Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar


 

 

 


Şahînê Bekirê Soreklî

Xewnekê Bifroşe Min

 

Mebêje tiştekî din ji min re, mebêje.  Ma gotinên fiş warê bavê te ji ku gihandin ku?  Ma me çend nifş bi gotinên fiş fiş kirin, lo!  Heye ku ez ya di dilê xwe de biguherim lê ya ji aliyê mêjiyê min ve hatibe pejirandin nakeve bazara guherandinê ta ku tu ji min re bi zanibûn gumanê tê de nehêlî ku ya di mêjiyê min de cîh girtî şaş û ya tu dibêjî durist e.  Şîrovekirina çi?  Û ji kê re?  Ma ew ê ji çiyê şîrovekirinê têbigihên!  Şîrovekirina te bi min ve bêmentiq diyar dibe û ew jî naxwazin ji ya min têbigihên çimkî ber bibihîsin û bixwînin dibêjin “YA ME RAST E.”  

Sersaleke din hat û çû, û barandina peyvên bêav berdewam e lê dilsar mebin.  Bi sarkirina dilan kulîlkên biharê li ser zeviyên pûr seriyan hil nadin. Çiqa baran li ser wî xakî kêm be jî di xewnên xwe de bizava dîtina dîmenên rengîn bikin.  Lo ma ez ta wê radeyê bêhiş im!  Ez dizanim ku di xewan de hewldan dijwar e lê mebest di vir de ye.  Tenê yên bijarte dikarin di xewnên xwe de hewl bidin û di nav wan de tenê hinekên herî bijarte dikarin di bizava dîtina dîmenên rengîn de bi ser kevin. 

Na, na, ne ez!  Ez ne jîr û ne bijarte me!  Kê ji we hêjayan xewneke rengîn di van rojan û şevan de dîtibe ku bikaribe wê bi deyn ji min re têxe rê?   Lo ma çi bû?  Hema xewneke rengîn bi deynê xwe bidin min, lo!  Ez bi xwe ne ku nema xewnên rengîn dibînim, ez xewnan bi carekê ve nabînim, lo tew ne yên reş-spî jî!  Bila hilweşin zanîngehên ku ji hîzê zanistiyê hinek rûnê resen bi kodikê berdan nav mêjiyê min.  Bila di payîza salên xwe de bi sewdaya evîndariya yên ji xwe ciwantir kevin ew mamostayên di semînarên akadêmî de peyvên mentiqê derbas hindir serê min kirin.  Bila bişewitin ew rûpelên ku rêzên di xwe de derbas nav ronahiya çavên min kirin.  Bila kifikî bibin ew “cînên” ku piçek hishmendî di min de bi cîh kirin!  Mala min sûtandin, hêviyên min çirrandin, kenê li ser lêvên min vemirandin û ez nema xewnan dibînim!  Ez bi saya xewnên ku min di destpêka jiyanê de û di dema tênegihîshtinê de didîtibûn dizanim xewn çi ne. 

Ez xewnan nema dibînim, lo!  Xewn nema xwe di dema razanê de di nav tamarên mêjiyê min de dixin nav mijê xewanê, ne jî ji dest hişên min dihêt ku hema di dema payîbûnê de min têxin nav xewnekê.  Hişên min bûne wek “çîpên” kompiyûteran, tew bi ser de ew “çîpên” vîrosên elektronî nikarin xwe têxin nav.

Hele min û loloyan, me nikeribû ji hev tê bigihên.  De çima te xwe ji min weha pingirandiye, lê?  Wey hey lê lê!  Ma ez ê ji te re “Siwar hat û Siwar çû” yan “Ha wa hat û ha wa çû” ji ku wînim?  Ma dem dema hatin û çûnê ye?  Min tishtek ji te navêt, tenê xewnekê bide min!  Bêwûjdanê lê, dilkevirînê lê, serhişkê lê, omdîkujê lê, bêhestê lê, bêvilbilindê lê, derîgirê lê, evînsûtê lê!  Erê, erê, tu rast dibêjî.  Bi serê Yezdanê Gewre be tu rast dibêjî!  Ez şîrove nakim ka tu çi rast dibêjî.  Tu dizanî mebest çi ye.  Bila lolo ji xwe re tê de biponijin û dema xwe pê derbas kin!  Ma ji demderbaskirina di “paltalk” de ne çêtir e!  Ma ew ê ji “kakacanên” “paltokçî,” ewên ku li dij her kesî û her tiştî ne çi têbigihên?  Her yekî ji wan tew ji xwe re alfabêyek bijartiye.  Erê, erê, ma em ne azadîxwaz in?  Her “kakacanekî” gihîshtî azadiyê nuha bûye xwediyê alfabêya xwe ya latînî.  Lê çî me û alfabê, elifbê, alfabêt û elîfbayan e!  Em werin ser xewnêm te yên bêdawî, porkurê lê!  Ji bo xatirê asîmanê di şeveke zivistaniye tarî de bi stêrkên pesindar xemilî, hema xewnekê ji xewnên xwe bifroşe min, hema yeke tenê.  Bêdilê, ma nerxê xewneke te çiqa bilind be?  Ez ê bi te dim dilekî ku tê de hezar xewnên rengîn di goreke camîn de parastî ne, bo yek xewna zindî ji te.  Ez ê bi te dim mêjiyekî ji vê dunyayê westa bûyî ku tê de bi milyonan peyvên rengîn di nav tamarên nazik de bi cîh bûne, bo yek xewna te.  Erê, erê, bo yeke ji wan tolazxewnên te, bo yeke ji wan xewnên xeyalpereste te, hema bo yeke ji wan xewnên dema payîbûna te!  Xewnekê bifroşe min, tilingiyê, hema tenê xewnekê!  Lê mekeve qeyta loloyan û “galgalên” wan.  Çi dibêjin bila bibêjin!  Bila tenê ramanên gemarî belav nekin û gefan li dij kesekî bi rê nexin; wey Xudayê dilovanî mehreban gefên Kurdan û Kurdikan ji deriyê mirovî dûr bihêle, Amîn!  

