Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


çîrok


 

 

 


Pîr Rustem

HÊVÎ

            “Ji Stêr ê re”

Qîj-qîja wan ber bi ezman ve diçe, kes dengê ya din nabîse; berger û hêvî, xeber û lavlav, ken û girî tevlîhev bûne. Di nav wan de dengê giriyê mendalekî û wêje-wîja wî bilindtir dibe. Du-sê pîrek, bi hev re, lîlandineke tûj dikin. Hîne bêdengiya wan di odê de ziwa nebûbû, deng bi mendalekî din jî dikeve û careke din dengê lîlandina difûre.

Komeke jin ên rengo-reng li wê derê civiyane; cihê lingekî nemaye. Her yek dixwaze dengê xwe ji ya din bilindtir bike; belkî bala Pîrikê bi ser xwe de bikşîne. Ewa li ser têxt dirêjkirî navkutka dide xwe, hawar-hawara wêye, lê hersiyên ku li erdê dirêjkirî jî bêdeng nesekinîne. Pîrek jî, mîna pinpinîka, ji yekê diçe ya din, lê bala xwe bêtir li ya ku, li ser têxt dirêjkiriye. Hemû nîşan û simbolên zayînê ji laşê wê dadwerivin û çilpikên xwêdanê, di eniya wê de, dipişkivin.

Gumana Pîrikê li erdê neket, Meyra Xemê cara paşin qîriya û pêre jî deng bi zarokê wê ket, her yek bi aliyekî têxt de qulibîn û mîna ku di xewneke şêrîn de be, dengekî got:

- Pîroz be, lawike. Pîrikê got û bi lez navika zarok girêda, ew hîne ji paqijkirina Meyrê xelas nebûbû, deng bi jinekê, ji hersiyên ku li erdê dirêjkirî, dikeve. Bi lez dibeze ser nivîna wê û bi mamosteyî dihêle ew jî barê xwe deyne.

Pîreka nuh bar daniye, bi tirs û lavlav serî hildide û li nav lingên zaro dinêre, pêre-pêre hêsirek ji çavan diweşe û berkeniya wê vedimre, serî bi ser balîv de dikeve û êşeke tûj, di hinava Xeca Bilo de, derdibe.

Di du kat û nîvan de, pênc zaro deng li hev dikin. Berdestên Pîrikê, di oda paqijkirina zarokan de, bi karê xwe yê rojane radibin, her pênc zarokan dixînin nav qundaqan û di nik hev de wîje-wîja wan e.

Xeca Bilo ji berî gişkan dikeve odê û radihêje qundaqa ku, Pîrik dide dest û bi lez ji odê dertê. Dema mêr, ken û pozbilindiya wê dibîne, di cî de şeşara xwe dikşîne û deraqekî di rûyê ezmên de vala dike.

Pîrekên din jî, her yek radihêje zaroka xwe û bi çavşikestî ji odê dertên; Meyra Xemê digel xesû û mêrê xwe ve dikevin ser riya mal.

Mêrê Xeca Bilo, şan û şoret li darxistin, kes di gundê Kêşikê de nehişt ku, sê caran dawetî teklifa xwe nekir; “Xwedê, piştî heft keçikan bi riwê min ve nerî û ev lawik da min”. Ew bi xwe li malên gund digerî û digote wan ku, “Îro xew tuneye, divê def û dîlan, heya bi heft rojan, sar nebe”. Ew ji hêman û surûşta xwe derketibû.

Komek jin li dora Meyra Xemê rûniştine, dengê yekê naçe ya din, di nav de carna giriyê zaro bilind dibe û dengên wan vedimre, lê dema gihîşt radeya ku giriyê wê bihna wan teng bike, xesûya Meyrê radibe ser xwe û di nik cihê bûka xwe de, qundaqê vedike. Meyrê jî serî ji ser balîvan hildide û dema ku, çavên wê bi nav lingên keçikê dikeve, hiskîniyeke tûj ji wê tê.

- Na… na, ev ne zaroya mine. Bi gotinên wêre deng ji civata pîrekan tê birîn. Pirê wan destan davêjin “rihên xwe” û bi çavine beloq li wê dinerin. “Wê ji min re gotibû; pîroz be lawike”. Xesû şêt û mêt dimîne, ew ne dizanin ku Meyrê ketî bin saweke giran an jî jê bawer bikin.

