Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Kevnetor


 

 

 


berhevkirin û amedekirina: Nezîr Palo
 
DELAL

Dastanek ji filiklora Kurdî

 

1

Hayê ….

Bila ez nebama keça Paşa û Beg û ne Qerala

Lê dayê … sê rone sê şevine

Min xwe nedaye ser text û ne rewala

Panî û kûzikên min hatine kutan

ez nizanim ji zîlebendên Diyarbekrê, ez nizanim ji xilxala

Stuyê min xarbûye ji xirnaqa giliya ji guhara

Omiz û milên min pûç bûne, ji rakirina fîncanêd ferafirî, ji van peyala

 

Min digot lo bavo ….

Were emê bangînê têxin pênc hezar malî Şengalê,

xwe bavêjin ûcaqê mala bava, ûcaqê mala Adiya, tev zaretên Şêxan û Qewala

Bila di bangîna bavê min werin konê meyî mezin xelaskin ji devê şûran û pala

Yê weke Eferê Gêsî û Çîl Îbramê Tirka,

bila li ser toximê me Kurdan ranekin ti bêraqa û ne ti ala

 

Lê dayê ….

Xwezî min xwe berneda bin konê Ebdê Şerqî

Minê bigota Delal wera mala

Min ji Delêl re avêtin erdê sê karên xezala

yek ji bo xatirê Delêl, dudi ji bo xatirê hogiran û hevala

Ez li kêleka Delêl rûniştim, min kêlekên xwe dan kêleka

tengalên xwe dan tengala

Bi Delêl re ketim meraqa dila

Destê Delêl kete taxim û sîng û berê min keçikê

nav beniyê zêra morîka mircan û heqîq û kêrbala

Ez bi Delêl re ketim meraqa dilan û galegala, lo hey lo lo hey lo

Lo hey lolo hey lo, lo hey lo lo hey lo. lo hey lo, lo hey lo.

lo lo lo hey lo lo hey lo

 

2

Hayê …. lo Delal hayê

Ez nemayê

Li min gerden qelyayê

Li min istî şikyayê

Li hatina Delêl ezê bibêm hayê

Li peyabûna Delêl ezê bibêm hayê

Dema Delal gihişte mala Paşayê Milayê

Ez ji Delêl re derketim bi xeml û xêzike kurmanciyê

Mîna xeml û xêza keç û bûkên bajarê me Orfayê

 

Lê dayê … min rakir fîncana ferafirî

Min dîna ser zerfa zîvî, ser tepsiya zêrî,

Ser destên bi hene, pêçiyên balîmanî, zere zêtûnî

Min qehwa Yemenê ji Delêl re bere fîncanê didayê

 

Lê dayê ….

Lê dayê bi qehwa Yemenê re, min taximê sîng û berê xwe ji Delêl re cebadayê

Ji Delêl re min berda hedbanekî dêm kewçikî, dêm vedayê

Berê hedbên, ber ve taxim û nav malên jêr de dayê

Delêl û dazdeh siwarên me Kurdan, xwe berdan deşta Bas û Leylanê

Di pê Delêl re sebr û dîşlqa min qet nayê

Hey lo lo hey lo, hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo,

lo hey lo , lo hey lo, siwaro beşera dilê mino lo hey lo

 

3

Hayê ….

Min dît xelefa letekê ketiye malane

Agir şerekî  ketiye konane

Lê dayê … kalên heyştê salî xwe dane ser gopalane

Keç û bûkên dest bi hene, bi derketine ji paş çît û perdane

Li deşta me ya jêrîn rabûye toz û kilxane

Hinekan digotin qewlê nejadane

Hinekan digotin talane

Hinekan digotin kerwane

Hinekan digotin qeterê hêştiran barê biyane

Lê dayê hinekan digotin şerê Tirkan û Gêsane

Li pişta wan dewleta Elî Osmane

Ev dîsa çi bêtar û alewane

dane ser me Kurdane

 

Lê dayê ….

