Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 


Azer Osî

Hevgihîn

Ku te bigota

                  Hevgihîn

Gulek min anî

ji şûna şûpgerên

Ku ez û te gihandin hev.

Min ew gul?

li asoyên xewnên xwe diçand.

Li her berbangê!?

ji wê bêhna te dihat

û pê!

ez dilnasê te dibûm.

Wê gulê!

xwe bi nav dikir,

û navê me li xwe dikir.

Ta ku....... bimîne evîna me,

û ji bîr neçe,

roja hevgihîna me.

15. 8. 2003

Beyrût.

 

Ku te bigota

Ku te bigota:

tu ji çi hez dike?

minê ji tere bigota:

ji pêvî te,

ji tiştekî dî heznakim.

........

Ku te bigota:

zê bi tere bêm

wê demê,

sitêrka şevan tu dima

û Mîrê işqê ez dibûm.

..............

ku te bigota:

ka evîn?

minê ji tere bigota:

tu dûr ket,

bê pişt dima

û ji te,

şûr di pişta wê de ma.

..........

ku te bigota:

nizanim

minê ji tere bigota:

ji xwe zanîn, bi tere tê

û ji çavên te,

wa dizê.

.............

ku te bigota:

tu ji çi zivêr dibe?

minê ji tere bigota:

bêyî te!!

ji her tiştî zivêr dibim

û nizam çawa haşbibim.

.............

ku te bigota ka tîn?

minê ji tere bigota:

bêyî wê, ez sar dibim

û bi te!

cih ew şanî min dide.

û cihê lêbim germ dike.

.........

ku te bigota ka welat?

minê ji tere bigota:

li ku evîn bi min rebe

wir welatê min dibe.

Meha 9. 2003 Amûdê

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002