
Omer Dilsoz
Li Başûrê Rojava Pêla helbestvaniyê…
Gelek jî dişibin hev. Bêhtir di bin sîbera erebî de
ye.
Hevpeyivîn: Ezîz
Xemcivîn
1-Li gelek peyvdanan û ji aliyê helbestvan dibêjin: me pir dîwanên çapkirî
dîtin lê me helbest bi wata helbestê nexwendin û ne dîtin
heya çi radeyê ev nerîn bi cî
ye…??
Ez wisa nafikirim. Ez dibêjim hemûyan cihê xwe heye.
Xweseriya helbestê jî piçekî ji vê tê; her helbestnûs
afrînerê lîteratûreke nûye. Helbet dubarebûn hene. Gelek
kesan şûna ku rêyeke nû vekin li ser şopa yên
berî xwe meşîne, ev jî normal e; lê şûna ku ew
riya li ser meşiyane fireh bikin tenê cihê gotinan
guhartiye. Ev jihevxwarineke wisaye ku paye û radeya vegotinê
dikuje. Nemaze helbestnûsî di heman demê de gotinjenî ye.
Yanî dariştin û berfirehkirina asoyên xewn û xeyalan
a di peyvgehê de ye. Lê helbestnûsên me hinekî bi
kompleks nêzî peyvjeniyê bûne û ji ber vê yekê jî bi
peyvgeha ji robariya xwe girtine xwe têr kirine. Lê ligel vê
têrkirinê jî di warekî de ew peyvgeh verotiye û lawaz
maye.
2-Helbestvanên kurd li başûrê rojava yên nûjen dinivîsînin;
roj bi roj dengê helbesta wan bilind dibe.. hûn evê yekê
li çi divegerînin ?
Helbet divê ev yek bête dîtin. Lê ne tenê li Başûrê
Rojavayê ev yek li Bakur jî, li Başûr jî û li
Rojhilat jî heye. Lê li Başûrê Rojava wekî pêlekê
teşe girtiye. Pêla helbestvaniyê… Gelek jî dişibin
hev. Bêhtir di bin sîbera erebî de ye. Jihevxwarin herî bêhtir
ji bo vê herêmê lê ye. Helbet gelek helbestnûsên hêja
ji vir derketine; ev hêjayî pesinînê ye lê gelek
jihevxwarin jî li vê herêmê rûdide. Mesela bilindbûna
nav û dengî jî hinekî bi şiyana ragihandinê ve girêdayî
ye. Tenê ez dixwazim mînakekê bidim, heke deh helbestvanên
bijare li vir hebin; pir balkêş e ku hemûyan jî
helbestek li ser ‘Qamişlo’ heye. Ev jihevxwarineke
zelal e. Peyvsaziya gelekan dişibe hev… Berepiştkirina
gotinê nayê wê wateyê ku hêmayeke xurt hate vejandin. Lê
helbet bandora aliyên sosyo-dîrokî-polîtîk gelekî berbiçav
e.
3-Rola jinê di çanda kurdî de çiye? çima dengê wê baş nayê
bihîstin?
Nivîs lixwemikurhatin e. Mêjoya tepeserkirina jina kurd
gelekî kûr û dirêj e. Êşên gelek giran di ruhê wê
de dikelijin lê hîn cesareta lixwemukirhatinê li nik jina
kurd peyda nebûye. Ev jî girêdayî egerên sosyo-polîtîk
e.
4-Tu
helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?
Helbesta Kurdî –bi ya min- gihîştiye qonaxeke bilind.
Belkî di warê nivîsê de helbesta kurdî ji hemû warên dîtir
li pêştir e. Xweseriyeke xwe ava kiriye. Zimanê xwe
afirandiye lê divê bêhtir bikaribe bixemilîne. Divê bigihêje
reh û binîşên xwe. Ev jî bi lixwevegera helbestnûs
mimkûn e. Yanî divê hestên me; xewn û xeyalên me yên ku
asoyên peyva spehî li ber me vedidin, bi xwî û rondika axa
kurdî bêne şûştin. Lewma ez vê heyamê wekî
heyama lixwevegerê jî dibînim. Ango hêdî hêdî peyva
kurdî li bêşîngê tê dayîn û tûvilê ku ji serdestên
xwe girtiye, ji xwe dike. Ev tûvilavêtina peyvjeniya kurdî
dê zimanekî bijûn û pak jî biafirîne. Nemaze nifşê
nû wê tozê hêdî hêdî ji xwe dadikute û li reseniya xwe
digere. Ji ber ku êdî peyva rûpêçkirî ruhê wan têr
nake.
5-Hin kes dibêjin ko helbesta kilasîk li ba Cegerxwîn bi dawî hat, û
Cegerxwîn koça dawî kir, îca ewên bi dû Cegerxwîn de ka
em çi ji wan bikin?
Ez di wî warî de ne xwedî heman nêrînan im. Bi ya min,
modernbûn ne ew e ku mirov xwe bişibîne yên dîtir...
