahid û hat. Mêrkê reben jî, ji ku zanê bê mesele çiye? û çima ev xort ne ji bilî wî bixwere aniye?!. Jinik vegerya ku vaye qerasakî zilama bi dûvdeye û tê, Mêrik got:

-Ha, te şahidê xwe anî hurmet?.

-Belê ez heyran mi anî.

-Mêrik got: De vêca heydê em herin bal bi ziyaretê ve. Mêrik Kerek jî bi xwe re anî, ji bo jinik lê siwarê, û birêde di xaçirêkên çiyê de newestê.

Li vira hersiya dane dûvhev, û di rêk û newalên çiyayê Cûdî re, derbas dibûn, jinik jî li kera xwe siware, herdû mêrik jî, yek li valî wê, û yek li walî wê dane teniştê, û li pey kerê dimeşin. Hah...berya bigihên ziyaretê- Nebituwî- jinikê jinişkave go: Gurim û xwe di kerê werkir, dawa xwe ji ser xwe avêt, û ji pêş herdiwan ve laşêwê hate xuyakirin û keşifbû, lê bi lez kirasê xwe li xwe dahev û got: Wa...weylê...ê...ê! li min hetikyê, we herdiwan laşê min


dît...?!. Û ji wir bikêf bazda, û berê xwe da kuzika ziyaretê, û rahişte mistek axa wê, û pê sûnd xwar û got: Mêrko, bi tirba vî Ûcaxî, û vî welî û qencê Xwedê yî tahir û pîroz, kesî li vê dunyê, ji te û vî Mêrikî pêve(jinik, çê li yarkê xwe dikê) namûsa min hê ne dîtiye!. Di virade jinikê rast gotibû û sûnda wê li cihbû, ji xwe raste ji herdu mirovan pêve, tu kesên din namûsa wê jinê ne dîtibû, yek jê mêrê wê û yê din yarkê wê ye, û bivî hawî jinikê xwe bi zîrekî xilaskir, vêca dibêjin: ji ber wilo, û ji wî çaxî de û ta nuha, serê Çiyayê Cûdî, ji weynê pîrekan, xwar bûye!.  


çiyayê Cûdî

Lêkolîn:                                 

Di warekî jihevxistinê (Tefkîkî) de, em karin tekista vê efsanê bi sê aliyan rave û şîrove bikin. Ew alî jî Cuxrafî, Civakî û Olî ne.

1- Di warê Cuxrafî de:

Tê gotin, ku birastî serê çiyayê Cûdî ji nêz ve xwar ji miho ve tê xuyakirin, kurdê cihkirtên wê herêmê ji mêj ve ji ber vê diyardeyê matmayî diman, û çaxa tu ravekirin jê re nedidîtin, rabûne bi vê efsanê ew rave û şîrove dikirin, ku ew jî hinekî ji cuxrafiya welatê kurdan baş dide xuyakirin. Ji van daxuyaniya yek jê ewe, ku em karin bêjin: Ev efsane li welatekî bêhtir ku bi xuristiya xwe biçiyaye hatiye ristin û di nav tepan û şeqalan de çêbûyê, ji ber ku efsane bixwe dibêjê: Ew welî û ûçaxê (qencê xwedê) ku mirovên efsanê hatine pê sûnd buxun, di nav çiyan de, ango di pesara çiyayê cûdî de, hatiye veşartin, ku erda rast û girên ne xuristî, li wira kêmin, ji ber ku ew girana zêde li wira hebana, wê ew ûcaxê ziyaretê li serê girekî bihata veşartin, ne pêwiste ku çiyabûna, ji ber ku kurd miriyên xwe herdem li ser giran, û nêzî gundên xwe diveşêrin û binaxdikin, ji ber ku divabû her pêncşem û her cejin xwediyên miryan karibin herin goristanê, serdana miriyên xweyî pir ezîz.

Yadin, em karin bêjin ku xwarbûn li vira hebe jî, em karin bi awakî zanistî şîrove bikin, ku ev herêma xuristçiya, çaxa çiyayên wê hatine tewandin, ango ew di zanistiya Cuxrafî de, herêmeke tewyayîye ango, hatiye tewandin (إلتوائية). pir nerme di pîvanên hişkbûna erdê de, ji ber ku herêmên qadhişk, çiyayên wê  dişkên, û nayêne tewandin mîna dîwaran rast bi ezmana ve hildikişin.  