Oooof!  Oooof!  Binsalek û sersalek dîsa hatin û çûn!  Agir bi mala van salan keto!  Çima wa zû bi sê sed û şêst û pênc roj û şevên xwe ve bi ber bayî dikevin!  Wey hatina sala nû ne pîroz be!  Lo berê sal sal bûn, lê!  Dema ez zaorkek bûm hefteyeke gundê me ji saleke van kafiran dirêjtir bû!  Xêr û bereket di salê de nehîshtin, lo!  Salên nuha bûne wek “taksiyên” di kolanên navendên bajarine mezine rojhilat-navînî de vîzevîz in, ew “taksiyên” ku yek li dû yekê di rê de ne, ew “taksiyên” ku carine dû ji paşî û pêşiya wan dihêt der, ew “taksiyên” ku mirov ditirse ji mirovî re bibin tabûtên tenekeyî.  Kî çi dibêje bila bibêje, ez her yekê ji salên van welatên kafiran bi hefteyeke gundê bavê xwe dihesibînim.  Bila kes dilê xwe şad neke û nebêje, “heyf e, por spî bûye!”  Min por bi mebest spî kiriye çimkî berê milletê me rêz ji porspiyan re hebû.  Wê rojê porspîyekî me weha digot:  “Bi Xwedê rojên îroj rêz ji porspiyan re jî nemaye.  Milletê me tenê rêzê ji yên mirî re digire,  De êdî mashalê ber mirina me va yeka jî nê guhertin.”  De we çi go?t!  Rebenî bi wê hêviyê dijiye ku belkî bimre û rêzgirtin jê re hebe!  We wax!  Lo ne rêzgirtin be ne mêzgirtin be!  Ez ji bo mirinê ne amade me!  Ez li dû xewneke rengîn im.  Ez ê hemî şehade-mehadeyên xwe bi wê xewna rengîn re biguherim.

Wey gidî wey!  Dizanî di sal 2004 de navê di mîdyaya cîhanî de ji hemî navên din bêhtir xwe dayî dîtin û bihîstin çi nav bû?  Ma rast nizanî?  Êh ma dixwazî şekirê “Nashid Ixwan” ji kaxezê jî derînim da ku têxim devê te delalî û yê te delalê?  Wey wax!!!  Fellûce bû, Fellûce!  Lo van salên stewr cîhan bi ser û bin ve “felic” kiriye, lê!  Ma xêr û bereketa salan ê çito, çilo, çawa, çon, çitonî û çonî bimîne!!!  Yezdan êdî me ji Tsûnamiyên zibelehtir biparêze!!!  We ew nûçeya bihîst?  Na!  A ji we re shekirekî “Nashid Ixwan”î din:  Rêxistineke îslamî li Îndonêzyayê wêneyeke pêlên Tsûnamî di rojnameyekê de weshand ku wek “ALLAH” –nivîsa bi tîpên pîroze pîrozmende erebî- xuya dike (Pêl hemî wek lama erebiye xwar hatî nivîsandin xwar in, ger we bejiyan pêl dîtibin).  Îcar li gor wan, Xwedê xezeba Tsûnamî bi ser musilmanan de haniye (ew belengazên nemusilman nahesibînin) çimkî biyaniyan dihêlin nav xwe.  Bawer bikin çi wînin serên “van biyaniyan” jî “musteheq” e.  Van biyaniyan jî hema-hema bi darê zorê alîkariya bi milyaran dolar, hele tew alîkariya mirovî mehesibîn, bi ser wan de dibarînine!  Ma min negot xêr û bereket di salên van kafiran û zindîqan de nemaye.  Ya bed ew e ku em feqîran jî ketine nav salên wan e!  De xewnekê bi deyn bidin min, lo!  Ger omdî di we de nebe, ez ê dîsa neçar bibim li ber lêlêyê bigerim!

Têbinî:  Tîrêjê nameyek ji “nivîskaran” re şandiye û haniye bîra “nivîskaran” bila qîret bikin û binivîsînin.  Vî “nivîskarê” di nav “nivîskaran” de jî qîret kir û va berhema afirand.  De çi navî didinê, hûn û wûjdana we.  Lê ji bîr mekin ku we lîrayeke tirk jî (lîraya ber rakirina şeş sifran) lê nedaye!  

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002