Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Weşan


 

 

 


Heyder Omer Apo Osman Sebrî di sed saliya wî de zendî kir

 

Pirtûk ji hêla nivîskar û lêkolînerê kurd Heyder Omer ve hatiye nivîsandin. Wî ev xebat ji bo sedsaliya Osman Sebrî diyarî kiriye.

Pirtûk ji sê birran çap bûye:

Birrê yekem: Dîroka Kesayetî

Birrê duwem: Wêje ya Osman Sebrî

Birrê sêyem: wêjevaniya Osman Sebrî.

Her wisa pirtûk serdem, jiyana rêzanî, civakî û rewşenbîrîya Apo Osman Sebrî hembêz dike.


Lêkolîner: Heyder Omer

Lêkolîner li ser belgeya paşî nivîsandiye:

“Eger em bibêjin ku Osman Sebrî di tevgera azadîxwaza gelê kurd de, bi gelemperî û li jêrxetê bi taybetî, gelekî navdar e, hergav di navenda guftugoyên, ku di vî warî de dibin, de ye, xebata wî pirr cure ye, gelek cefa di ber bîr û baweriyên xwe de kişandi ye, û hevaldozê hizra hevyariya xebata çekdarî, rêzanî û nivîsînê bûye, em hîngê hizreke nuh bernadin holê, ji ber ku gelek kesan ev yeka beriya me dubare kirine.

Lê kesayetiya wî, cureye pûnijiya wî, babetên wêjeya wî, û huneriya nivîsîna wî heya îro bala kesî nekşandine. Helbestvanî û nivîsevaniya wî ta çi radeyê ye? Şopa wî di van waran de çiye? Cîgehê wî di rêveçûna helbest û pexşaneya kurdî de, nemaze li Jêrxetê, li kûderê dimîne? Û gelek pirsên din, ku di navenda nivîsevaniyê de digerin, ta îro jî bê bersiv mane. Ev lêkolîn berxwe dide, da bersivên van pirsan bide“.

Lêkolîner di pirtûka xwe de bersiva van pirsan dide, êdî gereke ku em hemû vê pirtûkê di sedsaliya nemir û têkoşerê kurd Apo Osman sebrî de bixwînin da ku em wî ji nêzîk ve nas bikin.

Pirtûk ji weşanên EVRA ye û ji 151 rûpel e.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002