Min rakir darê dilbirê, min sekir celbek siwarên me Kurdane

Siwarî tewrî pîşê ... Elîkê Mistê ye, pî yî li enîşkê vemalane

rima nezalî li pîşê dibe xwiyane

bi dil û cîgerê min xist agirî darane

kalê heftê salî xwe daye pîşa gênc û gernasên me Kurdane

lê dayê vêra pêra min zanî şer mezine, şer girane

Lo hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo, hey lo lo hey lo

 

Siwarî dudiyê kekê Şêxe ... tengedarê boke û  bêhlewanên dewleta Elî Osmane

Siwarî sisiyê Bozane

Siwarî çarê Silêmane

Siwarî pêncê Seadonê Birane

Siwarî şeşê Farisê Milî ye pêhlewanekî nav girane

Siwarî heftê Çîlo yê Gûzele, telayê bi tenê, birayê heft xûçikan,

li rê dinêrin, stêrka xwe teke li rûyê vê dunyayê,

bi Dewrêşê Ebdî, siwarê me yî Kurda re can bi cane

Siwarî heyştê Girgirê Miliye

Siwarî nehê mistê Ferhê ye

Siwarî dehê Elî yê Zênê, kekê Kerxê, lawikê deşta Sirûcê ye

Siwarî yazdah, min bala xwe da yê Memê Temê ye

Siwarî dazdah Ûsibe, bê şûr û bê qilqale, nivîskarê şer û cenga ye

Lê dayê min Delal nedît di nav siwaran de

Min çavên xwe gerandin Delal nehat xuyaye

Wê çaxê mirina Delêl min kir înane

Hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo, wey lo. Hey lo ,

wey lo lo wey lo

 

Siwar vegerîn li mal û li xudiyane

Min dît li nav kona bû lîliya keç û bûkane

Xelkê perdên reş ji konan hilînane

Perdên kesk û sor û zer bi ser konan de berdane

Bi dil û cîgerê min ket agirê darane

Min got Delal ne yî xumane ne yî xumalane

Kesek naxwe xema ti kesane

 

Min xwe berda pîşa Seadonê Birane

Ji min re got: lê Edûlê nexwe ti xemane

Delalê te yî xweşe bi gane

Li deşta Bas û Leylanê ketiye pê texîbeta hêza siwarên Tirkan û Gêsane

Di nîvê şevê de ... Delalê vegere li mal û li xudiyane

Wê xatirê xwe bixweze ji Dayêka pîr, ji Ebdê şerqî, ji koma hestiyane

Di pê re wê xatirê xwe bixweze ji qeter û merheba guliyane

Soza me siwaran siba li deşta Bêtilxidirê, li hewşa mêrane

Lê Edûlê siba şer girane ...

Hey lê lê hey lê, lê hey lê lê hey lê,

lê hey lê, lê hey lê, lê hey lê lê hey lê

 

4

Hayê ….

Li hatina Delêl dîsa ezê bêjim hayê

Li peyabûna Delêl ezê bêjem hayê

Li şeva nîva meqamê şevê, li perda yekê nizanim li dudiyayê

Min dît gurpisî kete nava hevala

Li çavên hevdu niriyan xwediyê şûran û mertala

Bi ser konê bavê min de hate dengê mêxan û nala

Hedbanê Delêl şîiya, dengê, hedbanê Delêl di bin konê bavê min hilnayê

 

Hey lo ….

Heval û hewal û carîya û lomakaran lome kirin

Digotin: bejn û bala Edûlê, di pê Delêl re ne ditebitî ew dihurmijî

Min got: lomakarno loma nekin

Rêketina Delêl bi şewat bû …

Kezeba min vê re diqijqijî ... dilê min birijî

Di nîva şevê de dema Delal gihêşte dîwana Paşayê Mila

Ez beziyam dîwanê, dîwana me ya tijî

Min got: lo mîvano ….

Qehwa Yemenê ji êvara mîrê mezin de, ji te re diqijqijî

Hey lo lo hey lo ….

