Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Wergerandin


 

 

 


Sumeya Omer Şêxî
Belgine xwe ji ariyê re amade dikin
Wergerandina ji Erebî: Axîn welat

 

Rêyek û  gewdekî beranberî siya min di rêya min dene,

ne deryageriya min lenger dibe, ne jî beravên barkirinê

koşikek im

rûyekî giran, li ser kaxetan kom dibim

Bi pênivîsa yekemîn re dirizim

û bi agirên yekemîn re…dişewitim,

ez  xulî me

şikûdariya min agir e, û zaroktiya min belge ye

dengê min kûr e, û devê min nayê sînorkirin

ez xulî me

çawa ev baya giş, ji xulîpifka min e?!

 

Hemû gul, guldankên wan dilê min e

guldankên hemû gulan, dilê min e

û di navbera dildanekê û ya din de

xunav pel dide

ez mircanekim

guwêçkemasiya min jî kespikê gotina ye

û ji ber ku tu bi nikilê çûkeke tirsiyayî

li dilê min digere

wê roj du sîtavên

gewdekî di tariyê de dimre

çêke.

sî bê gewde ye

û teraf pêdiviyên  xuliyê ye.

lingekî nerm

di ser avê re nameşe.

ey bangdar

bi herriya xwe ve daliqandî,

tu nagihê zanetiya çawîrê.

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002