Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Hevpeyivîn


 

 

 

Imer Kalo
pirsên malpera Tîrêj dibersivîne

Piştî Cegerxwîn ti dadgehên parastina mafê helbesta kurdî nînin.

pirraniya rêvebirên malperan zarok derketin

 

Li gelek peyvdanan û ji aliyê helbestvan dibêjin: me pir dîwanên çapkirî dîtin lê me helbest bi wata helbestê nexwendin û ne dîtin heya çi radeyê ev nerîn bi cî ye…??
Ji bo min jî - wek xwendevan û dilhezekî wêjeya kurdî - ev yeka pirsgirêkeke balkêş e, sê parên kurdên me yên ku dest bi nivîsandinê dikin, ji helbestê de destpêdikin - ya durist nav li wan gotinên xwe yên jihevketî dikin helbest, û bejin û bala xwe bi berçavîk û kum û mantoyan dixemlînin û nav li xwe dikin helbestvan, Ango helbest wek celebekî wêjeyê di nav kurdan de hatiye naskirin hêsantirîn celebekî wêjeyê , ev jî têgeheke şaş û çewt e, lê sedema sereke ji vê pirsgirêkê re tunnebûn û kêmahiya xwendevan û rexnevanan e, ger ku tevgera helbestvanên pispor û gihiştî xurtir bibe, dê bi xwe berhemên bê wate û naverok kêm bibin û hêdî hêdî ji holê rabin.  

Helbestvanên kurd li başûrê rojava yên nûjen dinivîsînin; roj bi roj dengê helbesta wan bilind dibe.. hûn evê yekê li çi divegerînin ?
Ger ku me go liv û tevgereke nivîsandinê ye balkêş li rojavayê kurdistanê destpêkiriye, û pirraniya wan bizavên nivîsandinê di warê helbestê de ye, bê guman wê parek ji wan derkevin xwedî ast û naverokeke hêja bin, yê ku tê de hebe û xwe biwestîne û durist û baş xwe amedeke, bê guman piştî derbaskirina qonaxa behreyê, dê bighe encameke baş û qonaxeke bilindtirîn, ev helbestvanên ku gihiştine radeyeke astbilind, li ser tiliyên destekî têyin jimartin, ew jî ji encama ked û westabûn wan ya kesane hatiye bidestxistin û deranîn. 

Rola jinê di çanda kurdî de çiye? çima dengê wê baş nayê bihîstin?
Çande erk û ustûbariyeke mirovaneye, û keys û pêdiviyeke zor pêwist û girîng e ji jiyana mirovan re, rola û ustûbariya jinê û mêr tê de wek hev e, çand ne pisporî û taybetmendiyeke mêr an an jinê ye, nirxê herdu nijadên mirovatiyê tê de wek hev in, lê sedema ku dengê jina kurd tê de nayê bihîstin, û rola wê kêm tê de hatiye lîstin, ji ber qelsiya gerdiş û pirsgirêk û felsefa civata me ye.

Tu helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?
Ev pirseke zor giran û mezin e, ji bersiva vê pirsê re xwendineke berfereh û lêgerîn û lêkolîneke pispor ji helbesta kurdî û hemî zaravayên zimanê kurdî re gerek û pêwist e, bi gelemperî mirov dikare bibêje: ji nirxandina hemî celebên wêjeya me re, karekî pispor û westabûneke mezin divêt.

Hin kes dibêjin ko helbesta kilasîk li ba Cegerxwîn bi dawî hat, û Cegerxwîn koça dawî kir, îca ewên bi dû Cegerxwîn de ka em çi ji wan bikin?
Ev rastiyeke jîndar û li ber çav e, ne jêderanîn û peydakirineke ji aliyê kesî ve, dem di ser kilasikiyetê re boriya, ev jî ne bi vîna min û kesî ye, her serdem û qonaxekê ziman û taybetmendiyên wê hene, helbest jî wek celebekî wêjeyê bi qonaxên guhertina demê û jiyanê de zor girêdayî û têkildar e, ne tenê helbest - hemî celebên wêje çîrok, roman....h.d. Lê hema di derbarê helbesta Cegerxwîn de, ez jî dibêjim - piştî rêzgirtinê - ku dema bêje û gotinên xwîn, kuştin, lêxistin, êrîş, yan man yan neman – şivan, cotkar û karkir ji mêj de di ser wêjeyê re boriya, Cegerxwîn leheng û qehremanê serdema xizanî û nezanî û astnizmiya hişmendiya civata kurd bû, ustûbariya wêjeyê ne wek ya peyalek ji meyê ye, mirov hema wê dagre û daqurtîne, ji bona mestbûn û
serxweşiyê, belê divê wêje zimanekî zengîn, ramanên astbilind, şêweyên derbirinê yên nûjen, spehiyeke huneriye serdemîn pêşkêşke, ev jî nayê wê wateyê ku divê em biçin hestiyên miriyan ji goristanan komkin û ji nû ve wan pêşkêşî dadgehankin, û wan tewanbarkin, qet alozî nîne ger ku mirov berhemên Cegerxwîn wek filiklorê wêjeya kurdî binirxîne, ji wê pêwistir divê ku mirov ji qonaxa piştî Cegerxwîn re bêje ku ti dadgehên parastina mafê helbesta kurdî nînin, ku we tewanbarke, lê divê haya we ji spasî û razîbûn û nirxandina nifşên pêşerojê re hebe!!.