Min rakir fîncana ferafrî

Min dîna ser destê bi hene, pêçiyên balîmanî zere zêtûnî

Ez nizanim sewdê li serî min xist

Ez nizanim eşqê bi canî min girt

Ez nizanim lingê min li sola Delêl likumî

Bejn û bala min, li pîşa lawikê yezdî lolijî

Qehwa Yemenê be ser şara riwêsî, û eb û esawa Delalê mala bavê min de rijî

Hey lo lo hey lo

 

Hey lo ….

Min got li min nemayê

Li min gerden qeliyayê

Li min stî şikyayê

Siba dazdeh siwarên me Kurdan

Wê dakevin pîşa hezar û heftsed siwarî Tirkan û Gêsayê

Li şeq şeqa danisqan, li şînge şînga şûran û mertalan, li qulibandina siwaran

Tirsa mine, ku heval û hogirên Delêl, rabinê bi lomayê

 

Hey lo ….

Min got ezê rakim heft lîtir sabûna Bexdayê

Ezê rakim çel û yek keçikê me Milayê

Lê dayê ezê xwe berdim ber ava Moradê Yapayê, aveke xelbeye tali nayê

Lê dayê minê şara riwêsê, eb û esawa Delêl, dida ber darê keleşayê

Lê sebra dilê min pê nayê

Min bal û zêna xwe dayê, leka qehwa Yemenê ji şara riwêsê nayê rayê

Me berê xwe da ser kaniya Üdê, aveke zelale mîna hêstirên çavayê

Lê dayê dîsa min şara riwêsê, eb û esawa Delêl, dida ber darê keleşayê

Min bala xwe dayê leka qehwa Yemenê jê nayê rayê

Çel û yek keçikê me Mila, tulî û pêçî pêve nemayê

Heft lîtir sabûna Bexdayê diheliyayê

Lê dayê leka qehwa Yemenê, di eb û esawa Delêl de hewş didayê

Lê dayê şara riwêsê xerqî, ava kaniyê miçiqî …..

Leka qehwa Yemenê ji eb û esawa Delêl bi der nayê, wey lo lo wey lo

Lo wey lo lo wey lo, lo wey lo lo wey lo, lo wey lo lo wey lo,

   lo wey lo lo wey lo, wey lo, wey lo, beşera dilê mino lo wey lo

 

 

5

Hayê ....

Hey lo Delal … mîvano, ji dila dilê minî bi dêre

Dîsa siwaran xwe berdan deşta me ya jêre

Lê dayê bila rojek hilata çax û mecala xwe bi xêre

Di beriya me de, pozê qirma Qereşdaxê çiyayê Mêrzîdê ji meskenê siwêre

Ne bila di pêre lêxista li deşta Bas û Laylanê, mexela pezê mêsinî nêre

Bila lêxista li Kela Royê û Rim Eliyê pozê zinêre

Bila derbas kira pozê Wêran Şehirê, cihê Ebo Mislimê Xebedêre

Bila lêxista li bajarê Suleymaniyê, cihê gotoza Ristemê Kale, paytexta serkdêre

Lê dayê … bila ji xelkê re bihata teskêre

Ji min re bihatana bigotana Delalî tê ji deşta me ya jêre

 

Minê xwe berda pîşa Delêl ….

Min bala xwe dayê sê siwaran zengi dane zengiya

Siwarî tewrî pêşin siwarbûna Delêle

Siwarî dudiyê siwarbûna Elî yê Sencêre

Siwarî sisiyê lê dayê min bala xwe dayê Dewrêşe xarziyê Teyêre xelefê Pîrkêle

Di bin Delêl de tê berbera hedbanê nêre

Li pîşa Delêl şîngirtiya ercê darê begêre

Mirûzê Delêl tale tirşe, min nizanî Delêl xêre

Minê bi destekî bavêta serê hedbên, destê din bavêta Delêl, bigota Delal were jêre

 

Hey lo Delal ….