2- Di warê Civakî de: yek jê ewe ku zanistiyê şaxê xwe hê di nav kurdan de belav nekiribûn, civaka kurda civakeke paşmayî mabû, dinav efsane û xeyalan de jiyana kurdên wê herêmê derbas dibû, û mirovê kurd gelek caran li malê venedihewya, li cotûcobara û qurmik û darvaniyê, pez û şivantiyê....hwd jiyana xwe derbas dikir, pîrek jî bi van hawa bitena xwe li malê diman, çaxê zilam dihatin malê, gelek gotin li ser hinek pîrekên netebitî dihatin gotin, ji ber wilo, hin ji beşên mirovan li pîrekên xwe, di warê rewiştî de ewle nedibûn, tevlî ko bi şahdebûna kesên biyanî ku ji nêzve kurd şopandine û naskirine, mîna (mînorsikî) zanyarê  rûsî, û ji bilî wî jî, dibêjin: pîreka kurd ji yên hemû milletên dora xwe bi edebtir û namûstir û şerîftire. Di virade tê xuyakirin bê çiqasî hinan ji mirovên kurd, ji weyn û lîstikên pîrekên xwe bêzarî û tengasî kişandine, û xweş dane xuyakirin bê çawa pîreka şatilşûmanî û ya bi dekûdolab kare ji tometên mêran û çavdêrya wan bi hesanî xwe kutah bikê. Bêguman pîreka kurd ji zilam bêhtir li şerefa xwe miqateye, û em bawer dikin, ku ew zilamên dilxirab, yên ku di jiyana xwe yî zewacê de nebiserketî(faşil), ev çîrokên bêsînor li ser pîrekê çêkirine. Ev nayê wê manê ku hinek fen û xapandin li bal pîreka rojhilat peydanebûne, ta bi (qur- ana) pîroz li ser pîrekê dibêjê:

(عظيم إن كيد كن), yanî dekûdolabê we pîrekan pir mezinin. Evna jî gelek sebeb jêre hene. Ya herî giring ewe, ku pîrek di nav civaka van miletan de, û kurmanc jî di navde, radeya wê kêmî ya zilam dihate kêşandin, û di bin siha zilam de tevdigerya, armancên xwe li gorî dilê xwe – pirê caran- bicih netanî, jêre deryê xapandinê bitenê di hate vekirin, ji ber wilo pîrek – nemaze-di rojhilata navîn de, pir bi dekûdolab dibû, ev dek jî weke em dibînin, beşeke ji berevaniyeke civakî tê jimartin, ango pîrek pê armancên xwe li hember hêza zilam, û destlatdaryar wî ya dijwar bi kartînê, ji ber ku zilam hemû rêçik li ber vê pîrekê girtibûn, û ji riya xapandinê pêve jêre nehiştibû. Di vê babetê de tê xuyakirin ku pîrekê bi pirê caran, bêyî dilê xwe mêr dikir, û mêrê wê bêyî dilê wê bû, wêçaxê hevqasî guh nedida ew grêdana karizmî di nav jin û mêr de, û dibin mêrê xwe re fen û finas dikirin, lê ev diyarde bi nisbet ji pîrekên kurda re gelekî kêm bû. Li vira em karin bêjin: Ku diyarda revandinê jî, ji vî warî hatiye nav kurdan û li nik hemû milletên rojhilatajêrîn jî, bixurtayê – mîna dîrok dibêje – peyda dibû, û ji ber wilo dinav van miletan û kurdan de jî, finemînaka jinika bi yarik diyardibû, û kurda jêre digotin jinika bi yarik, ku gelek çîrokên gelêrî li ser di hatin ristin û hûnandin. Di virade pêwendiyeke diyalektîkî dinavbera sê diyarda de em karin bibînin.

- Yek jê vedigere aliyê civakî, û cihûwarî ) (البيئة, û kultûra millet.  -yêndin rewşên fîzîkî(madî), û saykolocî têne xuyakirin, ango çaxê jin yan qîz bêyî dilê xwe mêr dikê, wê çaxê saykolociya hineka ji wan jinan vî tiştî napejirînê, yan jî li serqehra mêr û malabavê xwe re wê destgiryê xweyî berê yan jî xortekî din ji xwe re yarik bigrê, lê li vira em bipirsin, çima qehra mêr û bav?. Bersiv jî ewe: Ku Pîrek van herdû aliyan ji rewşa ku ketiyê de berpirsiyar dibînê, dêmeke ev bê riwiştî, neherdem sûcê pîrekê û yarik bitenêye, tevlî ku ev herdu (yarik û jinik), li hember rewişta civaka kurda sûcdarê yekemîn, di vê babetê de têne dîtin. Lê di virade sûcdarîke herî mezintir mîna, civakî- aborî diyar dibe. Dîsa jî ev serxwarya çiyayê Cûdî di vê efsanê de, mîna tewanbariyeke ebedî, ji riwişta pîrekê re, bi rêzeke reş hatiye danîn û nivîsandin, ta bi latên serê çiyê, ji ber weyn û tepreşyên wê ser xwarbûne, û vî çiyayê bisawûhewes, û bi hêlemêl, û lûsê gemiya Nûh pêxemberî, ku piştî lehiya bi navûdeng, li ser serê wî hatiye rawestandin, evî xopanî serê xwe bi şerm û fedî ji ber weynê pîrekan tewandiye.  