Ev gotin di nava gundê Cindo de belav dibe, rûniştinên ber mizgeft û ser bênderan pê têne borandin. Guman di hundirê wan de, her roj firehtir dibe û di sibeyeke sar de, mêrê Meyrê dikeve ser rêya Efrîn ê, dêv dide cem Pîrika zara xwe, da ku guman û rastiyê ji hevdu bibire.

Sê roj di ser bûndina zaroyan re derbas bûbû û hîne ji bilî ava şêrîn û hineke razyane neketiye devê keçika nuhatî, heya piştî bergera pîrekên gundê Cindo jî ku, Meyr ê pêsîrê xwe vekir û xwest çiçkên xwe têxe devê keçika biçûk dît ku, ne şîr di wan geriye û ne jî keçik çiçikên wê digre û ew ji vê sibeyê de li benda mêrê xweye ku, salixa rasteqîn ji wê re bîne; ew li benda bersiva ku, “Bi şaşbûn lawikê te bi keçike pîrekekê, ji we pêncên ku we bi hev re barê xwe danîbûn, guherîne”, mabû.

Di deriyê Pîrikê de, herdu silavê li hevdu dikin û her yek dikeve wê gumanê ku, ewê din cara dîtiye lê rewşa wan nedihêşt ku, li ber vê yekê bisekinin; mêrê Xecê piştî hinek pirs û şîretan da ku, çawa û kîjan şîrên qutiyan bidin lawikê birçî, bi lez derketibû û wî dixwest dêv bi dermanxanê de, lewra hindik mabû ku, li ew kesê ketibû derî de û hêştibû wêneyên dostên xweyî dûr û nêzîk bi bîrbîne, bikeve. Lê gava nêzîkî li dermanxanê kir, mêrik û silava wî ji bîr dike.

Dema pîrikê seriyê wî dît, di cî de rû avêt û bi zimanekî tûj deng li berdestên xwe kir ku bi lez oda zarokan bimalêşin. Wê hêşt ku mêvanê xwîngiran di nîvê odê de, heya bi demekê, bête tevizandin û lal bimîne.

- Bê qusûr, biborîn.. ez nizanim çi bêjim… berî her tiştî, te ez naskirim. Piştî berxwedanek ne hindik, mêrê Meyrê pevokên xwe dan dû hev. Dema Pîrikê aliyê wî yê din naskir, ji nuh ve dilêriya xwe kom ser hevkir û bi mirûzekî bê hest lê nirî û got: “Na, bes ne dûre ku, tu carekê bi jina xwe re hatibe cem min. Rojê evqas kes di cem min re derbas dibin, keremke tu çi dixwazî”.

Mêrik demeke dirêj bê deng dimîne, pêlek wî dibe û yek tîne, çawa jê re bêje ku, pîreka wî dibêje, lawikê wê bi keçikekê hatî guhertin. “Ne dûre ew bêje min tu merîkî dînî û divê bi ser de jî polîsan ji min re bîne”.

- Keçika me birçiye û memikên dê nagre.. ev bû sê roj ji bilî ava şêrîn tutişt neketî zikê wê”. Sawa ku di çavên Pîrikê de derbûbû vedimre…

- Xwe netirsînin, ev tiştekî normale. Zarê nuhatî ku heya bi çar-pênc rojan jî tiştî nexwe nexeme. Bes bila pîreka te bizavên xwe bike û dema zaro motacî xwarinê bibe, wê ji ber xwe çiçikan bigre.. Ma ew ya weyî pêşî ye”. Mêrik, seriyê xwe bi angoya “belê” hejand û piştî hinek şîret jê girtin rabû ser xwe da ku derkeve. Berî ew ji derî derbas bibe, dengê Pîrikê ket guhên wî. “Eger ku, keça te piştî du rojên din pêsîrên dê negirtin, divê hûn şîrê qutiyan bidinê û pelê ku, li ser navê şîr nivîsandibû da dest wî”. Pîrikê dixwest ku di dema axaftina xwe de, tinaziyên xwe bide şûn lê bizavên wê bi ser nediketin û heya dema ku mêrik di qurzîka çavekî de hinek hêrs rijand jî, wê nikarî berkeniya tiraziya xwe jê veşarta.