Helbesta nûjen, gelo cihê xwe di nav me de girtiye?, an hîn dem jê re divê..
Jiyana mirovan roj bi roj bedewtir û nûjentir dibe, divê hest û hiş û mejiyê me jî pê re nûjen bibin û tim bi serdemê re bin, wisan bi xwe wêje û raman û hertiştê mirov pê re nûjen dibe, û ger ku em xwe bibînin wek mirovên nûjen û serdemîn, bi xwe dê helbesta kurdî ya nûjen cih di nav xwendevanan de bigre, lê di pêş nûjeniya helbestê de, nûjenî ji hiş û mejiyan re divêt.

Ko merov roja îro helbesta kilasîk û nûjen li ber hev deyne, kîjan dê giran be?
Şaş e ku mirov helbesta kilasîk û nûjen beranberî hev bike, çiku helbest ne wek bacanên reş û sor e, da ku mirov li ser terazûyên firoşkaran raxîne, û giraniya wan binirxîne, pêwiste ku mirov li gor têgeh û mercên serdema helbesta kilasîk wê binirxîne, û ka çi bingeh ji helbesta serdema dû xwe re avakiriye, û ka ta çi radeyê sûde û têklî û girêdan ji pêşeroja xwe re amede kiriye, belê pêwiste ku mirov bipirse ka helbesta kilasîk çi rol lîst û çi xêzên girêdanê ji berdewamiya temenê xwe re li pişt xwe hîştin, û bêje û derbirin û şêwe û raman û huner yên hevbeş û girêdanê di navbera helbesta kilasîk û nûjen de çine!?.

Helbesta kurdî ya nûjen, cihê wê li çi radeyê ye di nav helbesta cîhanî de?
Zor li paş e, di dema ku gelên cîhanê dest bi nivîsandina helbesta nûjen kiribûn, û cemawer û xwendevanên wê jî gellek hebûn, me helbest wek dîlok û lorîkan bikardianî û dinivîsand!! Û me bi hişê şivan û cotkar û karkiran dinivîsand, û bi pîvanok û terazûyên êl û şêx û mirîdan dinirxand!! Di wê demê de haya me ji tiştekî navê xwe cîhan tunnebû, haya me ji êl û gundên derdora me hebû, ev yeka jî nayê wê wateyê ku me bi meram û mebest dixwest ku em wisa li paş gelên cîhanê bimînin, nîrên dijwar yên jiyana me wisan ji me re pêşeroj wênekirin.

Pirsgirêka helbesta nûjen di ku deye ta ko xwendevanên wê hindikin? Di ziman, ferheng, gotina zor, zarav, sînoran de ye, çima li guhê xelkê xweş nayê?
pirsgirêka helbesta nûjen di astnizmiya zanîn û hişmendiya xwendevanan de ye, xwendevanê ku dixwaze wek çawa bi hêsanî gezekê li sêvekê dixe, wek wê bighe wate û têgeha helbestekê û binirxîne, ew ne xwendevan e, bête ked û westabûn û xwendin xwendevan peyda nabin, mexabin mirov dikare xwendevanên zimanê kurdî li rojavayî kurdistanê di katjimêran de bijmêre, ango dilhez û xwendevanên ziman û çandeya kurdî gelekî kêm in, pirraniya gelê me bi ziman û çandeya gelên biyan perwerde dibe, û li gel wan mezin dibe, ev jî bi xwe re gelek pirsgirêkan peyda dike.

