Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Wergerandin


 

 

 


Fayze Ebdella Sultan

Min bisazîne
Wergerandina ji Erebî: Axîn welat

 

1
Wekî sazeke kevin
Di nav destên xwe de
Min bisazîne.

2
bi hêz
min bijenîne
û eger tu hez bike hemû jenên min biqetîne
lê ez dev ji ketina hundirê şehrikên te bernadim
li germahiya dilê te digerim.

3
derwêşekim
li dor xwe dizîvirim,
da ku bigihêm te.

4
xembarim
çiyayin ji xewrevînê
li ser bijangên xwe hildigrim.

5
ezê çawa nehelim
û tu min wekî perçak berf
di peyala xewna xwe de dihêle.

6
te xewa min dizî
ka vê carê, di rêya xwe re
dema bi bêdengiya xwe
li deriyên şeva min dide
tu min jî nadize?

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002