Ez te nadim bi Ehmedê Beşêre

Ez te nadim bi Elîkê Siwêre

Ez te nadim bi Hesê Zîbêre

Ez te nadim bi Hemê Mûsikê, xwe dide benda dewlata Osmên,

digot bese lo gawiro te ji lawê dê û bava xêre

Lo Delal ... ez te nadim bi bavê xwe, bi Zor Temir Paşayê Milî

hezar qurişî xwe nekiriye xizêna Hekêre

hezar û pênsed xortî Kîkan û Milan ji goştê hêwlika û birinca Qereşdaxê dikirin têre

Lê dayê ... Delalê min lawê Ebdê Şerqî, Ebdê Şerqî ji deşta Wanê,

ji taximê Salihê Seyda, axê Kurdan, ta bi deşta Bas û Laylanê taximê Heyder û Cibira,

tev de kirbû bi cil bidarê ercê begêre

Sî û sê saline li cerg û bêlega, li êrîş û talana, li şer û dogişa,

dîsa xwe nekir bin destê Tirkan û ne jî Erebê ser bi egêle

Hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo,lo hey lo lo hey lo,

hey lo , hey lo, hey lo beşera dilê mino lo hey lo

 

 

6

Hayê … lo Delal were jêre

Lê dayê ... li peyabûna Delêl ezê ramûsanikê pêdim ji xumxuma gewriyê,

ji bin pelê guhêre

Hey lo ... ezê ji Delêl re li erdê xim doşeka birsê, di ser re rêxim yazdiqê bajarê Qersê

Ji Delêl re badim şiveke yasimê, ji titûnê Mûşê,

têxime nav pêçiyên Delêl, li şûna şîş û maşê

Minê bi pêçiyên zere zêtûnî ji Delêl re radikir gezg û guhêre

Minê banêdikir Delal … pêçiyên Delêl wê bişewtiyana,

Dalalê mala bavê min nedigot lê Edûlê ma te xêre

 

Havîna me ya bi tîne

Zivistana me ya gergîne

Payîza me ya pel weşîne

Bihara me ya rengîne, xweş bi xêre

Lo Delal de were bi qeter û merheba guliyên min mor bigire, çeke tegiya hedbanê nêre

Li pozê çiyayê Mêrzîtê bere erdê de şilfê darê ercê begêre

Hey lo ... bila hadbanê nêr li ber çem û zozana here were û biçêre

Lê dayê ... bila li nav heyştê û yek eşîrên me Kurdan bigotana

îro Edûla paşayê Mila li bin konê Ebdê Şerqî bi mêre

Li şûna rihel û sondiqên bûkan, bila ji min re rakirina tivir û bêre

Ava miriya li pîşa dîwana Paşayê Mila, bila bidana ser êre

Bi rokê pêş de minê serî dîna ser mezelê Şengala me ya jêre

Hey lo lo hey lo

 

7

Hayê … Delal tu li çiya, mîvano min li gira

Bila Xwedê mirazê min û Delêl bikira

Bila Ezraîlê mîrê kulê, qasidê qaci felekê,

bihata û emanetê xwe ji min bistanda û canê min bibira

Lomakarno, lomacîno ... loma nekin

Her carê çavên min lêdikevin li Ebdê Mila, li hedbanê Delêl û li çîngira

Li zengila, li sîngleklekê sîngê hedbanê Delêl, li rêşiya, li kulika, li piskula

Hey lo lo hey lo, lo wey lo lo wey lo, lo hey lo lo hey lo, lo wey lo, lo hey lo

lo lo, lo hey lo lo hey lo

 

Delal ez bê malim,

Ne bi mal û ne bi mêrim

Ne Beyaza Elo me, ne Fatima Hema me, ne Leyla mala Xidirim

Ez dotmama Ûsibê Elî me, keça Paşayê Milî me, weke şêrim

 

