Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Wergerandin


 

 

 


Xelat Ehmed

Kolwaneyên Berbangê-Tiryak

Bercestekirin bo Kurdî: Sebrî Silêvanî

 

1-

Hewesdar bo xwîna min

li ber derperrîna gavên biyaniyan

tu..

destên xwe digevzelînî

derbas dibin û

li ser bergê memikên te

muhrên xwe dadihînin

û ez..

di mereqa bêpayan de li bendî te, dimînim û

lêvên min bêwargeh dimînin.

Derbas dibin û

li catê mêwên tirî

sêdareyan li binarên min diçûnin

mîna kolareyan,

kevînkên belek li hindav difirrînin û

serên kol, wek zemînî, li medarê hembêzê min

dizîvirînin.

Û kolare difirrin

û serên kol dizîvirin.. û dizîvirin û..

di vehsana bêdengan de digurmînin

da ku derwazeyên te,

di bengîniya nepenî de min derbas bike

da ku baroveya sor,

hatina min, çûna min

di kunîleyên te re pîroz bike

tu.. ji bin serînê serê sawdar

nasnameya namobûna min bivegerîne.

Em dê xîvetên li çolistanê raxistî bipêçin û

bi pêxwasî,

weyn û germa çiyayê zemherîrî

ji bîrgeha wî bisîrrînin

were..

ez dê meya devê xwe

bi ser devê te de bikim û

tu jî di kelêjanka hembêzê min de,

dêmê xwe bisipêre û

pora xwe dav.. dav li zendê min bialîne.

Were û

bes bihêle mirin te hêc bike û evca

berê xwe ji te,

û ji daylaniya kesîredar werbigire

li ber pêngavên te berev mirinê,

ez dê xefkan bivedim û

xelfên vegeryanê biqetînim

û tu..

di pêwarên kirasê min de

bişehite,

bixeyide,

berî ku ez bi pîlaxên xwe

navtenga te biperjînim.

Li gel fîxana keçperiyên şevistana perdedar

di êvara eyniyê de,

ez dê pirîskên jana te

seranser hêlên zemînî belav bikim

dê were..

dergehên şikeftan, em li nîgarên dêrîn bigirin û

hewirandina buxûrdankan

bo lîhazeyên wan bihêlin

herwesa,

vemirandina ronahiyê

di girnijîna me ya kazêweyane de.

 

2-

Ey afreta engîze!

Rehêleya rûnyasê li pêrgî wan bibarîne

û di bin kefşên min de

destên xwe yên tevizî germ bike

henaseya bi xerdelê persîvî,

ji bêhna bedena min pirr bike û

mereqa xwegevaztina min di xwe de bişikîne.

Ey afret..!

bo daketina berdewam

were em herdû, baskên xwe bidavezilînin

...

li bin sîha min

tu bêhna xwe bivede û

bihêle ez lingên te bigemirînim

herriya lanewaziya te ya berdelanî rabimalim

bermayên bêhna berfa xamoş,

di evîna xiroşan de,

têkil li gel bêhna xwîna te,

wek sirweyên sihariyan bifirrînim

û tiliyên te

tak.. tak bihelmirîsînim û

qirka min mîna kêlekê

li ber gulleyên awiriyên te bilerzîne.

Wek firrek avê

min bivexwe û li buhara dahatî kulîlk bide

vehejandina keçbanûyên Kurd birûwanîne

û hindek ji tovê henaseyên min

di rêya wan de bireşîne.

Wey bavo..

Li Amûda 1960ê

keçbanûyan seranser xewnê, matemînî ragehandin

di agirê Hînonê Şamê de,

Birehîmên wan şewitîn, buhujîn

dê bihêle..

bihêle ew xewnek din dûrî agirî bibînin

û li jêr sîbera belgên xwe

herdû evîndaran bigehîne hev û

dastana dilistana wan binivîse

ka çawa: bo qebîna cotek kewan

              bişkurînê di agirî de dimeyînin!

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002