3- Di warê Olî de, hin tişt têne xuyakirin.

A- Peyva Welî bixwe dide xuyakirin, ku ev efsane şopa têgehên Islamê li ser hene, lê nayê wê manê jî ku berya Islamê ev diyarda olî- civakî, li wê hindamê şîn nebûbe, û nehatibe xuyakirin, lê dibe bi peyvin din hatibe gotin û bi navkirin, lê ew jî wendabûne, û anha kurmanc bêjeya /Ûcax/ bi wateya welî bikartînin. Em gihane vê encamê, ji ber ku ji berya islamê û zayînê de jî, kurd li wê herêmê dijîn, dêmeke ne raste, ku serê vî Çiyayî ji wan kurdên kevnar ve, xwar ne hatibe dîtin, û efsane ji wê çaxê de li ser çênekiribin, lê ez bawerdikim ku evna bihatina Islamê re peyv û rengê gotina wê bi vî rengî hatiye guhertin, û ev û hineke têgehên Islamê yê din jî, weke wê ketine nav ziman û fikir û ramanên kurdan de.

B- Efsane belavkirina rêçikên sofîtiyê li ser xaka kurdistanê bi xurtayî dide xuyakirin, ji ber ku peyva Welî û serdana tirbên wan, evna ji ramanên sofîtiyê yê bingehî û binyatin. Li vira tê wê manê ku sofîtîyê di nav kurdan de – berê û anha jî - rehê xwe bi kûrayî bera erdê dane, ango- ta nuha - piraniya kurdan bi welî û Ûcaxan sûnd dixun, tevlî ku Mûhemed pêxemberî, di gotina xwe yî şerîf de dibêjê: (إذا استعنت فاستعن بالله ) yanî ku te alîkarî xwest ji xwedê bixwaze. Û ta anha jî

Beşên mezin ji kurdan

Li van çol û çiyane

di riya Neqşebendî de

mirîd û pir  sofîne

li ber şêxên xwe

reben û darê şikestîne

C- Em dizanin ku ev herêma kurdistanê bi Cuxrafiya xwe ve, cihekî pir asêye, ji ber wilo di çaxê dewleta (Emewiyan) de, di sala 41 k. ku Ebbasî û (Şî – e) ji ber (Emewiyan) direviyan, û diçaxê Ebasiyan de jî (şî- e) bixwe direvyan welatên kurdan yê asê, li wir kurda bi mêrxasî ew diparastin û wan mehkûmên Ereb ew welat mîna cihên bi ewle ji xwe re diditin, û çaxa dimirin jî li wira dihatin veşartin. Ji ber wilo gelek tirbên van Ûcaxan û yên weliyên ku bi koka xwe kurdin jî li wira bûne ziyaret û zehif peydadibin. Dîsa efsane baş dide xuyakirin ku kurda herdem birayê xwe yê Ereb di çaxên tengasiyê de ew parastine, lê mixabin herdem qenciya kurda bi xirabî li wan hatiye vegerandin.

Dawî ez dibêjim: Ev efsane - weke ku dibêjin - du çûkan bi kevirekî dikuje, ango du fînemînakan belî dikê, yek jê fîzîkîye mîna xwarbûna serê çiyayê Cûdî şîrove û diyardikê, û ya din civakîye, ew jî weyn û dekûdolabên Pîrekan dide xuyakirin. Ji alîkî din ve jî, em karin bêjin: ku raman û mytolociya kurdî di naveroka efsanê de baş têne xuyakirin, ji van mytolocya ewe, ku kurda  Çiyayê Cûdî mîna xwe bi mejî û bi raman didîtin, ango weke wana diramê, û fihêd dikê û ji fediya re serê xwe dixê ber xwe de û xwar dikê, ji ber ku ji demên kevnar de, kurda û gelek miletên din jî, her tiştê li cîhanê, çi çiya, çi dar û devî, û çi çem û kevir....hwd. Mîna saxan û mirovan bi ruh û giyan di dîtin

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002