Lê dayê ... min got kes bi Delalî min re danekevin pîşa siwarên Ereb û Tirkan

Ezê siwarbim li dêlholike gergîn, rakim rimeke ji sê kabik û dazdeh mofirkan

Bila li pîşa Delêl ez bimirim, li pê Delêl dîsa ez bimirim

Hey lo ... bi jana Delêl ez bimirim

Lê dayê di ba û bota ez digerim

Lê dayê omidiya xwe ji Delêl ez nabirim

Bi xeml û xêza giran, di pîşa dîwana Paşayê Mila re derim û têm û dixingirim

Li rêka Delêl ez dinirim

Lê dayê omidiya xwe ji Delêl ez nabirim

Hey lo lo hey lo, lo wey lo lo wey lo

Ezê van siwarên tirsonek û çirkîn bi qurbana serê Delêl kim

Li deşta Bas û Leylanê, ezê bi rima Ebdê Şerqî wan veşêrim

Siwaro lo wey lo, lo wey lo

Lo wey lo lo wey lo, lowey lo lo wey lo, lo wey lo lo wey lo,

lo wey lo, lo wey lo, beşera dilê mino lo wey lo

 

8

Hayê … Delal dilê min sine

Ne polate ne jî kevanekî ji hesine

Derdê min yaxine

Derdê xelkê mal û mewalê dunyayê

Lê dayê derdê min eşq û meraqa dila û dilketine

Min bala xwe dayê ... li pozê qirma Qereşdaxê sê konî vegirtine

Yek konê Eferê Êfiye, yek konê bavê mine

Yek jî konê Dewrêşê Ebdiye, xwesteka canê mine

Hawara Xwedê be, konî mezine li ser heyşdeh dîraka ye,

kes tê de tine ye, mîna mezelê bavê mine

Ti kes nîne bi çeplên min keçikê bigre û bavêje bine

Bila rojekê ji rojên Xweda min xwe bidiya ezî li bin wî konî kebanî û bermalime

Lê dayê ... konê Ebdê Şerqî ji min re zareta Ebo Mislime

 

Lo Delal ez ne ya bawîme, ne ya tawîme, ne ya derdlime, ne ya merazlime,

Ez nexweşim, nexweşa Delêlim, Delalê Şerqî, Dewrêşê Ebdî,

derman û Luqmanê kula mine 

Hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo

lo hey lo , lo hey lo, beşera dilê mino lo hey lo

 

 

9

Hayê Delal ... lo bila kê bigota, lo mîvano kê bibîsta

Bila xela daketa, sala îsal di pê Delêl re basi bibîsta

Bila Delalê mala bavê min siwarba li hedbanê nêr

xwe berda deşta Bas û Leylanê biçûya û bihata

Bila ji xwe re bi hedbanê xwe bilîsta

Bila bihata li ber konê bavê min dawesta

Minê cila Kurmanciyê, yasiqê Qersê, doşeka persê, ji Delêl re li erdê xista

Bila Delêl peyalek av ji min bixwesta

Minê ji Delêl re bîna û bi dest da

Bila Delêl destê rastê bavêta peyala avê,

û destê çepê pavêta taxim û sîng û berê minî tîştirî,

nav beniyê zêra morîk û mircana, şîngirtî vêxista

Minê sîngê xwe ji Delêl re dagesta

Hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo,

lo hey lo , lo hey lo, beşera dilê mino lo hey lo

 

 

10

Hayê … li riya Delêl çavên min peqîne

Min dît siwarekî tê ji xêma beriyê, rêka xêma beriyê dikatîne

Vê re dibêjin Hesen Baz Elî siwarê Mencoliya kab hişîne

Min rakir teşiya mûşinkê zêrîne

Min xwe berda pêşiya siwêr, min got:li siwaro dilê min dîne

Ji kula de bi kule, ji birîna de bi birîne

Birînên min li min zengirîne

Sê rone sê şevine Edûla Paşayê Mila bi hawar û bi qêrîne

Erd dibîse, ezman hiltîne

Sê rone sê şevine Delêl xwe berdaye xêma beriya me ya jêrîne

Ez nizanim Delalî xweşe, ez nizanim bi birîne

Lo siwaro kanî saxiya Delêl bi min gîne

Siwêr got: lê bûkê ... Delal pirin li deşta Bas û Leylanê …

Delalê delalane, pir keç û bûkên wekê te dest bi hene,

li benda Delalên xwe ne, bi hêvî û omidîne

Delal hene kab û kulî lê şikîne

Delal hene di deşt û siwêrekan re revîne

Delal hene bi birînin, birînên wan çar tulîne

Delal hene sê rone sê şevine çek û zirx ji xwe danenîne

Lê bûkê ji min re bêje nav û nîşanên Delalê te bi çi tonîne

Hey lê lê hey lê, lê hey lê lê hey lê, lê hey lê lê hey lê

hey lê, hey lê, hey lê, lê hey lê lê hey lê

 