Ziman bi hemû zaravayên xwe dikare çi rolê bilîze ta ko rihê xelkên Qamişlo, Amed, Hewlêr û Mihabadê ber bi hevûdu de nêzîk û şêrîn bike, sînoran nehêle û berhem bêne xwendin? 
Ji ber ku ziman dezgehekî têgihiştin û hevgihiştinê ye, û pîvanokekî sereke ye ji nirxandina wêjeyê gelan re, zor zor pêdiviya me kurdan bi amedekirina yek zimanî heye, em dibêjin amedekirin ji ber ku zimanê me heye, lê mexabin qut qutî û perçe maye - wekî perçebûna welatê kurdan, lê gava ku mirov hemî zaravan kom bike û di nav hevke, dê hêztirîn û zengîntirîn ziman jê bête hilbijartin, ji vî karê pîroz re kar û xebateke mezin û pispor û saziyeke taybet divêt, da ku kurd bi carekê de ji vê pirsgirêkê rizgar bibin, ne kêmtirî vê yekê yekbûna tîpan jî zor zor pêwistî û giringiyeke ji zimanê kurdî re, bi vî awayî zimanekî fermî ji kurdan re peyda dibe, û di pişt re dikare li hember zimanên gelên cîhanê bi hêzeke cuda xwe pêşkêşke, wisa derfet bêtir li ber dilhezên zimanê kurdî vedibin, çi ji kurdan bi xwe re û çi jî ji gelên bilî kurdan re.

tu rewşa çand û wêjeya kurdên rojava hin li derveyî welêt û hin li hundirê welêt çawa dinirxînî?
Gellekî di pêş her sê perçeyên din de ye, him ji aliyê hişmendiyê ve û him jî ji aliyê vejandina çandeya kurdî de, mirov dikare bêje ku şanên destpêkîn yên şoreş û raperîneke rewşenbîrî heye!! Tevî ku encam û berhem ne li gor hêvî û daxwazê ne, lê liv û tevger û çalakiyên rewşenbîrên wê li ber çav û balkêş in, tevî ku derfet û nîrên jiyana wan - yên li hindir welat - ji her sê perçeyên din dijwartir û aloztirin, beşek ji rewşenbîrên rojava li seranserî kurdistanê û li dervayî welat xwedî rol û bi nav û deng in, bi derfet û karanînên xwe yên kesane karibûn kesayetiya rewşenbîrî ya rojavayê kurdistanê bidin nasîn û çespandin.

Rola Internet di hemû hêlan de çî ye? 
Ew jî dezgehek ji dezgehên ragihandinê ye, û hêsantirîn û erzantir - ji aliyê aborî de - dezgeha ragihandinê ye, sûde û roleke wê ye mezin heye ger ku baş bi kar werê anîn, ji ber ku taybetmendiya wê ye sereke û girîng ew e ku dezgeheke cîhanî ye, dikeve alîkariya hemî keys û warên jiyana mirovan wek dezgehên din TV - radyo - rojnamegerî....h.d.

Medya kurdî {Tv, malper, radyo, rojname û kovaran} çawa dinirxînî?
Medya kurdî bi gelemperî medyake partîperest e, şermeke ji me re ku em bi medya cîhanî re binirxînin, ji ber ku li gor medya cîhanî zor li paş e, helbet tiştekî xuristî ye ku reklama partiyên xwe bike, lê çê nabe ku bes partîperest be û dûrî tevahiya berjewendiyên gelê xwe be, belê ji bilî reklama çalakî û çûn û hatina serok û endamên partiyan, divê bi rastî neynika berjewendiyên civata xwe be, ji medyayê re ustûbariya sereke ew e ku karibe hemî qadên civata xwe hembêz û di xwe de bi cih bike, wisan dema ku her mirovek xwe di medya xwe de bibîne, xwe ji gelê xwe û ji yên din re jî wergerîne, wê demê seranser û bête destûr rêç û dergeh li pêş wê vedibin û tim ber bi pêşketinê ve diçe, lê mexabin medya kurdî ta vê demê medyake sînorkirî û bi têlên bivîn dorpêçkirî ye, û girêdayî ye bi berjewendiyên partiyan de, ji ber vê yekê pêdiviya me bi medyake azad û rizgar û serbixwe heye, da ku karibe raperînekê di civata kurd de avake, û wek wê karibe rûyekî rastîn bi xweşî û nexweşiyan ji gelên cîhanê re pêşkêşke. Di van çend salên dawiyê de, Entrnet wek dergehekî ji dezgehên ragihandinê li kurdan vebû, gelek malperên serbixwe vebûn, em jî gelekî pê re dilşadbûn!! Lê mexabin di kurte demekê de dîsa hêviyên me vemirandin?? Ji nû ve ramanên êlîtî û gundîtiyê vejandin, pirraniya rêvebirên wan malperan zarok derketin û ne bi hişmendî û pisporî xebitîn, û gellek şaştiyên xwe derxistin holê û gellek kes jî êşandin, nikarîbûn temen û pêşerojeke dirêj û dagirtî ji malperên xwe re wênekirana, malper di derbarê nav û navdarî û berjewendiyên xwe yên kesayetî de bi karanîn !! helbet dawiya karê şaş û çewt têkçûne, mexabin vaye gellek ji wan îflas dikin.

 

Dawî

Kobanî : 24-12-2004  

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002