Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Hevpeyivîn


 

 

 


Axîn Welat
Bi rastî dema helbesta klasîk qediya ye
Hevpeyivîn û amadekirina: Ezîz Xemcivîn

 

Li gelek peyvdanan û ji aliyê helbestvan dibêjin: me pir dîwanên çapkirî dîtin lê me helbest bi wata helbestê nexwendin û ne dîtin heya çi radeyê ev nerîn bi cî ye…?
Helbest heye lê ne wek ku tê xwestin.

Helbestvanên kurd li başûrê rojava yên nûjen dinivîsînin; roj bi roj dengê helbesta wan bilind dibe.. hûn evê yekê li çi divegerînin?
Encama hemdemiyê ya normal ev e, cîgirtina helbesta nûjen li rojavayê kurdistanê vedigere  pêşketina asoyên ramana kurdî bi gelemperî, herweha sedema yekemîn vedigere helbestvanan, dema ku helbestvan karibe helbesteke bejin bilind û hêja binivîse wê karibe hêdî hêdî xwendevanê xwedî hestên tenik û kûr jî peyda bike, yanî bi wateyeke din ji helbestvan tê xwestin ku asta raman û hestên xwendevanan bilind bike, herweha çêjeya wan perwerdeyî gotin û wateyên xweş bike.

Rola jinê di çanda kurdî de çiye? çima dengê wê baş nayê bihîstin?
Li her cî yî û di hemû deman de rola jinê di hûreyên her tiştî de heye, helbest û nivîsandin û çand û wêje  jî ji wan tiştên ku dews û rola jina kurd, bi awayekî ji awayan têde hatiye dîtin, û ez gelekî bi hêvî me ku hîn wê bêtir ciyê xwe di vî warî de bigre; eger dengê wê heta roja îro baş nehatiye bihîstin jî, ez karim bêjim ku dengê jinê di nav miletên xwedî çandeke kevnetor û dewlet û serbixwe de, ne gelekî bilind e, îca ku di nav me de hinekî dengê wê nizim be, ev ji bo milletekî wekî me  bê dewlet û bi hesreta fêrbûna xwendin û nivîsandina kurdî ji dunyanê koç dikin, gelekî normal e, û nayê wateya ku jina kurd kêm fikir û raman û çand dijî.

Tu helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?
Helbesta kurdî ya kurmancî, hîn di qonaxa hewldanên xwedîtinê de ye, di nav gelek qeyd û bendan de  li kesayetiya xwe ya taybet digere, her ku nêzîkî xwe dibe bendek tê ber wê û ji nû ve di rêyeke din re hewil dide xwe bigre, helbesta kurmancî di gerrînekeke nîvtarî ya dudiliyê de digere, lê tevî van astengiyan tevde ez karim bêjim ku di roja îro de bi awayekî nexerab ciyê xwe di meydanê de girtiye.

Hin kes dibêjin ko helbesta kilasîk li ba Cegerxwîn bi dawî hat, û Cegerxwîn koça dawî kir, îca ewên bi dû Cegerxwîn de ka em çi ji wan bikin?

 Bi rastî dema helbesta klasîk qediya ye, lê hîn hinek ji helbestvanan rêya Cegerxwîn di nivîsên xwe de dişopînin, ez dibêjim nivîs ji ber ku ne her tiştê ew dinivîsin bi rastî helbest in.

pirsa em çi bikin ji wan? Ez jî nizanim, lê ez dibînim ku dem dermanê her tiştî ye, dibe ku aniha hinek hebin lê guhdar dikin û bi guhdarkirinê mest jî dibin, lê ya girîng berdewamî ye. piraniya kurdan fêrbûne helbestê bibhîsin û lê guhdarbikin, ne bixwînin, helbesta nûjen jî vajayî ya kilasîk, ya xwendinê ye, ne ya lêguhdarkirinê ye.

Helbesta nûjen, gelo cihê xwe di nav me de girtiye?, an hîn dem jê re divê..?

Helbesta nûjen, êdî ciyê xwe digIre lê hîn jî hewcedarî xwendevanên ronakbîr e, dem jê re divê heta ku cihê xwe xurt bike; bi qasî xurtbûn û kûrbûna mijar û şêweyê nivîsandina helbestê û ronakbîriya xwendevan, ciyê wê jî di nav kurdan de xurt dibe, herweha bi qasî tevgera rexnegiriyê ya bi nirx, helbest bi pêş dikeve.

Ko merov roja îro helbesta kilasîk û nûjen li ber hev deyne, kîjan dê giran be?
Gelek pîvanên giranbûn û xurtbûna helbesta hêja hene, ne her helbesteke nûjen girAn e, û ne her helbesteke kilasîk giran e, an sivik e, eviya vedigere  xurtbûna helbestvan û ronakbîriya mejiyê wî, gelek helbestên kilasîk hene pir pir bejinbilind û nirxdar in.

Helbesta kurdî ya nûjen, cihê wê li çi radeyê ye di nav helbesta cîhanî de?

Helbesta nûjen ya kurdî, di nav miletê kurd de hîn li xwe û ciyekî digere, îca di nav helbesta cîhanî de wê li ku be ?

Pirsgirêka helbesta nûjen di ku de ye ta ko xwendevanên wê hindikin? Di ziman, ferheng, gotina zor, zarav, sînoran de ye, çima li guhê xelkê xweş nayê?

helbesta nûjen ya xwendinê ye, ne ya lêguhdarkirinê ye, pirsgirêka wê vedigere kêmbûna xwendevanan, herweha nasnekirina zimanê kurdî ji alî xwendevanên hindik de, xwendevanê zîrek zora her tiştî dibe, sînor, zarave, gotinên zor û ferhengî… û carna zora nivîskar bi xwe jî dibe.

Ziman bi hemû zaravayên xwe dikare çi rolê bilîze ta ko rihê xelkên Qamişlo, Amed, Hewlêr û Mihabadê ber bi hevûdu de nêzîk û şêrîn bike, sînoran nehêle û berhem bêne xwendin?

Bi her halî dema ku kurd ronakbîr bin, wê berhem bêne xwendin, ez dibêjim nêzîkbûn û jihezkirina kurdan,  ne girêdayî zarave û berhema ye bi qasî ku girêdayî bisîkolojiya mirovê kurd e, girêdayî dîrokeke dirêj e, ziman tenê dikare hezkirinê eşkere bike wekî ku çawa çav û dêm û dest eşkere dikin.

Dilgermiyeke mezin bi mirovê kurd re heye, heta yê ku nizane tîpan jî ji hev derxe ji her yekî kurd hezdike û li ku dibe bila bibe. Lê ji hêzên siyasî yên ku rêberiya millet dikin tê xwestin ku wan ji hev bi dûr nexin.

tu rewşa çand û wêjeya kurdên rojava hin li derveyî welêt û hin li hundirê welêt çawa dinirxînî?

Di van çend salên dawî de gelek gav hatin avêtin û gelek hewildanên hêja derketin holê ku çand û wêjeyê bipêşxînin. rewşa çand û wêjeya  kurdî girêdayî hişyarî û hişmendiya me ye, ez hêvî dikim ku ji vê bêtir pêşkeve, bêyî ku gavekê pêşde were û ji aliyekî din ve, du gavan bi paşde vegere.

Medya kurdî {Tv, malper, radyo, rojname û kovaran} çawa dinirxînî?
Heta niha ji me were ku em di vî warî de gelekî pêşketî ne, lê mixabin rasteqîn ne ev e. 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002