Bi rêve, danûstandineke bê dilovan ew bendkiribû; ramanekê dilê wî sar dikir û yekê jî pêlên guman û nedilbicibûna wî germtir dikir.nemaze berkeniya wêyî tinazî ku dihate bîra wî dihêşt gumanên wî tûjtir bibin. “Bes.. na wilo nabe.. çawa nizane.. wê bi devê xwe du-sê caran, ji min re, got keçika te, bêyî ku ez matbûnekê di çavên wê de bibînim”. Hîne evê bersiv û encamê cihê xwe di dilê wî de negirtî, ramanên reş bi ser wî de dibarîn; “çawa ewê zanibe ku zêdebûna min law an keçike û wê ez nasnekirim. Ma ne piştî min got; keça min birçiye, wê jî got keçika te.. Bes bûyer ne ji mêje û wê jî got ku, rojeke tekaneye di jîna wê de û bawer nake ku, careke din ewqas Pîrekên bi ducana li cem wê bighên hev”. Bi vê baweriyê hinekî dilê xwe rihet dike û dikeve ser riya gund.

Sê-çar rojên din di ser pênc mendalên nuhatî re derbas dibin. Ev herdu zar, her roj bêtir dihelin. Bavên wan li deriyê bijîşkan vedipekin, mêrê Xecê dikir ku, xwe buxwe û bi ser bijîşkan de dikir qîre-qîr “çawa tunexweşiyên wî tunene, eger wiloye.. çima şîr venaxwe”. Di sê rojên pêşîn de, wan hinek ava şêrîn û razyane vedixwar, lê piştî wan sê rojan, nema evan tiştan jî vedixwin.

Gundê Cindo û Kêşikê nêzîkî hevin, mirîşkên wan tevlî hev dibin, pir jin bi hevdu berdêlkirine, lê pir xwîn jî di navbera wan de rijiye û ewan mirîşkan fêm nedikir; dîsan jî diketin ekûr û ser sînorê gundê din, dê bihştana şerekî nuh bi hevdukeve, xwîn bêtir bête rijandin û keçikên nuh gihayî bibin qelen da ku, karibin kuştiyên xwe di yek mezel de veşêrin.

Piştî bîst û yek rojan, ji girî û lavlav.. ji bijîşk û dermanan, lawik cara dawî deng ji xwe derdixîne û dikeve xewke bê şiyarî. Qêrîn bi Xeca Bilo dikeve û mêrê wê weke koviyekî birîndar êrîşî ser candekê lêwik dike û di ore, azireke hovî dilê wî dikole, kesên ku li dora wî civyabûn çiqwas dixwestin wî ji ser cendekê lawikê mirî rakin, lê bê çare jê vedikşîn û demeke dirêj di wê kefleftê de man da ku karîbûn lêwik ji hembêza wî derînin.

Di rê de û piştî ku, lawik veşartin Xeca Bilo ketibû nav komeke jin û bi şênî berve gund dihatin, carina deng bi met an jî xaltiyek lêwik diket û xelkê negiriya azirî ya Xecê bi angoya birîneke kûr fêm dikir û digotin; “Rebenê, piştî heft keçikan û sondxwarina mêrê wê ger ku, zikê dawî jî keçik be dive ji cem Pîrikê bide ser riya mala bavê xwe; dê ew li xwe heram kiriba… Piştî van heft keçikan bi lawikê xwe şa nebû, Xwedê dilê kesî neşkîne”. Xecê jî ketibû nav mij û dûman de, dê çawa ji mêrê xwe re, windabûna sê cotên bazinan, bin cil bike.

Gava gotin û wêneya mêr hat bala wê, çavên xwe li wî gerandin, lê bê pêjin bû. Ji gava ku ew gihîştibûn nêzîkî goristanê kesî ew nedîtiye, çend caran li dor wan daran û bi çend dengan lê gerîyabûn da ku, seriyê wî xweş bikin, lê bê sûde bûn û nuha, Xecê jî çavan digerîne lê mêrê wê “bûbû pariyek nan”.

Ew hîne di nîvê rê de bûn dîtin ku, ji wê ve komeke jin û mêr rahiştine cendekekî bi çûk û bi şêniyeke hêmen ber bi mezel ve tên. Gava ew nêzîk dibin û çavên Xecê bi Meyra Xemê dikevin û dinase ku, ya mirî keça wê ye, qijînî bi dil û zimanê wê dikeve û bi êrîşiyeke kovî xwe dajo ser cendekê keçikê, berî ew bighe wê çend pîrek wê digrin û guhnadin lavlavên wê ku, bihêlin ew nerîna dawî li keça xwe bike.

-“Stûyê min bişke, mala min wêran bikeve. Ew ji ser hişê xwe çûye, her miriyekî dibîne bi wêye ku, lawikê wêyî miriye”. Pîrejinek dilorîne û Xecê ber bi gundê reş ve dikşîne.

 

Cindirês 1999

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002