Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

 


Bêkes Reşîd

Sê Rondik

 

             Rêwiyek ...

Sêwiyek ji dê û bav

Pênûs û çend pel li ber sînga wî

Li ber sîka pûtekî li dor xwe dinêrî

Li dirêjbûna xwe ya kurt dinêrî

Li pêlava xwe ya ji temen netarîtir dinêrî

Li ezman dinêrî

Bê çilo xweda xwe bi perdeyên qalind ji ber vedşart

Xelk diçûn û dihatin

Lê ...

Mîna bayê kes li ber çavên wî nediketin

Biyaniyê, bi kurkê xwe yê mişt pînên bivok

Di nav nigên wî de rûdnişt û bi zîq lê dinêrî

Hemû nivîskarên cîhanê

Yên ji bo dêbavên xwe sax diman

Bi hêsirên wî re li ser rûpelan diketin

Ji nişka de ...

Demek ji ezman diket

Hertişt diket

Bi xwe jî dihisiya ko ji xakê dikeve

Lê nebêyî ...

Tama şîrê dayika xwe ... û

Hêsirên bavê xwe yên ko di nav livînê de

Bi dizî çavên wî diçirandin.

 

Divayek ...

Ti stêran ji te navim

Ti exteran ji te navim

Ti ezmanan ji te navim

Ti buhuştan ji te navim

Ti firiştên berdestîk ji te navim

Hew du tiştan

Du çavên ko nema hêsiran bibînin

Yek ji wan yê dayika min ... û

Yê din, yê yara min.

Du sîngîn ko nema şînê li ser xwe raxînin

yek ji wan ya bavê min ... û

Ya din, ya ko zembelîlkên biyaniyê

Tim li ser dibarin, ya birayê min (kawa).

 

Hevalê min (Ciwan) ...

Min tu ji her deverê hilaniye

Min tu li her deverên xwe hilandiye

Min tu ji te û xwe re

Di hundurê xwe de veşartiye

Lew re ...

Hemû dîwarên min

Mîna rûkê xweda

Wê tim biçirisînin.

 

31-12-2004 ISTANBOL.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002