11

Hayê … lo siwaro nav û nîşanên Delalê min bêlîne

Li yaq û pêsîra Delêl kerasekî melesîne

Li milên Delêl zirxê dawidîne

Bi ser zirxê Dawidî de berdaye ebake esawîne

Bi ser ebê de berdaye meşleheke zelalîne

Li sîngê Delêl pişkovên polatîne

Li nava Delêl kembera mekawîne

Şelwerê Delêl felemîne

Solên Delêl qisbaxîne

Li serê Delêl şarike riwêsê ortê bi surme, çel keçikî Milan rêşiyê wê badayîne

Di bin re simbêlên Delêl sor û sinîne

Mîna perê mamanê, li henarên rûyan badayîne

Simbêlên Delêl bi hena Orfaya şewitî zerîne

Hedbanê Delêl hedbanekî gergîne

Simka dîne, pêl xezalîne, kab hişîne

Sîngleklekê li sîngê hedbbanê Delêl bi gulik û bi rêşîne

Ji çelîkên deşta Siruncê hûnayîne

Berdehê hedbên Erzeromiye, zîn û zengiyên hedbanê Delêl tûcîne

Gep û lîwana hedbên zîvîne

Rima Delêl Amediye, şûr û qelqalê Delêl kase Misirîne

Serê rima Delêl bi guliyên sê Edûla xemlandîne

Ez nizanim guliyê Beyaza Elone,

ez nizanim guliyê Fatima Hemane

ez nizanim guliyê Leyla mala Xidirin,

Guliyên min rebenê li serê rima Delêl sorin û qeterbaşîne

Siwaro, lo hey lo lo hey hey lo, lo hey lo lo hey lo,

 lo wey lo lo wey lo, lo hey lo, lo wey lo, lo wey lo lo wey lo

 

12

Hayê … siwêr got lê bûkê...

Siwarî tu dibê torinê Ebdê Şerqî, Dewrêşê Ebdiye

Rakiriye jehra marê gaşa, û fîncana ser bi xwîne

Li deşta Bas û Leylanê, çavên siwarên Erab û Tirkan jê şikîne

Çiqasa birîndar û kuştiyên li deşta Bas û Leylanê hene,

 zanibe ku nîvên wan bi destê wîne

Li deşta Bas û Leylanê bi destên wî çiqas ûcaqên xelkê vemirîne

Keç û bûkên dest bi hene li malên bava vegerîne

 

Em rabûn Delalî tu dibê bi dubara

Me qeliband li erdê qule mişka, herdu pêl û pêsîrên hespê Delalî te, vêre şikîne

Me delalê te avête erdê ji pişta zîne

Lê bûkê here xwe berde deşta Bas û Laylanê, belkî bi saxî tu Delalê xwe bibîne

 

Lê dayê ... min avête erdê teşiya Mûşê û dîkê zêrîne

Min xwe berda deşta Bas û Leylanê, ez gihêştim girê Ûzila

Min derbas kir şarika bi guman, erdê tirad û meydanê, taxim û nuhmala siwaran

Li dûza şeşê min bala xwe dayê Delalê minî bi birîne

Siwarên Tirkan ji pîşa Faris û Girgirê Milî teqîne

Eferê Gêsî li bin rima Kekê Seadûne

Lê dayê ji berê paşê de ez dizanim peyayên şereqiya siwarenî rimgerîne

Ji dema Pêpen de, ji dema Memê de, ji dema Evdê de, ta bi roja îro

ne li cerg û bêlega, ne li êrîş û talana, ne li şer û dogişa,

seriyên xwe li ber kesan danenîne

Lê îro bi piraniya siwaran, bi qulibandina Delêl li erdê qule mişkan,

omîd û fersend ji Delêl birîne

Ez beziyam ser Delêl, min bala xwe dayê ….