Ewên serdest. Na. Li Kurdistanê çandeke medreseyê hebûye
ku malovaniya helbesta klasîk kiriye. Ev nifş niha cihê
xwe ji nifşekî nûhatî re dihêle. Xelekeke wê jî
Cegerxwîn bû. Piştî wî gotina bi wezn û pîvan wekî
gulokeke teşiyê vereşiya. Niha şûnmayên wê
gulokê di navbera wê kelvedan û sêla raz û siran û
beloqiya dema nû de mane. Ez vê wekî mijareke perwerdehiyê
dibînim; kengî bi kurdî li ser pexşanê, bi nivîsa
serbest perwerdehî rûnişt û belav bû, dê helbesta wê
jî bête afirandin lê hindî ku zimanê sereke yê dayikê
bi awayekî xwezayî, bi stran û kelepûra ku tev bi helbestî
ye bête hînbûn dê ev rewş bidome.
6-Helbesta nûjen, gelo cihê xwe di nav me de girtiye?, an hîn dem jê
re divê..
Hêdî hêdî rûdine. Pênûsên xurt hene.
7-Ko mirov roja îro helbesta kilasîk û nûjen li ber hev deyne, kîjan
dê giran be?
Her yekê tam û xweseriyeke xwe heye. Ez di wê baweriyê de
me ‘Ay Dilbera’ Feqiyê Teyran herî kêm dê sed salên dîtir
jî bandora xwe li ser hest, xewn û xweziyên kurdan bike. Ji
ber wê yekê jî hevberkirineke reş û sipî li gorî
min cihê xwe nabîne. Her yekê cihê xwe yê xweser heye.
Helbesta klasîk jêrhiş û bîrdanka helbesta nûye jî.
Raboriya êşê heye; li ser vê raboriyê jî asoyên nûj
û nûjdangehê, kaniyên hêviyan tên vedîtin. Ev
vejenandina xewneke nûye. Da ku ziman tûvilê lê hatiye
barkirin bikaribe ji xwe bike...
8-Helbesta kurdî ya nûjen, cihê wê li çi radeyê ye di nav helbesta
cîhanî de?
Hevberkirineke rasterast dê cihê xwe nebîne.
9-Pirsgirêka helbesta nûjen di ku deye ta ko xwendevanên wê hindikin?
Di ziman, ferheng, gotina zor, zarav, sînoran de ye, çima li
guhê xelkê xweş nayê?
Li gorî min, pirsgirêk derveyî vana hemûyan e jî. Helbest
xewna zaroktiyê ye. Melodî û awaza biyanî ku ji ber şertên
pêzan li peyv û gotinên me tên barkirin tama peyvê dikuje.
Şar û tirş dimîne. Dil pê nalerize û pencereyeke
nû li ber xewnên mirov venake. Ji ber ku tûvilê Tirkî,
Farisî, Erebî û hwd lê hatiye pêçan. Ev heyam dê gelekî
bidome jî. Heta ku Kurd bi pexşanê, bi nivîsa serbest
hînî ziman bibin ev janvedan jî dê bikelije. Ango, ez arîşeyê
wekî Pirsgirêkeke Perwerdehiyê dibînim. Belkî ji we re ecêb
bêt, lê ez di wê baweriyê de me ku xewn jî tên
perwerdekirin. Çima? Da ku xewnên nû yên lîteratûreke
firehtir jê bêne darêstin.
10-Ziman bi hemû zaravayên xwe dikare çi rolê bilîze ta ko rihê
xelkên Qamişlo, Amed, Hewlêr û Mihabadê ber bi hevûdu
de nêzîk û şêrîn bike, sînoran nehêle û berhem bêne
xwendin?
Bersiva vê pirsê di nava wê de bi xwe heye.
11-tu rewşa çand û wêjeya kurdên rojava hin li derveyî welêt
û hin li hundirê welêt çawa dinirxînî?
Ez zêde xwedî agahî nînim lê her parçeyekî Kurdistanê
bûye xwedî çandeke xweser. Gelek berhemên baş ji vî
parçeyî derketin. Ev tiştekî erênî ye.
12-Rola Internet di hemû hêlan de çî ye?
Mirov dikare bêje ku ev serdema înternetê ye. Lê di gelek
waran de jî ev pêla înternetiyê mirov ji civata derve
veder dihêle. Piştî demekê êdî jiyaneke nîgaşî
ava dibe. Ev ji bo hevserwestbûn, agahîgirtinê baş e,
lê mirovekî mekanîk jî çend dikare mifa û rengê xwe
bide civatê jî cihê şik û gumanan e!...
13-Medya kurdî {Tv, malper, radyo, rojname û kovaran} çawa dinirxînî?
Medyaya Kurdî hêdî hêdî hewl dide zimanê xwe di nava
gerdûna medyayê de biafirîne. Lê cihê mixabinê ye ku ev
tûvilneavêtin û jihevxwarin li vir jî heye. Ku bi ya min,
Kurdî mehkûmî zimanên serdestan dike. Medya dikare zimanekî
hevbeş ê rûçikî û tûvilavêtî biafirîne... Ev jî
pirsgirêka demê ye.
tirej.com