Li destên Delêl geriyaye tox û tizgîne

Simbêlên Delêl bi ser lêvan de şikîne

Telaqê xwînê li çapê zirxê Delêl têne dîne

Min li canê Delêl sekir, Delalî bi heft ciyan bi birîne

Şeş birînên Delêl ji duh û pêr de kewîne

Di navbera mil û pêsîra Delêl de birîneke kûre pir xemîne

Min dest avête birîna Delêl

Vêre min zanî ku siwarî li Delêl xistiye, ji cîgerê xwe de ji siwarên me Kurdan bi kîne

Bi lêxistina ercê darê rimê re, du mofirk ji pişta Delêl şikîne

Bi badan û derxistina ercê darê rimê re,

çar tamarên xwînê ji navbera mil û pêsîrên lawikê Êzdî qetîne

Hey lo lo hey lo, lo wey lo lo wey lo, lo hey lo lo hey lo,

lo wey lo lo wey lo, wey lo, wey lo, lo lo beşera dilê mino lo wey lo

 

13

Hayê … lo Delal de rabe …

Bejna min zirave ji te re bûkanîne

Eniya min kale gewre ji te re raperîne

Biriyên min ziravin, pijangên min reş û tarîne

Çavên min belekin ji te re kildayîne

Dêmê min gulîne

Rûçikên min ji te re mîna sêvên Xelatê him sorin him sipîne

Pozê min têrîne, bi ser xelekên lêvan de, min berdaye xizêmeke zêrîne

Lêvên min tenikin ji te re gulperîne

Diranên min hûrin, zimanê min xamîne

Qirika min zirave mîna şoşeya lewanteyê ji te re dizgerîne

Çenga min tope mîne kevçiyê şemşîdê li bajarê Şamê, di nav henê de danîne

Guharên min zêrîne, bi ser gerden û xirnaqa guliyan de berdayîne,

li bajarê Diyarbekra şewitî bi destên qumcî û hosteyan kutayîne

Li nava min kembereke zîvî eynelîne

Memikên min ji te re mîna henarên Meletiyê, di taxim û sîng û berê min de ramedîne

Sîngê min beyaze, qirika min bi çîne

Li serê min şarike kêse-rewane, çar çêwirme bi rêşîne

Guliyên min morin, lo Delal ji te re qeterbaşîne

Lo Delal .. ez kewa Şengal û Êzîdxana jorî me

Ordeka Xaborê jêrî me

Qaza Feratê hêlî me

Keça Paşayê Milî me

 

Li dunyayê ne li yaqî ti kesa me lo Delal

Ez ne li yaqî pismamê xwe Ûsibê Elî me

Ne li yaqî Miho Paşay ê zengi zêrî me

Ne li yaqî Faris û Girgirê  Milî me

Ne li yaqî Bilalê bi rim, û Mistê Çerxecî me

Ne li yaqî Çîl Îbramê Tirk, û Eferê Gêsî me

Lê dayê ez li yaqî lawê Ebdê Şerqî, simbêlên Delêl sor û zerî me

Di pê Delêl re li yaqî mezela Şengala şewitî, gora reş û tarî me

Hey lo lo hey lo, lo wey lo lo wey lo, lo hey lo lo hey lo,

   lo wey lo lo wey lo, lo hey lo, lo wey lo, lo lo lo beşera dilê mino lo wey lo

 

14

Hayê … lo Delal hayê …

Siwaro ez nemînim

Lo Delal di pê te re ez nemînim

Qehwa Yemenê ji kesî re nakelînim

Li dîwana Paşayê Mila nagerînim

Hey lo ... bejn û bolava bûkanî ji kesî re naxemlînim

Lo Delal di pê te re, ti dîlek û bext û miraza ez nabînim

Li ber darê ti dergûş û bêjenga rûnanim û nahejînim

 

Hey lo … ezê bi serê çiyan kevim û bilorînim

Hêstirên xwînî bibarînim

Lo Delal bi soz û peymana Xwedê be,

Sîh û sê pişkuvên enterî Şamî ji taxim û sîng û berê xwe yê tîştirî

   ji kesî re venakim û nafiltînim, lo hey lo

Lo hey lo lo hey lo, lo wey lo lo wey lo, lo hey lo lo hey lo

lo wey lo, lo hey lo, lo lo lo beşera dilê mino lo wey lo

 

15

Hayê … Delal hayê …

Mîvanê mala bavê mino lo hayê …

Ezê tim bibêjim Delal …

Bi serê çiyan kevim û bibêjim Delal …

Bi çol û beyaran de biçim û bibêjim Delal

Şev û rojan  ezê bi hevgînim û tim bibêjim Delal

 

Delal … bi pirpira mûman re

Bi gurmîna dengê ada re

Bi banga Xoca û Milan re

Bi xîngexînga bazingên desta re

Bi kulekula dewkula re

Bi hawehawa çiwêlekên gunda re

Bi fîtefîta Şivan û Gavanên çola re

Wey lo ezê timî bibêjim Delal

 

Hey lo … Delal li pê te ez nemînim

Bila bi te re ez bimirim

Seriyê xwe dînim kêla kevirî

Bibim mîvana serekê siwaran, Delalê Delalan

Xweda bikê li wê dunyayê mirazê xwe bi Delêl re ez bibînim

Lo hey lo, lo hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo,

lo hey lo lo hey lo, lo hey lo lo hey lo,

lo lo lo beşera dilê mino lo wey lo

 

 

DELAL:Navê Delêl Dewrêş e kurê Ebdê kurê Milhim kurê Memê kurê Pêpen ji êla Pîrkalê û ji Zerdeştên Şengalê ye.

Edûl:dîlbera Dewrêşê Ebdî ye, keça zor Temir Paşa ji êla Mila ye.

Piştî ku Dewrêşê Ebdî hat kuştin, Edûlê nav li Dewrêş kir Delal, bang û londinên xwe bi navê Delêl dikirin, wiha jî stran li ser zimanê Edûlê hatiya naskirin, û bi wî şêweyî ev destan li ser zimanê dengbêjan hatiye stran û ta roja îro tê berdewamkirin.

Dastana Delêl beşê duyemîne ji dastana Dewrêşê Ebdî. beşê yekê bi strana Derwêşê Ebdî berdewam dike. û piştî mirna Dewrêş Ebdî beşê duyemîn bi strana Delêl dest pêdike,   

bûyer û serpêhatiyên vê destanê li hirêma Botanê di navbera salên 1680 – 1760 de peyda bûne ( ev dîrok ne diyare, lê li gorî çend dengbêjên hirêma Efrînê hatiye gotin, wek Omerê Cemlo, Hes Nazî, Cemîlê Kerrê, Îbramê Tirko, Reşîdê Mem Çûçanê, Hemûşê kûrik ).

Tê gotin ku strana Dewrêşê Ebdî, û her wiha jî strana Delêl ( berî ev pêşketina têknolocî ) du sê şevbihêrk pê diqediyan ta ku bi dawî bihata.

Her wiha jî gelek stranên kurdî yên dastane jî wek:( Memê Alan, kênc Osman, Feteh Beg, Teyar Beg, Cebelî, Bêrîvana Cindî, Ûsibî Şer, Xezala Mendan, Xec û Siyamend, …).

Ev nîşana ku stranên Kurdî yên dastane, hatine kurtkirin. û peşekî mezin ji wan windabûye, ev ji aliyekî ve, û ji aliekî dî ve nîşana dewlemendiya çanda Kurdî ya devokî ye, ku ew bi gerekiya lêkolîn û lêvegerîn û lêpirsînê ye.

têkst û meqamên van stranan li gorî her herêmekê û li gorî her dengbêjekî carina cidabûnekê di yek stranê de çêdike, lê mijar û stûnên stranê yek dimînin.

Têbîn: Têksta strana Delêl min ji dengê stranbêj Bavê Selah wergirtiye. 

Bonn - Almaniya

nezirpalo@hotmail.com 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002